Danezana dawî ya komxebata 'Plana Stratejîk a Jinê' hat eşkerekirin

Daxuyaniya dawî ya "Komxebata Plana Stratejîk a Jinê" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hat lidarxistin hat eşkerekirin. Di danezanê de xebat û projeyên ku ji bo jinan bên meşandin hatin girtin.

Navenda Nûçeyan-Şaredariya Bajarê Mezin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê, danezana dawî ya atolyeya "Plana Stratejîk a Jinê" ya ku wê di navbera 2024-2029'an de li bajêr bê meşandin û bi gelek saziyên sivîl re li dar xistibû, ji raya giştî re eşkere kir. Di civîna çapemeniyê ya li otela ku komxebat lê hat lidarxistin de, daxuyaniya dawî ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a Şaredariyê Leyla Çelîk ve hat xwendin. Leylayê diyar kir ku ew girîngiyê didin xebatên li bajêr bi perspektîfa jinan û derxistina hişmendiya jinê.

'Divê li ser esasê wekheviya zayendî budçe bê çêkirin’

Leyla Çelîk bal kişand ku divê li hemû şaredariyan li gorî feraseta azadiya jinê temsîliyeta wekhev esas bê girtin û wiha got: “Her wiha divê li ser esasê wekheviya zayendî budçe bê çêkirin. Weke jin em têdikoşin ku zimanê me li her qadê civakî bibe. Divê pirzimanî di her qada xebatê de esas bê girtin.

 Divê qurs û atolyeyên perwerdeyê yên kurdî bên berfirehkirin. Divê li dijî tundiya mêr bi afirandina hawîrdoreke ewle jin li ber xwe bidin. Divê qadên jiyanê yên ku ji bo hilberînê têne çêkirin (sitargeh) ku tê de ji jinan re piştgirîya derûnî-civakî were peyda kirin, ku ew dikarin xwe baştir bikin û hem jî xwe bi ewle hîs bikin, bêne avakirin.

Divê navendên ewle bên avakirin. Weke Şaredariya Bajarê Mezin, divê li dijî tiryak, fuhûş û îstismara ku li gelek herêmên bajêr belav bûne, li her qadê xebat bên meşandin. Divê semînerên perwerdeyê yên li ser naskirina mafên xwe yên rewa ji jinan re li tax û gundan bên dayîn."

‘Divê bazarên danûstendinê bêne damezrandin’

Leyla Çelîk destnîşan kir ku divê WC-yên gerok bên aktîfkirin û hejmara wan zêde bibe û got, "Divê xebat bên kirin ku li hin nuqteyên bajêr tuwalet bên avakirin. Divê bazarên danûstendinê bêne damezrandin da ku tiştên ku di her malek me de nayên bikar anîn û dibe ku ji hêla kesek din ve hewce be jî tê de bin. Divê li hin nuqteyên bajêr petmatîk bên bicihkirin da ku pêdiviya jinan bi cih bîne."

Pêşniyarên ku di encama nîqaşên di komxebatê de hatin kirin de wiha hatin rêzkirin:

*Gelek kes hewl didin ku bi veqetînên xemgîn re mijûl bibin. Pêvajoyên girtîgehê, sirgûn û hwd. Xizmetên psîkopiştgiriyê ji bo kêmkirina zirara ku ji gelek rewşan li ser jinan çêdibe divê were peydakirin."

*Di qadên wekî nivîskarî û sînemayê de ji bo jinan atolye bên vekirin û bi atolyeyên şanoyê jî destekê bidin van perwerdeyan. Dîsa divê xebatên ji bo piştgirîkirina nivîskarên jin bên kirin.

*Ji bo dengbêjiya jinan zêdetir xuya bibe û ev xebata hunerî pêş bikeve divê xebat bên kirin û malên dengbêjiyê yên jinan bên avakirin.

*Divê semînerên bi temaya jinan ku li ser dîroka jinê tê nîqaşkirin û rojev tên diyarkirin, li akademiyên jinan ên bên avakirin bên lidarxistin.

*Divê li ser tipa alternatîf proje bên pêşxistin. “Atolyeyên Şîfayê” û hwd ku wê di vî warî de perwerdehiyê bidin jinan bên pêşxistin. Divê xebatên perwerdehiyê bên kirin.

*Divê navendên tezekirin hafizayê ku jinên temen mezin û jinên ciwan tê de bên cem hev bên avakirin.

*Divê kompleksên sporê yên jinan bên vekirin û di hemû şaxan de perwerde bê dayîn, divê ji bo klûbên sporê yên jinan piştgirî bê dayin.