Bîlançoya birîndarên êrişa li Zirganê giran bû

Bîlançoya birîndarên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Um Hermel ê Zirganê bû 8.

Zirgan – Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker şevê din saet di 02.30ˈan de li gundê Um Hermel ê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê malek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ji malbatekê zarokek û 2 welatiyên din jiyana xwe ji dest dan.

Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad.

Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 4 kes jî birîndar bûne. Herî dawî hate diyarkirin ku 8 kes birîndar bûne.

Birîndar ku piraniya wan jin û zarok in, veguhastin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Navên birîndaran wiha ne; Terfa Remedan Ebdullah, Sîham Îbrahîm Ebdullah, Zeyneb Îbrahîm Ebdullah, Şehed Taha Ebdullah, Rexed Ebdullah, Ehmed Taha Ebdullah, Melek Mihemed Mirî, Fatima Mehmûd Ebdullah.

Hat zanîn ku birîndarên rewşa wan giran e, veguhastine nexweşxaneyên Qamişloyê.

Hate diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne pismam û dotmamên hev in.