Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girseya gel diherike 7 qadên çalakiyên 8’ê Adarê.
Navenda Nûçeyan – Jinên ji hemu pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cil û bergên xwe yên neteweyî berî didin 7 qadên çalakiyên 8’ê Adarê.
Qadên çalakiyan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, alên Kongra Star, YPJ û YPG’ê hatin xemilandin.
Li gorî bernameya çalakiyan, dê axaftin werin kirin û çalakiyên çandî û hunerî werin lidarxistin.
Li 7 navendan çalakiyên 8’ê Adarê tên lidarxistin
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îro 7 navendan çalakiyên girseyî tên lidarxistin.
Bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" îro li Heleb û 5 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin.
Navendên ku dê çalakî lê werin lidarxistin ev in:
*Gundê Dirêjîkê yê navçeya Tirbespiyê
*Sed Xerbî ya li Hesekê,
* Daristana li rojavayê bajarê Kobanê, saet: 12.00
*Li Şehbayê çalakî bi meşekê dest pê dike û wê li qada pîrozbahiyê ya li navçeya Ehdasê dewam bike.
* Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê, saet:13.00
*Stadyuma Yekitiya Werzîşê ya bajarê Tebqayê , saet: 13.00
*Li Helebê jî çalakî saet di 11.00’an de ji ber navenda ciwanan a li taxa Şêxmeqsûd dest pê dike û bi pîrozbahiye li herêma Şiqêf bi dawî dibe.