Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîstek jin
Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 12 meh cezayê girtîgehê da Mutehere Gûneyî ya ku aktivîsta mafên jinan e.

Navenda Nûçeyan – Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, şaxa 29’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 12 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta mafê jinan Mutehere Gûneyî biriye.
Hat gotin ku ceza bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê û bêrêziya hemberî rêberê olî yê Îranê’, li Mutehere Gûneyî hatiye birîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Mutehere Gûneyî aktivîstek mafê jinan û girtiya berê ya siyasî ye. Mutehere Gûneyî di 1’ê Hezîrana îsal de, di dema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadwer hatibû binçavkirin û ew şandibûn girtîgeha Evînê. Lê piştre ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, bi girtiyên din re ji bo girtîgeha Qerçek hatibû veguhestin û piştî 24 rojan bi awayek demkî hatibû berdan.