Ciwanên Suweydayê di atolyeya hunerên destan de pêşeroja xwe ji nû ve ava dikin
Li hember zehmetiyên jiyanê û bandora telefonên destan, ciwanên Suweydayê di atolyeya hunerên destan de sebir, aştiya navxweyî û hişmendiya jîngehê fêr dibin.
ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Li Suweydayê, ciwan bi vejandina mîrate û hunerên kevneşopî li hember tundiya aborî û jîngehî têdikoşin. Bi amûrên xwezayî yên mîna pelên xurmeyan û qamîşan, hem xweseriya aborî ava dikin hem jî çanda bêtundiyê belav dikin.
Tîma “Ji bo çavên te, welatê min” “Le Îyeonek ye beledî” duh, wekî beşek ji rêze bernameyên perwerdê û însiyatîfan, atolyeyeke çêkirina amûr û cil û bergan ji bo ciwanan li dar xist. Armanca sereke ya vê gavê ew e ku ciwan fêrî bikaranîna çavkaniyên xwezayî bibin û hunerên kevneşopî ji tunebûnê biparêzin. Beşdarên atolyeya çêkirina cil û bergan, banga pêşxistina çandeke bêtundî kirin. Di atolyeyê de hate destnîşankirin ku bi vejandina hunerên kevneşopî, bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên berdest û teşwîqkirina ciwanan re, mirov dikare tundiya aborî û jîngehî bibîne û xweseriyê ava bike.
‘Vejandina mîrateyê’
Nisrîn Makarêm tekez kir ku armanca însiyatîfê vejandina mîrateyê ye ku bi tunebûnê re rûbirû ye. Nisrîn bi bîr xist ku ji ber şer û pevçûnan herêmê şahidiya pêleke koçberiyê kiriye û wiha domand: “Gelek niştecihan mal û amûrên xwe winda kirin. Bi rêya van însiyatîfan, ciwan têne teşwîqkirin ku materyalên berdest û kevne-cilan bikar bînin da ku hewcedariyên xwe yên rojane bicîh bînin.”
’Perwerde mafekî bingehîn ê mirovan e’
Nisrîn Makarêm rave kir ku perwerde beşek ji nîqaşa li ser ne-tundiya aborî û jîngehî ye û ev agahî dan: “Beşdarên ciwan hunera çêkirina pelên xurmeyê wekî celebek berxwedanê dibînin. Ji ber ku hilberên plastîk ên zirardar bi alternatîfên dostên jîngehê têne guherandin.”
Di çarçoveya atolyeyê de fîlma "The Boy Who Harnessed the Wind" hat nîşandan. Nisrîn destnîşan kir ku şert û mercên dijwar ên li Suweydayê û bikaranîna mafê perwerdeyê wekî amûrek siyasî, hewcedariyê bi zanînê çêdike û wiha got: “Perwerde mafekî bingehîn ê mirovan e û riya herî ewle ya ber bi rizgariyê ve ye.”
‘Dê 100 salan bidome’
Hela El-Cebir diyar kir ku parastina çavkaniyên xwezayî bi veberhênan û bikaranîna qamîşan pêk tê, li şûna ku ew werin şewitandin an xirab bibin. Hela çavdêriyên xwe wiha anî ziman: “Amûrên ji qamîşan çêbûyî dikarin 100 salan bidomin. Ev hunera bav û kalan sûdmend e. Zanîna ku di kursê de tê wergirtin, di nav malbat û dibistanan de belav dibe û têgihîştina bêtundiya jîngehî xurt dike.”
‘Rûbirûbûna tundiya aborî û jîngehî’
Katrîna Rislan a 16 salî ya ji tîma “Ji bo Çavên te, Welatê Min” bal kişand ser girîngiya karê ku dikin û wiha got: “Beşdar fêrî çêkirina amûrên ji qamîşan dibin. Ev huner beşdarî xweseriyê dibe. Şêwaza jiyana heyî ku bi telefonên destan ve girêdayî ye bibe sedema stresê. Lê hunerên destan alîkariya sebir û kontrolkirina hestan dikin. Bêtundiya jîngehê tê wateya parastina hemû zindiyan.”
‘Huner sebrê fêr dike’
Jina ciwan Hela Reşîd a 16 salî anî ziman ku ew beşdarî kursa textçêkirinê dibe û dûrî dîskên telefonan demê derbas dike. Hela vê hunerê wekî sembola aştiyê dibîne û got ku ev fêrbûn dikare di pêşerojê de bibe çavkaniya dahatê, sebrê fêrî wan dike û enerjiya neyînî ji holê radike.
‘Nirx jî bi bêtundiyê ve girêdayî ne’
Tulîp Ebû Hecîla ya 16 salî jî diyar kir ku hunermendek çîmenê naşkîne, belkî bi aramî veguherîne hilberek bikêrhatî: “Di çanda bêtundiyê de mirov pirsgirêkan bi aramî çareser dike. Bêtundiya jîngehê li ser bingeha veguherandina tiştên hêsan bo amûrên kêrhatî ye. Ev jî xizmeta parastina jiyanê dike.”