DAKB'ê: Em jin di vê têkoşînê de hevrêyên hev in
DAKB'ê ya der barê çaremîn salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”de daxuyanî da, bi gotina “Em jin di vê têkoşînê de piştgiriya hev in, bêhna hev in û hevrêyên hev in”, banga berdana girtiyên siyasî yên jin û bidawîanîna zilm, îşkence û darvekirinan kir.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) derbarê salvegera çaremîn a berxwedana "Jin Jiyan Azadî" ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê berfireh bû, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev têkoşîna bi kuştina Jîna Emînî ya li Tehranê derket pêş, daxwaza azadiyê ya jinên ku demeke dirêj rastî zilm û destwerdanan hatine, nîşan dide.
‘Divê jinên ji bo azadiyê têdikoşin bi tenê neyên hiştin’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkiliyeke xurt a di navbera berxwedana jinên Kurd ên li dijî DAIŞ'ê li Rojava şer dikin û tevgera "Jin Jiyan Azadî" ya li Îranê. Her wiha bal hat kişandin ser berxwedana girtiyên jin ên li Îranê û hat diyarkirin ku divê jinên ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybetî navên Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Nergiz Mihemmedî hatin dayîn, bi tenê neyên hiştin. Daxwaza berdana girtiyên siyasî yên jin û bidawîanîna zilm, îşkence û îdaman hat kirin.
‘Jin aştiyê tînin; jin jiyanê ava dikin’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin herî zêde bandorên şer û pevçûnan hildigirin ser milê xwe û wiha hat gotin: "Jin aştiyê tînin; jin jiyanê ava dikin." DAKB'ê mafê jinan ê biryardana li ser jiyan, bawerî, beden û pêşeroja xwe tekez kir û diyar kir ku heta jin azad nebin, civak jî nikare azad bibe.
Daxuyanî bi gotinên "Em jin di vê têkoşînê de piştgiriya hev in, bêhna hev in û hevrêyên hev in" û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.