Birînên ji ber komkujiya 24’ê Nîsanê vebûne hê jî nekewiyane!
Di vê serdema ku cudakarî ji her aliyê ve didome de, rûpelên dîrokê komkujî û qirkirinek din tînin bîra me. Êşên ji ber sirgûnî, komkujî û destdirêjiyê hatin kişandin, ev 110 sal in didomin.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi sedan salin ji ber nav, dîrok, nasname, ol û mezheban, komkujî çêdibin. Di komkujiyan de bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran perçeyek ji bedena xwe dan. Mirov bûn şahidên kêliyên wisa ku tu carî neyên jibîrkirin. Bi wan bîranîn ku di tevahiya jiyana xwe de weke birînek ku xwîn jê biherike re jiyana xwe domandin.
Gotina ‘Jiyana bi hev re’ çiqas bi hêsanî tê gotin. Çiqas kes diparêzin û hesreta vê gotinê ne lê mirovan vê hêsaniyê bi girêkên kor ên nefretê girêdan û hê jî vê yekê didomînin. Gelek komkujiyên ku mirov dibêjin qey dema ji nedîtî ve werin dîtin, dema li ser neyên axaftin dê ji bîr bibin, di rastiyê de deriyê rojên tiştên îro tên jiyîn vedikin.
Jinên Ermeni Ezidî û Elewî
Jinên Êzidî yên di çaryeka vê sedsalê de hatin kuştin, li bazaran hatin firotin, rastî desdirêjiyê hatin. Bebikên ku revandin, li ser medyaya dîjîtal derxistin bazarê û firotin, li malan bûn xizmetkar. Niha jî dora jinên Elewî ye…
Li Sûriyeyê bi guherîna rêveberiyê re Elewî bûn hedef. Elewiyên ku li pêş çavên cîhanê tên qetilkirin dixwazin mirov dengê wan bibhîzin. Li Xezayê jin û zarokên ku her kêlî rastî bombebarên tên, dixwazin cîhan êdî wan bibîne, dengê wan bibhîze.
Mîna hebhinarkan belav bûn
Di vê serdema ku cudakarî ji her aliyê ve didome de, rûpelên dîrokê komkujî û qirkirinek din tînin bîra me. 24’ê Nîsana 1915’an! Her çend hewl hatibe dayîn ev qirkirin ji nedîtîve were dîtin jî, helwesta dewletê ya bi mantiqa çi dibe bila bibe ‘divê dewlet were parastin’ hê jî didome. Tevî bi dehan belgeyan, serpêhatî û gotinên şahidan jî navê vê rastiya ku nayê pejirandin qirkirin e. Ermeniyên ku hinarê weke sembola bereketê didîtin, di roja serê salê de, di dawet, vekirina cihên kar de dişikandin û hêvî dikirin ku weke hebhinarkan zêde bibin; li ser van axan di roja 24’ê Nîsana 1915’an de wek hebhinarê li ser axê belav bûn. Çi tiştê ku wan li ser van axan bi gelên din re dikir yek hat tunekirin lê tiştên qewimîn tu carî nehatin jibîrkirin, bandorên wan bi salan domiyan. Neviyên kesên ji komkujiyê rizgar bûn, wê xewnereşkê dizanin û vedibêjin.
Bi koman mirov kuştin
Di ser komkujiya Ermeniyan de 110 sal derbas bûn. Jinên Ermen di vê komkujiyê de sirgûn bûn, bi mirin, fihûş, birçîbûn, şîdet û destdirêjiyê re rûbirû man. Di 24’ê Nîsana 1915’an de komkujiyên ku li dijî pêşengên civaka Ermenî destpê kirin, li ser gel bi kuştina komî ya mirovan belav bûn. Li gorî şahidên wê demê tu Ermenek ku ji malbata wî/kes nehatibe kuştin nema. Ermen mîna hebhinarkan li axên din belav bûn. Hinek ji wan piştî salan gihîştin hev. Komkujiya Ermenan ji bihara 1915’an dest pê kir û heta payîza 1916’an domiya. Tê diyarkirin ku di komkujiyan de herî kêm 664 hezar, lê li gorî texmînan 1,2 milyon mirov hatine kuştin.
Destdirêjî wek çek hat bikaranîn
Destdirêjiya li dijî jin û zarokên Ermen wek çeka şer hat bikaranîn. Sûcên destdirêjiya ku li dijî jin û zarokên keç çêbû, hinek ji wan hatin belgekirin. Di gelek çavkaniyan de hat gotin ku ev sûc hatiye kirin. Kesên navdar ên wê serdemê, ji rayedarên welatên cuda re bi dehan car name şandin û xwestin jin û zarok werin parastin. Şahidan diyar kirin ku jin piştî destdirêjiyê hatine qetilkirin. Hinek ji wan jinan jî piştî wê rewşê xwe kuştin. Destdirêjî wek perçeyek qirkirinê hat pênasekirin.
