DEM Partî îtiraz kir wezaretê eşkere kir: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
Di çarçoveya 10’yemîn Paketa Daraz de, rê li ber wê yekê hate vekirin ku zarokan bişînîn girtîgehên girtî. Cîgirê Midûrê Giştî yê Girtîgehan a Wezareta Dadê Fatîh Gungor di hevdîtina komisyonê de ragihand ku hejmara zarokên li girtîgehan 4 hezar û 291 in.

Navenda Nûçeyan – 10’emîn Paketa Darazê ku bi îmzeya AKP’ê pêşkeşî Meclîsê hate kirin û MHP’ê jî piştgirî da, li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate qebûlkirin. DEM Partiyê li dijî xalên 16, 17 û 18’ê yên paketê ku dê bike ku zarokên girtî yên li girtîgehên weke “mala perwerdeyê” tên ragirtin derbasî girtîgehên din bike, îtiraz kir.
‘Girtina zarokan dê pirsgirêkê kûrtir bike’
Wekîla DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altan têkildarî xalên navborî axivî û got ku bikaranîna têgeha “Zarokên bi qanûnê re bi îxtîlaf” ya li şûna têgehên “Zarokên ber bi sûc ve hatine birin” û “zarokên sûcdar” rastir e. Bêrîtan Guneş Altan got ku zarok û têkiliya sûc, meseleyên civakî, hawirdorî û civakî yên rê li ber vê mijarê vekirin hatine paşguhkirin û got: “Dibêjin zarokên ber bi sûc ve hatine birin. Ev têgeheke nediyar e. Kî wisa bi zarokan dike? Ji ewil divê navê vê lê were kirin. Divê bê dîtin ku zêdekirina cezayên zarokan dê tiştekî neguherîne. Divê meseleyên ku zarokan ber bi sûc ve dibin, yên ber bi tiryakê ve dibin ji holê bên rakirin.” Bêrîtan Guneş Altan got ku sererastkirina heyî ne bi leha zarokan e, divê zarok ji ewil li mala perwerdeyê bin û got ku girtina zarokan dê pirsgirêkê kûrtir bike.
‘Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene’
Cîgirê Midûrê Giştî yê Girtîgehan a Wezareta Dadê Fatîh Gungor ku li ser daxwaza DEM Partiyê tev li komîsyonê bû jî îdia kir ku zarok firar dikin lewma ew dixwazin bibin girtîgehê. Fatîh Gungor, ji bo pirsa DEM Partiyiyan a têkildarî hejmara zarokan jî got ku ji niha ve li girtîgehan herî kêm 4 hezar û 291 zarok di girtîgehan de ne. Ji bo pirsa “Ji van zarokan çend jê çûne dibistanê û venegeriyane” jî Fatîh Gungor îdia kir ku 194 zarok. DEM Partiyiyan got ku ev rêjeya weke hinceta şandina zarokan a girtîgehan tê nîşandan kêm e û gotin ku xalên behsa xeberê dê bi xwe re encamên nebaş bîne. Pêşnûmeya DEM Partiyê ya li dijî xalên behsa xeberê, bi dengên AKP-MHP’iyan hate redkirin.