Cezayê darvekirinê ya Werîşe Mûradî hate betalkirin
Parezêrê Werîşe Mûradî Mustafa Nilî, ragihand ku cezayê darvekirinê ya muwekîlê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin.
Navenda Nûçeyan – Parezêrê Werîşe Mûradî Mustafa Nilî, di hesabê xwe ya medyaya dîjîtal X’ê de ragihand ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê, betal kiriye.
Mustafa Nilî, di daxuyaniya xwe ya di X’ê de wiha got: “Piştî ku îtîraza Werîşe Mûradî diDadgeha Bilind de hate nirxandin, ji ber kêmasiyên di lêpirsînê de û binpêkirina prosedurên hiqûqî, biryara Daîreya 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hate xirakirin û doz ji bo ji nû ve nirxandinê ji heman daîreyê re hate şandin."
Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), di 19’ê Kanûnê de parêzerên dosyayê serî li Daîreya 9’emîn a Dadgeha Bilind dan û bi awayekî fermî ji wan re hate ragihandin ku cezayê darvekirinê ya girtiya siyasî Werîşe Mûradî hatiye betalkirin.