Dengê Qoçgiriyê Gulîzar Gumuş koça dawî kir
Dengê Qoçgiriyê Gulîzar Gumuş ku çû ser dilovaniya xwe. Gulîzar Gumuş ku bi Lorika Arix hate nasîn li dû xwe mîrateyek zengîn a wêjeya devkî û serpêhatiyek jiyanê ya serkeftî hişt.
Navenda Nûçeyan – Hozana wêjeya devkî, şahida serhildan û komkujiyan diroka zindî ya Kurdistanê Hozan Gulîzar Gumuş di 12’ê Kanûnê de koça dawiyê kir.
Gumuş di sala 1930’an de li warê serhildanê, li Gundê Arix ê Îmranliya Qoçgiriyê çavên xwe li jiyanê vekir. Zarokî û ciwaniya wê bi guhdarkirina serpêhatiyên zindî, çîrokên berxwedan û komkujiyan derbas bû. Di hawirek baweriya Elewîtî û çanda kurdî serdest mezin bû. Hemû dewlemendiya çanda kurdî û baweriya Elewiya bi awayek resen ji malbata û civaka xwe girt. Piştre jî bû nûnerê vê bawerî, çand û nasnameyê. Ji ber ked û temsîliyeta vê bawerî û çandî Gumuş di demek kin de bû hezkiriya Qoçgiriyê.
Jiyanek serketftî li dû xwe hişt
Gumuş bi kirin û gotinên xwe ne tenê serpêhatiye serfetî ya jiyanê lê di heman demê de çîrokek ji çand, bîr û baweriyê dagirtî li dû xwe hişt. Bi vê boneyê ew jî ne wekî kesekê wekî Pîra Kiliko, Xaltiya Kiliko, Meta Kilika û Ana Kiliko dihate zanîn. Heta nefesa xwe ya dawiyê wekî pîr, met û dayîka xweza, çand û dîroka Qoçgiriyê jiya. Gulîzar Gumuş di 12’ê Kanûna 2025’an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da lê çand û baweriya kevnar ji hezaran nifşî derbasî hezaran nifşî kir.
Bi Lorika Arix hate nasîn
Her çiqas ne bibe rûyê ser ekranan û mijara lêkolînan jî Meta Kilê di nav gelê xwe de xwedî qedrek giran bû. Wekî dayîk, pîr û hozana kurd bi sedan lorik (hacik/nefes) û kilamên li ser baweriya Elewitiyê dizanîn. Zêdetir wekî pêşengek civakê li şîn û şahiyan bû. Êşa kî hebe Meta Kilê li rex dirûnişt û bi dengê xwe yê ji nava dîrokê diherike heval û hogirî kir. Çanda bi hezaran salan, bi lorikan ragihand heta îro. Ligel van lorik û kilaman bi taybetî piştî Lorika Arix ji Qoçgiriyê heta tevahiya Kurdistanê hate nasîn û bû hiş, bîr û baweriya her darek, kevirek, çem û çiyayek xwezaya kevnar.
Banga serhildanê
Dengbêj Kiliko wekî nobetarek bîra civakî bû. Di lorik û kilamên xwe de hem hêza serhildanê bi bîr dixist hem jî êşa komkujiyan tîna ziman. Tevahiya lorikên Meta Kiliko ji Serhildana Qoçgiriyê bigire heta komkujiya Dersimê hêrs, êş û hêviyên di nav hev de honandî, bi awazek wêjeyî radigihand nifşên nû. Hiş û mejiyê bû hêlûna wêjeya devkî ya gelê kurd û zimanê wê bû bilûra vegotina vê wêje û dîrokê. Ji bo wê di lorikên Meta Kilê de geh hêr û baweriya Qoçgiriyê geh êşên li ser baweriya Elewî û gelê kurd fûriyan. Bîr û baweriya Koçgirî, Dêrsîm û tevahiya Kurdistanê wekî hişmendiyek kolektîf heta roja me anî.
Mîrateya wê dê bidome
Bêguman koça dawî ya Meta Kiliko ku mîna nûnera dawî ya wêjeya devkî ya Qoçgiriyê dihat nasîn, ji bo wêjeya devkî bû windahiyek mezin. Lê Meta Kilê di heman demê de bi dehan ciwanên vê çandê bidomînin jî gihandin. Dengê wê dê heta hetayê di guhê ciwanên nû de bi lerize û çanda qedîm bide jiyîn.
Kurê wê bi îşkenceyê hate qetilkirin
Pîra Kilê wekî piraniya dayîkan ji destê pergalê êşên giran kişandin. Êşa herî mezin jî windakirina zarokên wê bû. Pîra Kilê kurek xwe di qezaya trafîkê de winda kir û kurek wê jî di dema Darbeya 12’ê Îlonê de bi îşkenceyê hate qetilkirin. Serpêhatiyên di zarokatî û ciwaniya xwe bihîstîn vê carê bi êşa zarokên wê dubare bûn. Lê Pîra Kilê hemû êş û azar vegerandin wêjeya devkî û hêmanek berxwedanê.
Çi lorika Arix hat oxirkirin
Pîra Kilê bi merasîmek berfireh li Gundê Arixa Qoçgiriyê dane axê. Bi sedan hezker û şopdarên dengê kevnar met, xaltî, pîk, dayîk û hozana hêja tev li merasimê bûn. Bi sedan hezkeriyên Pîra Kilê bi hezkirin û minetdarî meta xwe bi lorik û nefesên hînî wan kirî, wê oxir kirin.