Di tevahiya dema qirkirinê de jin sirgûnî çolên Sûriyeyê hatin kirin. Jin û zarok, di bazarên li Şamê de bi awayê pêxas hatin pêşandan û firotin. Wê serdemê firotina jinan ji bo mêran bû ‘çavkaniyek girîng a dahatê.’
Hê jî dikarin wan bidarizînin
Bi êrîşên qirkirinê re hat diyarkirin ku hinek rayedarên Osmanî û kesên sivîl ji vê komkujiyê berpirsyar in, di dadgehên Dîwanî-Herb ên di nava împaratoriyê de hatin danîn de û di dadgehên ku ji aliyê Îngilîzan ve li Maltayê hatin danîn de, hatine darizandin. Encamên van darizandinan pir hatin nîqaşkirin. Di dadgehan de kiryaran li sûcên xwe mikur hatin. Her çiqas hinek ji wan cezayê darvekirinê girtibin jî gelek ji wan beraet kirin. Îro jî li ser hiqûqê nîqaş tên kirin û her çiqas di ser re 110 sal derbas bûbe jî, sûcdar dikarin werin darizandin. Tê gotin ku ger bûyerên 24’ê Nîsanê wek qirkirina nijadî werin pejirandin, dê sûcdar werin darizandin.
Sûcên nefretê didomin
Li Tirkiyeyê pênaseya ‘Qirkirina Ermeniyan’ hê jî sûc e. Gelek kesan ji bo ku vê yekê gotin bi îdiaya ‘bi eşkereyî biçûkxistina gelê Tirk’ hatin darizandin. Qirkirin tê înkarkirin, kesên li dijî vê yekê derdikevin bi ‘îxanetê’ tên sûcdarkirin. Sûcên nefretê yên li dijî gelê Ermen jî hê didomin. Li vê erdnîgariya ku hê jî pênaseya ‘Ermen’ ji gotina navê neteweyek zêdetir mîna heqaret tê binavkirin de, êrîşên ku beriya sed sal qewimîne îro li Tirkiye û Sûriyeyê li dijî nasname û baweriyên cuda didomin. Têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariyên xwedî heman ferasetê jî didome.
Malbata xwe wenda kir
Ji wê demê gelek çîrok gihîştin îro. Me çend ji van çîrokên jinan, ji bo hevrûbûnê û ji bo ku neyên jibîrkirin anîn ba hev.
Avrora Mardiganyan, yek ji wan jinên ku rastî qirkirinê hatin bû. Di sala 1901’an de li Dêrsimê di nav malbatek ku bi cotkarî û çêkirina hevrîşmê re mijûl dibû de, hat dinê. Di nav heşt zarokên malbatê de ya sêyemîn bû. Gava ku jidayîk bû, navê wê Arshaluys Martîkyan bû. Dema komkujî destpê kir, xwendevanek baş û kemangerek jêhatî bû. Bav û birê wê li ber çavên wê hatin kuştin. Bi dayîka xwe û xwişkên xwe re rastî zordariya koçberkirina jinên Ermen a çolên Sûriyeyê hat. Di vê rê de wê firotin harema serokê eşîrek. Reviya, hat girtin, dîsa hat firotan, dîsa reviya.
Di reva xwe ya dawî de 18 mehan, tenê koka nebatan xwar û jiyana xwe domand. Bi piyên tazî meşiya û dawiya dawî gihîşt Erziromê. Ji bo ku birayê xwe yê wek zirkur dane malbatek li Emrîkayê dijî bibîne, îlan da rojnameyan. Bi vê îlanê bala rojnamevanan kişand û herkes bi çîroka wê hesiya.
60 hezar sêwî xwedî kir
Tiştên ku Arshaluys Martîkyan têkildarî komkujiyê vegotin, di rojnameyên li New Yorkê û Los Angelesê de hatin çapkirin. Ev vegotin piştre di pirtûkek de hatin komkirin. Di pelga pirtûkê de wêneyê Arshaluys Martîkyan ê bi tevî cilûbergên Ermenan, cîh girt. Piştî demeke kin jî fîlmek hat çêkirin,. Ji bo ku nasnameya xwe biparêze, di rola sereke ya fîlm de ne bi navê xwe, bi navê Aurora Mardîganyan leyîst. Fîlm li 23 welatan hat nîşandan. Arshaluys Martîkyan tu car negihîşt birayê xwe, lê pereyê ku ji fîlm hatin, ji 60 hezar sêwiyên Ermen re şand. Ew bû yek ji kesên ku destdirêjiyên girseyî yên çêbûne ji dinyayê re ragihandine.
