Dayikên Şemiyê: Adalet bêyî eşkerekirina rastiyê nayê bidestxistin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ragihandin ku adalet bêyî eşkerekirina rastiyê nayê bidestxistin. Avakirina Komîsyonên Heqiqetê pêviyeke ku divê neye bipaşxistin e.

Stenbol – Dayikên/Mirovên Şemiyê, ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku çarenûsa xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne û hatine kuştin bipirsin û sûcdar bên darizandi, çalakiya xwe ya 1069’emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku vê hefteyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne kom bûn, aqûbeta  Îbrahîm û Edip Çelik pirsîn. Daxuyaniya çapemeniyê ya çalakiyê ji hêla Seroka Şaxa ÎHD ya Stenbolê Jiyan Tosun ve hate xwendin. 

‘Komîsyona Heqîqetê pêdivî yek e’ 

Jiyan Tosun diyar kir ku hîn jî ji bo kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne û aqûbeta xizmên xwe hîn bûne, mekanîzmayeke çareseriyek bi bandor tune ye û got ku ew têkoşîna xwe didomînin da ku dengê xwe bidin bihîstin û wiha berdewam kır "Îro, em careke din ji xwe re tînin bîra xwe: Bêyî ku rastî were eşkerekirin, edalet pêk nayê. Ne tenê xizmên windayan, lê di heman demê de civak jî divê bizanibe ka çi bi serê kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne hatiye û yên me yên ku li pey xwe hiştine çi dijîn.” 

Ji aliye Hizbulahê ve hatin windakirin 

Jiyan Tosun diyar kir ku wan vê hefteyê ji bo zelalkirina aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edip Çelîk ên ku ji aliyê Hîzbûllahê ve ji malên wan ên li Êlihê hatine girtin û windakirin, çalakî li dar xistine û ev tişt got, “Serlêdanên Merese Çelik ji bo cihê kur û mêrê xwe bê encam man. Ji wê rojê ve 31 sal derbas bûn; tevî hemû serlêdanan jî lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û sûcdar hatine parastin, zincîra bêcezatiyê berdewam kiriye. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ji bo Îbrahîm Çelik û Edip Çelik, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û ji her kesî re bibîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li qada dorpêçkirî bi dawî bû.