Cudakirina xwendekarên keç û kur ên li Dibistana El-Layîk a Şamê bû sedema nîqaşan

Biryara rêveberiya El-Layîk a Enstîtuya Azadiyê ya Şamê ya veqetandina xwendekarên keç û kur, di navendên perwerde û çandî de bû sedema nîqaşan. Hinek kesan ev biryar wekî gavek paşvekişandinê ji nasnameya laîk a dîrokî ya dibistanê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya "Dibistana El-Layîk" a Enstîtuya Azadiyê ya li Şamê, bi fermî ragihand ku ji sala xwendinê ya 2026-2027’an û pê ve, ji bilî asta dibistana seretayî xwendekarên keç û kur dê di dersxane û hewşên dibistanan de ji hev cuda bin. Ev daxuyanî, bi rêya daxuyaniyek kurt li ser rûpela Facebookê ya enstîtuyê hate weşandin.

Ev biryar, di nava derdorên perwerdehî û çandî de bû sedema nîqaşek berfireh. Rêveberiyê, di daxuyaniyên xwe yên di hinek dezgehên medyayê de diyar kir ku ev biryar "Bêyî talîmatek fermî ya tu saziyek dewletê, bi awayî serbixwe hatiye dayîn.” Her wiha rêveberiyê, destnîşan kir ku ev biryar ji ber "pirsgirêkên perwerdehî û reftariyê" yên ku vê dawiyê hatine tesbîtkirin, hatiye dayîn.

Lêbelê, ev biryar ji nişkê ve derneket. Di Tîrmeha 2025’an de Komîteya Taxa Saruca nameyek fermî ji Rêveberiya Perwerdehiyê re şand û daxwaza cudakirina xwendekarên keç û kur a li Dibistana El-Layîk kir û sedemên wekî "parastina berjewendiyên zarok û keçan, dabînkirina hawîrdorek bêtir baldar û aram û pabendbûna bi prensîbên Şerîeta Îslamî" destnîşan kir.

Daxuyanî, wê demê bi taybetî ji ber ku dibistan ji hêla îdarî ve li derveyî sînorên taxê bû, bû sedema tinazan. Yên ku li dijî biryarê derketin îdia kirin ku "pirsgirêkên reftariyê ne bi tenêtiyê, divê bi rêya çavdêrî, perwerde û xurtkirina nirxan werin çareser kirin û hawîrdorek hevbeş a perwerdehiyê zarokan ji bo jiyana zanîngeh û pîşeyî ya pêşerojê amade dike."

"Dibistana El-Laîk" di sala 1929’an de bi rêya peymanek di navbera hikûmeta Sûriyê û Mîsyona Laîk a Fransî de hate damezrandin. Dibistana ku li ser zêdetirê 9 hezar metreçargoşe erd a li Kolana Bexdayê hat avakirin, di sala 1932’yan de nêzî 80 xwendekaran dest bi perwerdehiyê kir û bi salan bû sembola perwerdehiya hevbeş. Dibistan, bi dehsalan bû sembola perwerdehiya hevbeş, vekirî û modern, girîngiya zimanê Erebî û Fransî tekez kir û gelek nifşên ji malbatên navdar ên Şamê mezûn kir.