Cûdî Elî: Rojnamegeriya Kurdî di 128 salan de bû xwedî gelek destkeftiyan
Rojnamevan Cûdî Elî diyar kir rojnamevanên Kurd bi belgekirina bûyeran bûn deng û rengê heqîqetê û got: “Bi saya keda hevalên xwe, îro em xwedî mîrateyeke dewlemend in. Rojnamegeriya Kurdî mîraseke sedsalê ji me re hişt.”
SARA EGÎD
Qamişlo – Her sal di 22’yê Nîsanê de Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Vê roja ku rojeke girîng e ji aliyê neteweyî û çandî ve, têkoşîna ji azadiya ramanê bi bîr tîne. Ev roj roja weşandina yekem hejmara rojnameya Kurdistan e. Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misir Qahîreyê hat weşandin. Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdad Mîthet Bedirxan ve hat damezrandin û weke yekem rojnameya bi zimanê Kurdî tê hesibandin. Tevî şert û mercên dijwar jî Rojnameya Kurdistan hat çapkirin û bi awayekî veşartî hat belavkirin. Her wiha di wê demê de weke platformeke çandî û siyasî ji bo pêşvebirina hişmendiya neteweyî ya Kurd û zêdekirina zanîn û zanistê xizmet kir, bû destpêka rêwîtiyeke dirêj a têkoşîna çandî ya gelê Kurd.
Çapemeniya Azad a Kurd bû dengê Kurdan, neynikek ku pirsgirêkên wan nîşan dide û platformek, ji bo mafên wan xizmet kir. Tevî hemû şert û mercên siyasî, zilm û qedexeyan, rojnamevanên Kurd qet dev ji bicihanîna mîsyona xwe bernedane. Ligel Ragihandina jinan ku di bin serweriya zihniyeta baviksalar û şerê taybet ê pergalên zordest bû, di salên 1980`yî de gavek mezin avêt.
Bi boneya 128’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî nûçegihana kanala Ronahî Tv, Cûdî Elî ji ajansa me re behsa girîngiya rojnamegeriya Kurdî kir.
Rojnamevan Cûdî Elî di destpêka axaftina xwe de 128’emîn salvegera roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanên Kurd pîroz kir û wiha got: “Her sal 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kudî ye ji bo me weke gelê Kurd şans û derfetek e. Yekem rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan di sala 1898’an de derket. Tevî zor û zehmetiyan jî heya roja me ya îro rojnamegeriya Kudî dikaribû xwe li ser piyan bigre. Her çiqas gelek rojnameyan dest bi weşanê kiribin û hatibin girtin jî, ev bû hêzek ku rojnamegeriya Kurdî bi xurtî berdewam bike. Em vê rojê li hevalên xwe yên rojnamevan ên di oxira vê riyê de şehîd ketine her wiha li tevahî hevalên xwe yên ku di qadan de ked didin em pîroz dikin.”
‘Rojnamegeriya jinan xwedî taybetmendiyeke pir mezin e’
Cûdî Elî diyar kir ku ev roj bûye weke mîrasek ku nifş bi nifş dişopînin her wiha bûye wesîleyek ku rojnamegeriya Kurdî li ser piyan bimîne û bi navê ragihandina azad bixebite. Cûdî Elî bal kişand li ser rol û mîsyona rojnamevanên jin ên Kurd û wiha pêl da axaftinan xwe: “Dîroka rojnamegeriya jin bi Gurbetellî Ersoz dest pê kir û gelek jinan jî berdewam kir, gelek rojnamevanên jin jî kar kirin, heya îro jî dixebitin. Her wiha roleke mezin di vî warî de lîstin. Dîroka rojnamegeriya jinan di nava rojnamegeriya giştî de xwedî taybetmendiyeke pir mezin e. Ji bo ku gelek rojnamegerên jin xwe bigihîjînin dengê civakê, dengê jinan an jî dengê şoreşê da ku olana vê şoreşê bigihîjînin her derê, belav bikin û mezin bikin canê xwe di oxira vê riyê de feda kirin. Mîna Dîlîşan Îbîş û Cîhan Bîlgîn ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.”
‘Rojnamevanên jin her dem bûn hedefa êrîşên deweta Tirk û çeteyên wê’
Cûdî Elî behsa armanca hevalên xwe kir û wiha domand: “Hevalên me yên rojnamevan xwedî heman aramancê bûn. Armanca wan derxistina rastiyê bi taybetî jî di dema êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagerkir li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê her wiha agahiyên çewt ku ji aliyê wê ve dihatin belavkirin û digotin ku Bendava Tişrînê ketiye bin serweriya wan û bi awayekî rast rgihandina van ji gelê herêmê û tevahî cîhanê re. Bi taybetî jî dema belgekirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan bûyer û êrîşên li ser Bendavê her wiha ragihandin ku bendav neketiye bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gel berdewam dike. Ev bersiva herî mezin û xurt bû li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Piştî çend rojan jixwe herdu rojanmevan rastî êrîşên dewleta Tirk hatin. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta Tirk nahêle jinek deng û rengê heqîqetê derxe û xebatê bimeşîne. Ji bo vê jî tevahî rojnamevan bi taybetî jî rojnamevanên jin bûn hedefa êrîşan. Dîsa bi hedefgirtina rojnamevana kanala Jin TV, diyar bû ku ew ji hêza jinên rojnamevan ditirsin.”
