‘Dagirkeriya Tirk bi êrîşan hewl dide rola jinan qels bike’
Ji endama rêveberiya Kombûna Jinên Zenûbiya Sena Remezan destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê zêde bûne de divê mafên jinên ku li dijî êrîşan têdikoşin û mafên zarokan werin parastin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-tjm-nsa-znwbya-bmp819688-image.jpg)
ZEYNEB XILÊF
Dêrazor – Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bendava Tişrînê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyê, didomin. Ev yek krîza mirovî ya li herêmê kûrtir dike. Bi êrîşên ku bi taybetî jin û zarok dibin hedef, êşa wan dibe duqat û jiyana wan dikeve xeterê.
Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bendava Tişrînê tenê bi operasyonên leşkerî bi sînor nîne, di heman demê de rasterast sivîl tên hedefgirtin. Rêvebera Kombûna Jinên Zenûbiyayê Sena Remezan, diyar kir ku bi van êrîşan armanc ew e îradeya civakê bişkînin û bi awayê eşkere mafên mirovan binpê dibin.
Sena Remezan, bi gotinên; "Civaka navneteweyî divê li dijî van binpêkirinan helwesteke zelal diyar bike û sivîlan biparêze” bal kişand ku bi taybetî divê mafên jin û zarokan bên misogerkirin û werin parastin.
Jinên xwedî rol in dibin hedef
Sena Remezan, diyar kir ku di êrîşan de ne tenê sivîl, jinên ku di civakê de xwedî rolên girîng jî dibin hedef. Sena hedefgirtina endama Kombûna Jinên Zenûbiya Kerem El Hemed a li Reqayê bû hedefa êrîşa dewleta Tirk bi bîr xist û wiha got:"Kerem El-Hemed, ji bo jinên herêmê çavkaniya îlhamê û sembolek bû. Hedefgirtina wê nîşan dide ku dagirkeriya Tirk jinên di civakê de xwedî rolên girîng in ji bo xwe mîna xeterek dibîne.”
Sena Remezan diyar kir ku jin li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk bertekên mezin raber dikin û wiha domand: "Ev êrîş dibin sedem ku gel bi darê zorê ji cîhê xwe koçber bibe û têkiliyên civakî nemînin. Bi vê yekê êşên sivîlan zêdetir dibin.”
Jin ji bo aştî û edaletê têdikoşin
Sena Remezan, diyar kir ku jin dê ji bo azadiya xwe û kesên ji bo têkoşînê xwe feda kirine têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Em ê têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ji hemû dinyayê re ragihînin. Ji bo rawestandina şeran em ê bixebitin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku pêşî li van êrîşan bigrin, berpirsyariya parastina sivîlan bigrin ser xwe. Aramî û ewlehiya herêmê, tenê bi xebata bi hev re ya ji bo aştî û edaletê pêkan e."
Sena Remezan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin hev bigrin û ji bo pêkhatina edaletê hemû aliyên têkildar bi hev re di nava hewldanan de bin.”