Cezayîrê bi riya duyemîn Festîvala Şîn Deryaya Spî pîroz kir

Duyemîn "Festîvala Şîn" bi dirûşma "Jiyanê di Şîn de Bijî" bi armanca pîrozkirina Deryaya Spî û xurtkirina çanda parastina jîngeha deryayî dest pê kir. Lêkolîner û jîngehparêzên deryayî tevlî festîvalê bûn.

NECWA RAHIM

Cezayîr – Navenda Înkubatora Cezayîrê duh roja 7’ê Tebaxê ji bo duyemîn "Festîvala Şîn" şevek nîqaşê ya zanistî û çandî li dar xist. Lêkolîner û beşdarên di warên jîngeh û deryayî de, her wiha ciwanên ku di xebata jîngehê de çalak in, beşdar bûn.

Şeva ku di bin mijara "Jiyanê di Şîn de Bijî" hate lidarxistin, Deryaya Spî pîroz kir û hawl hat dayîn ku hişmendiya li ser girîngiya parastina derya û peravê were pêşxistin. Bernameya vekirinê pêşkêşiyek danasînê li ser însiyatîfê, temaşekirinek komî û nîqaşek li ser maseya dorveger dihewîne ku diyaloga vekirî û danûstandina ramanan di navbera beşdaran de hêsan kir.

Girîngiya beşdariya ciwanan di parastina deryayan de hat vegotin

Beşdarên çalakiyê bi yekdengî li ser girîngiya beşdarkirina ciwanan di parastina derya û peravê de û pêşvebirina hişmendiya jîngehê bi riya zanist û medyaya dîjîtal li hev kirin. Beşdaran tekez kir ku însiyatîfên sivîl ên wekî "Festîvala Şîn" dikarin hişmendiyê veguherînin çalakiyeke kolektîf a berbiçav.

Gotûbêj li ser çend mijarên têkildarî jîngeha deryayî bûn, di nav de rola medyaya dîjîtal  weke amûrek ji bo destpêşxeriyê û guhertina civakî û çawa ciwan dikarin wê bikar bînin da hat nîqaşkirin.

Mijara bikaranîna zanistê di jîngeha Deryaya Navîn de hat nîqaşkirin

Her wiha mijara bikaranîna zanistê ji bo xizmeta jîngeha Deryaya Navîn, bi riya pêşkêşiyek ji aliyê lêkolîner û mamosteya zanistên deryayî, Assia Benfegoul ve hat nîqaşkirin. Assia girîngiya zanîna zanistî di têgihîştina pirsgirêkên ku derya û ekosîstemên deryayî pê re rûbirû ne, nîqaş kir.

Maseya dorhêl cihek ji bo ramanek kolektîf li ser têkiliya di navbera welatiyan û derya û peravê de û berpirsiyariya takekesî û kolektîf ji bo parastina vê mîrateya xwezayî peyda kir, bi taybetî di ronahiya pirsgirêkên jîngehê yên ku deverên peravê pê re rûbirû ne de.

'Armanca fastîvalê ewe ku welatiyan ser parastina deryayê motîve bike'

Yek ji amadekarên "Festîvala Şîn" Yasmîn Lakrîb,  piştrast kir ku însiyatîf di festîvala duyemîn de, bi tevlêkirina welatiyan û ciwanan di çalakiyên hişyarkirinê, perwerde, hunerî, werzîşî û beşdarbûnê de, li ser avakirina çandeke parastina derya û peravê dixebite. Yasmîn destnîşan kir ku festîval bi xwe weke însiyatîfek sivîl û jîngehê ya ji bo parastina derya û peravê Cezayîrê hatiye veqetandin. Bi çalakiyên xwe yên cûrbecûr hewl dide hişyariya giştî bilind bike û welatiyan motîve bike ku çalakiyên berbiçav ji bo parastina mîrateya deryayî ya Cezayîrê, bikin.

Her wiha Yasmîn tekez kir ku însiyatîf vîzyonek e ku ji hêla tîmek ciwanan ve tê birêvebirin, di xebata jîngeh û civakê de beşdar in û ew bi armancên pêşketina berdewam re, bi taybetî armanca 14 (SDG 14) a têkildarî jiyana di bin avê de, bi armanca veguherandina festîvalê bo tevgerek sivîl a neteweyî ya ku bi parastina derya û peravê li Cezayîrê re eleqedar e, li hev dike.

'Parastina deryayê peywira civakê ye jî'

Li gorî organîzatorên wê, bi duyemîn "Festîvala Şîn" armanc ew e ku were tekezkirin, parastina deryayê ne tenê berpirsiyariya saziyan e, pirsgirêkek civakî ye ku hişyarî û beşdariya çalak ji welatiyan hewce dike.