Boko Haram di du rojan de bi sedan jin û zarokan revand
Hat hînbûn ku rêxistina terorê ya Boko Haramê, ji 100’î zêdetir xwendekarên Nîjeryayî û mamosteyek revandiye.
Navenda Nûçeyan - Li gorî ragihandina xwecihî ya Nîjeryayê, Boko Haram li bajaroka Kuriga ya li bakurê rojavayê welat ji 100’î zêdetir xwendekarên Nîjeryayî û mamosteyek revand. Şahidan bûyerê, diyar kirin ku kesên çekdar bi motorsîkletan ketine dibistanê û dan zanîn ku ji 100’î zêdetir xwendekarên temenê wan di navbera 8-15 salî de û mamosteyek revandine. Hat diyarkirin ku di dema êrîşê de xwendekarek ji aliyê çekdaran ve hatiye birîndar bûye û xwendekar li Nexweşxaneya Bîrnînê Gwarî tê dermankirin.
Duh jî jin û zarok hatibûn revandin
Hikûmetê heta niha jî der barê çalakiya Boko Haramê de tu daxuyaniyek neda û tê gotin ku rêxistinê duh jî bi dehan jin û zarokên ku li kampa penaberan diman û ji bo komkirina daran çûbûn daristanê revandiye. Tê diyarkirin ku der barê vê êrîşa li herêma Gamboru-Ngala ya di sînorê Kamerûnê pêk hat de operasyonek hatiye destpêkirin. Nûnerê NYê ya rojnameya Daily Trust a Nîjeryayê Muhammed Malik, di nûçeya xwe de diyar kiribû ku hejmara kesên hatine revandin 200’e.
276 zarok hatibûn revandin
Boko Haram ku ji sala 2009’an ve li ser kar e, di sala 2014’an de ji dibistaneke dewletê ya li eyaleta Bornoyê 276 xwendekarên keç revandibû. Li Nîjeryayê, di demên dawî de li deverên cuda yên welat ji bilî çeteyên çekdar, bi êrişên rêxistinên terorîst Boko Haram û ISWAP ku şaxên DAIŞ'ê yên Rojavayê Afrîkayê ne re rû bi rû dimîne