‘Bila butçe ne ji şer re ji bo gel were xerckirin’
Li Tirkiyê ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd butçeya ku ji şer re tê veqetandin, dibe sedema xizaniyê. Jinên ku nikarin çend qevd şînahiyan jî ji bazarê bikirin, destnîşan kirin ku ewê bi guherîna desthilatdariyê rewşa aborî baş bibe.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Serokê Ewlehiya Civakî û Xebatê yê Tirkiyê Vedat Işikhan diyar kir ku ji 1’ê Çileyê pê ve ewê Mehaneya Kêmtirîn ji Çileya 2025'an şûnde bibe 22 hezar û 104 TL. Di şûna ku daxwazên gel û sendîkayên karkerên liberçav bê girtin de, desthilatdariya AKP’ê li gor daxwazên IMF’ê û Bankeya Cîhanê û saziyên malî yên navneteweyî, mehaneyê diyar kir. Bi vê yekê re, di sala 2025’an de jî “birçîbûn û xizanî” ji bo gel rewa hat dîtin. Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî weke her gavê, ji bo vê rewşê jî got: “Ji bo welatê me û gelê me ser xêrê be.”
Li welatê ku gel di nava xizaniyê de dijî, butçeya herî zêde ji qadên “parastin û ewlehiyê” re tê xerckirin. Tenê di sala 2024’an de ji bo şer trîlyonek û 133.5 milyar lîra hatiye peydakirin. Di sala 2025’an de butçeya ku ji şer re were veqetandin hê nehatiye eşkerekirin. Welatiyên ku nikarin ji bazarê hêşînayiyan jî bikirin, dixwazin butçe ji gel re were xerckirin.
Jinên li bazara Amedê ji me re axivîn, bertek nîşanî krîza aborî û xizaniya ku her diçe zêde dibe dan. Jinan diyar kir ku ew destvala vedigerin malên xwe, bal kişandin ku li welatê gel di sînorê xizaniyê de dijî, ji şer re bêhesab pere tê xerckirin.
‘Em nikarin hêşînayiyan jî bikirin’
Zekiye Şahîn a ji bazarê vedigere bi gotina; “Gel birçî ye” balê dikşîne ser krîza mezin. Zekiye Şahîn diyar dike ku ew nikarin goşt bikirin û wiha dibêje: “Du sêv bi 40 TL ne. Kesên ku bûne sedema vê krîzê, bila heman tiştî bijîn. Berê bi 10 TL’yî me ji bazarê her tişt dikirî, lê niha qevdek hêşînayî jî pê nayê. Ev rewş ne bi şer, bi aştiyê sererast dibe. Ger pere ji bo gel were xerckirin, ewê her tişt baştir bibe.”
‘Bila pereyê ku ji şer re diçe ji gel re were xerckirin’
Şenay Akşîn jî got ku êdî nikarin ji bazarê tiştek bikirin û diyar kir ku mirov destvala vedigerin malên xwe. Şenay wiha domand: “Herî zêde jin vê krîzê dijîn. Ji ber ku her tişt ji me tê xwestin. Zarokên me birçî ne. Sedema bihabûnê heye. Ger ev şer nebe, ev pere ji çekan re neçin, ewê rewş baştir bibe. Ger şer nebûya, ne krîz çêdibû ne jî kes birçî dima. Hemû kesên em wan nas dikin bê kar in, pereyê ku ji bo şer, tang û top û polîs û cerdevanan didin, bila bidin gel. Bedêla vî şerî ji mirovan distînin.”
‘Divê daxwazên gel esas bin’
Rojda Ay jî got ku krîza aborî bandorê li hemû civakê dike û wiha domand: “Ez 2-3 car li bazarê digerim ji bo tiştek erzan bibînim, lê tuneye. Îro li her derê, buhayê her tiştî pir zêde ye. Divê çareyek ji vê krîzê re were dîtin. Gelo çi karê vî welatî bi şer heye? Mirov divê li gel binêre. Çawa ku her malbat destpêkê li malbata xwe û zarokên xwe dinhêre divê dewlet jî wiha be, guh bide daxwazên gel.”
‘Divê desthilatdarî biguhere’
Ayfer Can jî bal kişand ser mercên jiyana malnişînan û wiha got: “Her tişt bûye duqat. Ger îro ji şer re ewqas pere nehata xerckirin, ewê rewş wiha nebûya. Ger aştî çêbe, ewê rewş biguhere. Tu kes vê jiyanê heq nake. Em vê rewşê heq nakin. Divê ev rewş di demek nêz de biguhere. Jixwe ji bo pêşerojê ne bawerî ne jî hêviya me maye.”
Semra Coşkun jî bi gotinên; “Em tenê dikarin çend qevd giya bikirin” bal kişand ser rewşa heyî.