Dayîkên Şemiyê: Yusuf Erîştî li ku ye?

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê, ya vê hefteyê de çîroka Yusuf Erîştî ku di bin çavan de hat windakirin hat xwendin û dayîkan xwest aqûbeta wî were eşkerekirin.

Stenbol – Dayîkên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza bila Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1094'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Dayîkên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Yusuf Erîştî yê ku beriya 35 salan di binçavan de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Setenay Yarici xwend.

Setenay Yarici anî ziman ku di hefteya 1094'emîn de ew ji bo Yusuf Eriştî yê ku beriya 35 salan bi malbata Erîştî re hatibû binçavkirin li vir in û wiha axivî: “Yusuf ji navçeya Reşadiye ya Tokatê bû. Di 14'ê Adara 1991'ê de dema ku li gel hevalê xwe li Belgrakapiyê bû ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin Şaxa Polîsan a Gayrettepeyê. Parêzer Fethiye Pekşen ji bo bi Yusuf Erîştî re hevdîtînê bike serî li Dadgega Ewlehiyê ya Dewletê da. Lê hevdîtin pêk nehat. Paşê parêzer Fethiye Pekşen ji bo polîsan gilî kir, berpirsiyarên wê deme gotin ‘Yusuf Erîştî nehatiye binçavkirin.’ Lê kesên ku di heman demê de hatibûn binçavkirin Yusuf Erîştî di bin çavan de dîtibûn. Polîsan di binçavan de ji Yusuf re gotibûn ‘me qeyda te nekiriye, li vir tu bimrî jî kes nizane .’”

Setenay Yarici destnîşan kir ku Bekîr û Arîfe Erîştî bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibin jiyana xwe ji dest dan û got: “Em ê doza ku wan ji me re hiştiye bidomînin û aqûbeta Yusuf Erîştî bipirsin. Di ser windakirina Yusuf Erîştî de 35 saş derbas bû. Em bang dikin û dibêjin; ‘Yusuf Erîştî li ku ye.’ Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.