Çalakvanên Mexmûrê: Şertê me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, du sal li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 144’emîn, di roja 738’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 144’emîn, di roja 738’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 143’emîn Edban Yilmaz axivî.
‘Divê em xwedî li proseya aştiyê derkevin’
Edban Yilmaz bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ev tişt got: “Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe, pêwîste şert û mercên Îmralî bên guhertin ku Rêbertî bikaribe bi rêhevalên xwe, gelê Kurd û dostên xwe re bikeve nav têkiliyan. Di sedsala 21’an û Rojhilata Navîn de şerên ku tên kirin û giştî Cîhan dinava şereke de ye, li girava Îmralî ji bo pêşxistina proseya aştiyê Rêbertî berxwedanek bêhempa dide meşandin. Ji bo ev berxwedan bigihe asta serkeftinê pêwîste wek gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji bo biratiya gelan xwedî li vê proseyê derkevin.”
‘Divê hikumeta AKP’ê di milê qanûnî de guhertinan çêbike’
Edban Yilmaz destnîşan kir ku tekane riya xilasbûna ji qirkirinan fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Dibe ku dinava parlementoya Tirkiyê kesên naxwazin ev prose serbikeve hene, lê divê hêzên Tirkiyê, gelên demokrat û dostên Kurd xwedî li proseyê derkevin. Pêwîste hikumeta AKP’ê di zûtirîn dem de di milê qanûnî de guhertinan çêbike. Girtiyên ku bi salane di girtîgehê de nexweşin bên azadkirin, girtiyên ku hikmê wan xilasbuye lê ji ber muameleya keyfî ya hikumetê nayên berdan, demek zutir bên berdan. Divê milê qanûnî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û şert û mercên Rêber Apo werin baş kirin.”
‘Tekane şertê me yê bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Edban Yilmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vir heta Îmralî silavên xwe dişînin, em girêdana xwe ya bi xeta Rêbertî û meşa wî ya azadiyê re didin diyarkirin. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em nikarin bejin pêvajo serketiye. Tekane şertê me yê bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Merasîma dewirgirtinê bi dewirgitina koma 144’emîn û dirûşmeyan dawî bû.