Rojnamevan Cûdî Elî diyar kir ku rojnamevanên jin ên li Bakurê Kurdistanê jî rastî zexta dewleta Tirk tên û wiha bilêv kir: “Gelek rojnamevanên jin li Bakurê Kurdistanê rastî zext û êrîşên dewleta Tirk tên. Rojnamevanên jin tên girtin ji mafên rojnamevaniyê bêpar dimînin.”
‘Jinên Kurd di dema Baasê de di qada medyayê de hatibûn paşguhkirin’
Cûdî Elî tekez kir ku rojnamevaniya jinan tevî zor û zehmetiyan bi hêz e û wiha anî ziman: “Di nava dezgenên medyayê de hejmara herî zêde ya jinan e, ji sedî, pêncî heya 60 jin in. Jin di hemû waran de di dezgehên ragihandin û medyayê de kar dikin, hem weke pêşkêşvan, wênekêş, dîtbarî û di radyoyan de, di her warî de kar dikin. Her wiha di aliyê rêxistinî de jî jin cih digrin. Dema ku rejîma Baasê li ser desthilatdariyê bû, bi awayekî giştî nedihişt Kurd di nava xebatên medyayê de cih bigrin, ji ber ku dema Kurd bibin rojnamevan wê dengê gelê Kurd, reng, çand û zimanê xwe bidin jiyîn ji bo vê jî bi giştî gel bi taybetî jî mafên jinên Kurd tunebû bibin rojnamevan û jin bibin serkêşên civaka xwe.”
‘Bi saya keda hevalên me yên şehîd jin bûn şopdarên heqîqetê’
Cûdî Elî bal kişand ser kêliyên destpêkê yên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û hejmara rojnamevanan û wiha pê de çû: “Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hejmara rojnamevanan kêm bû. Bi taybetî jî rojnamevanên jin. Ji aliyekî ve ji ber nêrînên civakê ji aliyê din ve jî ji aliyê malbatê ve. Digotin wê çawa jin derkevin û li kolanan bibin dengê gel, dengê rastiyê. Yan jî kamereya xwe bigrin destên xwe wêne û dîmen bikşînin. Ji ber ku di civaka me de her dem ji jinan re şerm dihat dîtin ku derbikevin derve. Di destpêkê de gelek zehmetî hebûn, hem jinan bi xwe ji aliyê xwe ve weke kesayet, hem jî ji aliyê civak û malbatê ve ku bi nêrîneke paşverû li jinan mêze dikirin, zehmetî pir bûn. Lê ev yek gav bi gav û bi saya keda hevalên me yên şehîd û Tevgera Azadiyê û bi taybetî Tevgera Azadiya Jinan hat derbaskirin.”
Mîraseke dewlemend
Cûdî Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jinan bi perwerde, bi vîn û hêza xwe kamereya xwe rakirin derketin nava civaka xwe pirs kirin, şopandin û ragihandin. Ev jî bi saya perwerdeyên rojnamevaniyê ku dihatin dayîn bû. Bi wê yekê jin li Rojavayê Kurdistanê beşdarî xebatên medyayê bûn. Em li ser xet û mîrasa şehîd Gurbetellî Ersoz û Nûjiyan Erhan dimeşin.”
Ragihandina xweser
Cûdî Elî destnîşan kir ku rojnamevanên jin di dezgehên medyayê yên xweser de dixebitin û wiha domand: “Ji bilî hejmarek mezin ji jinan di dezgehên medyayê yên giştî de dixebitin, jin di dezgehên medyayê yên xweser de jî kar dikin û gotinên xwe bi şahidiyan wiha bilêv kir: “Weke Radyoya jinan a serbixwe (Star FM), Jin TV, Ajansên jin hatin avakirin. Bi vî awayî jin jî dikaribûn xweseriya xwe di nava dezgehên ragihandinê de ava bikin. Di aliyê rêxistinî de jî (YRJ’ê) Yekîtiya Ragihandina Jin li Rojavayê Kurdistanê ku bi xebatên jinan re mijûl dibe û bûye dezgehek ku hemû jinên rojnameger di nava xwe de birêxistin dike, meclîsa wê heye endamên meclîsê hene.”
‘Dengvedana şoreşa jinan’
Cûdî Elî îşaret bi destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê di qada medeyayê de kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinan xwe di hemû waran de perwerde kir û birêxistin kirin. Di warê leşkerî, aborî, siyasî, civakî, çandî de her wiha jinên rojnamevan jî xwe di van qadan de birêxistin kirin. Bi her awayî xwestin dengê şoreşê derxin, bi taybetî dengê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê her wiha dengvedana Şoreşa Jinan.
‘Em ê sozên xwe jiyanî bikin’
Rojnamevan Cûdî Elî di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê şopdarên riya hevalên xwe yên şehîd bin û wiha got: “Sozên ku me ji bo hevalên xwe yên şehîd dan ew ê ne tenê dirûşm bin, em ê wan di pratîka xwe de pêk bînin. Çawa ku ew ji bo xwegihandina rastiyê di vê xetê de meşiyan li hemberî zor û zehemtiyan bûn mertal, em ê jî xet û riya wan a heqîqetê bişopînin. Mîrateya rojnamegeriya Kurdî ji rojnamevanek derbasî rojanmevaneke din, ji nifşeke derbasî nifşeke din bikin. Em ê xeta ku wan ji me re diyar kirin, bi pêşengiya wan rêwîtiya xwe bidomînin.”