‘Demokrasî wê bi wekheviya jinan bê avakirin’
Dengê jinên ji pêkhatiyên cûda yên Sûriyeyê, di Konferansa Hevpeymaniya Jinan de bû yek. Di konferansê de peyamên berxwedanê hate dayîn û hate destnîşan kirin ku jin ne tenê aktorek civakî, di avakirina Sûriyeyek nû de hêzên damezrîner in.

Hesekê – Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" tê lidarxistin. Di hemû axaftinên ku di konferansê de hatin kirin de, hate diyar kirin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakî ye û heta ku jin beşdarî pêvajoyên biryargirtinê nebin, demokrasî nay avakirin.
Di konferansa ku ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve tê lidarxistin de, gelek axaftinên siyasî û rêxistinê hatin kirin. Jinan, daxwaza avakirina peymanek civakî ya nû ku beşdariya jinan a pêvajoyên biryargirtinê mîsoger bike kirin û diyar kirin ku ev yek tê wateya avakirina Sûriyeyek pirçandî û adilane.
Dr. Ebîr Selman: Rêveberiya Xweser ezmûneke pêşeng e
Di konferansê de Berdevka jinên Elewî Dr. Ebîr Selman axivî û behsa nakokî û cudabûna di navbera belgeyên olî û pêkanîna wan de kir. Ebîr Selman, rola tevgerên jinan ên nûjen di daxwaza mafên jinan de vegot û bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Rêveberiya Xweser ezmûneke pêşeng e ku rola rasteqîn a jinan di qadên siyasî, civakî û hiqûqî û hwd de nîşan dide."
Anahîd Qesabiyan: Demokrasî wê bi wekheviya jinan bê avakirin
Bi navê Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qesabiyan, diyar kir ku divê jin ne tenê di nava malê de, di qadên civakî û siyasî de jî bi bandor bin. Wê destnîşan kir ku her çend jinên Ermenî di dîrokê de êş û jenosîdên mezin kişandine jî, wan ev êş derbas kirine û ji bo demokrasiyek xurttir têkoşîna xwe didomînin. Anahîd Qesabiyan a got, “Demokrasî wê bi wekheviya jinan bê avakirin," û destnîşan kir ku divê jin beşdarî pêvajoyên biryargirtinê yên siyasî bibin.
Suheyla Senouh: Ji bo demokrasiyê pêdivî yekîtiyê heye
Li ser navê Konseya Jinên Sûriyeyê Suheyla Senouh axivî û got: "Ev konferans ne çalakiyek asayî ye; xalek werçerxê ye ku îspat dike jin dikarin li Sûriyeyê ji bo avakirina demokrasî û azadiyê hemû dabeşbûnan derbas bikin û li ser bingeha edalet, cihêrengî û beşdariya rasteqînde civakek avabikin.
Suheyla Senouh, diyar kir ku ji damezrandina Konseya Jinên Sûriyeyê û vir ve ji bo jinan qadeke jinan a neteweyî avakirine û di vê qadê de gelek navendên piştgirî û bihêzkirinê ava kirine. Suheyla Senouh, destnîşan kir ku jin li dijî tundî û dûrxistinê têkoşîneke rastîn a siyasî û civakî dimeşînin.
Foza Yûsif: Temsîliyeta jinan ne bexşek e, mafekî siyasî û exlaqî ye
Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, wiha got: "Tê gotin ku nûnertiya jinan di parlementoyê de bi rêjeya ji sedî 20 sînordar dimîne. Divê em ji bîr nekin ku jinên Sûriyeyê bedelên pir mezin dane, jiyana xwe ji dest dane, rastî sirgûnkirinê hatine û ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ked dane. Divê em bizanin ku temsîliyeta jinan ne bexşek e, mafekî siyasî û exlaqî ye.”
Foza Yûsif, diyar kir ku li Sûriyeyê dûrxistina jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê, gefekî ya li dijî azadiya jinan e û da zanîn bêyî mafên wekhev ên jinan, wê Sûriye azad nebe.
‘Xweparastina jinan pir girîng e’
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn jî wiha axivî: "Şoreş fedakariyên mezin da û ev şoreş bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî şêwe bû. Jinan bi parastina xwe ev maf bi dest xistin. Yekîneyên parastina jin, bi taybetî li Şengalê li dijî DAIŞ'ê serkeftinên mezin bi dest xist.
Rohilat Efrîn, da zanîn jin ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li hemû herêman rastî tundiyê tên, û ji bo pêşîgirtina vê tundiyê û gefan parastina jinan pir girîng e. Rohilat Efrîn, diyar kir ku bêyî mîsogerbûna ewlehiya xweparastina jinan, wê civak azad nebin.
Sebah Şabo: Bihêzkirina jinan bingeha avakirina civakek biedalet e
Nûnera Konseya Jinê ya li Şam û Bakurê Sûriyeyê Sebah Şabo jî wiha got: "Bihêzkirina jinan ne tenê dirûşmeyek e, mijarekî bandorê li pêşeroja tevahiya civakê bike ye." Sebah Şabo, diyar kir jin bingeha civakê ne û bihêzkirina jinan wê şaristaniyek li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bike.
Sebah Şabo, destnîşan kir jinan ji aliyê rêveberiyên heyî yên li Sûriyeyê ve tên vederkirin û da zanîn divê mafê jinan ên perwerdehî, maf û pozîsyonên wan ên di mekanîzmayên biryargirtinê de bê mîsogerkirin.
‘Azadiya jinan, azadiya hemû gelan e’
Ji Yekîtiya Jinên Êzîdî Kolî Cafo, da zanîn azadiya jinan, azadiya hemû gelan e û diyar kir ku jinên Êzîdî bi parastina çanda xwe berxwedanek mezin nîşan dane. Kola Cîfo, got ku hevgirtina bi gelê li Şengal û gelên din ên bindest re navenda têkoşîna jinan e. Kola Cîfo, diyar kir ku pêwîste jinan bêyî ferqa nasnameya etnîkî, bi hemû jinên Sûriyeyê re bibin yek.
‘Ger jin neyên perwerdekirin, wê civak li paş bimîne’
Herî dawî, li ser navê xwendekarên Durzî axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate dest nîşan kirin ku jin ne tenê nîvê civakê ne, di heman demê de stûna bingehin a civakê ne û wiha hate gotin: “Ger jin neyên perwerdekirin, civak dê li paş bimîne. Bêperwerdehiyê ne tenê jinan, wê tevahiya civakê paş bixe.”
Hate diyar kirin ku divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya jinan werin derbaskirin û ev yek wê rêya pêşkeftina tevahiya civakê veke.