Marî Beyleryan û têkoşîna wê
Marî Beyleryan jî di sala 1877’an de li Stembolê jidayîk bû. Wek rojnamevan, nivîskar, helbestvan, mamoste û parazvana mafên mirovan hat bibîranîn. Marî Beyleryan perwerda xwe li Dibistana Hunerê ya Pera domand. Marî Beyleryan di vê serdemê de ji aliyek ve jî bi nasnavka Kalîpso di rojnameya Arevelk (Rojhilat) de li ser jiyanên jinên Ermen nivîsand. Piştre di rojnameya Xinçak a di dema Partiya Sosyal Demokrat a Xinçak a di serdema Osmaniyan de hatiye weşandin de, bû nûçegîhan. Marî Beyleryan, xebatên birêxistinkirinê meşand û piştre ji bo ku di serî de Stembol li gelek deverên Anatolyayê jinan bîne ba hev, kar kir. Di 15’ê Tîrmeha 1890’î de li hember Abdulhamît yekem meşa mezin hat lidarxistin. Ev bû yekem meşa ‘numayîş’ a gayrîmuslîman a di axa Osmaniyan de hatiye lidarxistin. Marî jî, vê meşê wek nûçegîhan şopand. Çand sal piştî vê çalakiyê, bû yek ji kesên ku xwepêşandana Bab-i Alî birêxistin kirine. Armanca çalakiyê, ragihandina zilm û zora ku Ermenên Anatolyayê lê rast hatine bû.
Hê jî nayê zanîn li ku hatiye kuştin
Çalakiya ku Marî Beyleryan xwest ji bo daxwazên jinan bîne ziman li dar bixe, bi êrîşa polîsan veguherî pevçûneke bi xwîn. Bû sedema lêgerîna Marî Beyleryan. Demek dirêj Marî Beyleryan, qaçax jiya. Marî Beyleryan a ku derbarê wê de fermana kuştinê hat dayîn, li Misirê jiya. Di sala 1908’an de piştî îlankirina Meşrutiyeta 2’yemîn, bi bandora ‘bayê nerm’ ê li Stenbolê vegeriya welat, lê di komkujiya 1915’an de hat kuştin. Hê jî nayê zanîn Marî Beyleryan li ku derê hatiye kuştin.
Zabel Yaseyan
Zabel Yaseyan, di 4’ê Sibata 1878’an de li Uskudarê di malbatek dewlemend de hat dinê. Zabel Yaseyan, di tevahiya jiyana xwe de bû şahida xizanî, zilm û komkujiyan. Bi teşwîqa malbata xwe, wek gelek rewşwenbîrên wê serdemê wê şandin Parîsê. Di sala 1894’an de li Zanîngeha Sorbonnê, beşa felsefe û wêjeyê xwend. Di akademiyê de lêkolînên teorîk û xebatên ferhenga Fransizî-Ermenkî kir. Di kovarên Fransiz û Ermenî de pexşan, helbest û kurteçîrokên wê hatin weşandin. Di nava 8 salên jiyana xwe ya li wê derê de zewicî û du zarokên wê çêbûn.
Arevelyan Mamul
Di sala 1902’yan de vegeriya Stenbolê û di rojnameya Arevelyan Mamul a siyasî û wêjeyî ya heftane ya Ermenî ku li Îzmîrê dihat çapkirin de nivîsên li ser rexneya wêjeyî rêzenivîsên wê hatin weşandin. Di sala 1915’an de ket lîsteya Ermeniyên bi xeter a Îttihat Terakkiyan. Jiyana wê bi sirgûnê derbas bû. Bulgaristan, Azerbaycan, Misir, Fransa, Yesayanê li sûrgunê domiya.
Verçîn Pacagî
Heta dawiya sala 1918’an ji bo alîkariya penaber û sêwiyên li Rojhilata Navîn xebitî. Di wê pêvajoyê de li ser bêdadiya li dijî gelê Ermen romanên bi navê (Qedeha dawî) Hokis Aksoryal (Ruhê min ê li sirgûnê; 1919) nivîsand. Di sala 1933’yan de li Ermenistana Sovyetê bicîh bû û tevlî yekemîn kongreya Yekîtiya Nivîskarên Sovyet a li Moskovayê hat lidarxistin bû. Her çiqas tekez nebe jî tê gotin ku di sala 1943’yan de li Sîbiryayê hatiye kuştin.
Yekem bijîşka jin
Zaruhî Kavlajyan, bijîşka yekem jin a Tirkiyeyê bû. Ji ber ku di împaratoriya Osmanî de xwendina tibî ji bo jinan qedexe bû, Zaruhî Kavlajyan li Adapazariyê ji Koleja Keçan a Amerîkan mezûn bû. Dö sclc Sala 1889’an ji bo perwerdeya xwe bidomîne çû Emrîkayê. Piştî ku di sala 1903’yan de ji beşa tibê ya Zanîngeha Îllînoîs mezûn bû, vegeriya Adapazariyê bi bavê xwe yê bijîşk re xebitî.
Di salên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, tevlî xebatên alîkariya birîndar û mexdûran bû. Paşê jî li Stembolê bicîh bû, li Koleja Keçan a Amerîka ya li Uskudarê bi navê bijîşk Kaval hat nasîn. Zaruhî Kavlajyan, bû şahida rojên herî bi êş.