Dayikên Aştiyê yên Îranê ji bo bidawîkirina şer bang kirin

Dayikên Aştiyê yên Îranê bi daxuyaniyek daxwaza bidawîanîna şer kirin. Dayîkan bal kişand ser bandorên li ser welatiyan, bi taybetî jin û zarokan û hat diyarkirin ku bandorên şer demên dirêj didomin û ziyanê didin jiyana mirovan.

Navenda Nûçeyan – Dayikên Aştiyê yên Îranê îro daxuyaniyek weşandin û êrîşên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê bi tundî şermezar kirin, daxwaza bidawîanîna şer û dîtina çareseriyên dîplomatîk kirin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên sivîl û siyasî, hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û endamên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê hat kirin û hat xwestin ku li hember êrîşên berdewam û encamên wan ên li ser mercên mirovî bêdeng nemînin û tedbîran ji bo rawestandina şer bigrin.

Êrîş karesetên mezin bi xwe re tînin

Dayîkan siyaseta Donald Trump weke "îstîsmarkar û narsîst" û Benjamin Netanyahu jî wekî "kujerê zarokan" bi nav kirin û diyar kirin ku ev êrîş qanûn û peymanên navneteweyî binpê dikin. Her wiha bal kişandin ser gelê Îranê hatine kirin, bal kişandin ser hedefgirtina binesaziyê, weke navendên tibî, Dibistana Mînab, Enstîtuya Pasteur, navendên lêkolînê yên zanîngehê û piran.

Dê bandorên şer piştî rawestandinê jî berdewam bikin

Di daxuyaniyê de li ser bandorên şer ên li ser welatiyan, bi taybetî jin û zarokan, hat gotin ku gelê Îranê zêde zirarê ji van pevçûnan dîtiye û bal hat kişandin ku bandorên neyînî yên şer bi salan didomin.

Banga çareseriyê

Dayikên Aştiyê yên Îranê xwestin nakokî werin çareserkirin, bi riya diyalogê, planek were pêşxistin, ji bo rawestandina dijminatiyê tedbîr werin girtin û riyên lihevhatinê werin dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola civaka sivîl û beşdariya raya giştî ya ji bo aştiyeke domdar û hat destnîşankirin ku pêkanîna ewlehî û aştiyê nikare bi tenê ji hikûmetan re were hiştin divê gel bi xwe xwedî gotin be.