Bijîjkên ku bi dilxwazî çûne Xezayê: Dev ji vê hovîtiyê berdin

99 bijîjkên ku bi dilxwazî ji DYE çûne Xezayê ji Joe Biden û Kamala Harris re name nivîsandin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku mirina li Xezayê bi rastî zêdetir e, hat xwestin ku piştgiriya ku ji Îsraîlê re tê were rawestandin.

Navenda Nûçeyan - Di berdewamiya êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, 99 bijîjkên ku bi dilxwazî ​​ji Amerîkayê çûne Xezayê, ji Serokê Amerîkayê Joe Biden û Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harris re nameyek nivîsandin û li ser rewşa mirovî ya ku li herêmê dîtine, banga Dev ji vê hovîtiyê berdin’ kirin.

Bijîjkên Amerîkî di nameya xwe de bal kişandine ser mirina pitikan, nexweşiyên belavbûyî û tawanên li dijî mafên mirovan ên di encama êrîş û astengiyên Îsraîlê de dema ku li Xezeyê xizmetên tenduristiyê yên dildar pêşkêş dikirin.

Di nameya hevpar a bi îmzeya bîjîjkan de wiha hat gotin: "Hinek ji me gazî û nîv leşker in. Em komeke pir olî û pirneteweyî ne. Tu kes ji me piştgirî nade hovîtiyên ku di 7ê Cotmehê de ji aliyê komên û Filistînî û Îsraîlê ve hatine kirin."

'Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji ya ku tê zanîn gelek zêdetir e'

Di nameyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê jiyana xwe ji dest dane îhtîmal e ku ji ya tê zanîn ji 118 hezar û 908 kesan zêdetir be ku ji sedî 5,4’ê nifûsa Xezayê ye.

Di nameyê de hat gotin: “Divê hikûmeta me demildest ji bo felaketeke ji ya ku bi serê gelê Xezayê û Îsraîlê hat xirabtir ne be bibe asteng " û hat destnîşankirin ku divê agirbest bi qutkirina piştgiriya leşkerî ya ji bo Îsraîlê û danîna ambargoya çekan a navneteweyî li ser Îsraîl û hemû komên çekdar ên Filistînê pêk were.

Di nameyê de her wiha cerrahê trawma û lênihêrîna krîtîk Dr. Feroze Sidhwa jî wiha got: "Min tu carî bi qasî ku bi derfetên kêm birînên wiha hovane derman nekiribû. Bombeyên me bi hezaran jin û zarokan dikujin."

Di nameyê de, ku di heman demê de li înternetê  hate parve kirin, di nameyê de hat xwestin ku ‘wêneyên kêmxwariniya xeternak a jiyanê’ bi Joe Biden û Kamala Harris re parve bikin.

Di nameya hevpar a 99 bijîjkên Amerîkî de, rewşa mirovî ya li Xezayê wiha hat diyarkirin.

"Me dît ku li Xezayê dayikên lu zarok anîne ji ber kêmxariniyê şîrê wan kêm e bi ava şehrî xarinê didin zarokên xwe. Em tu carî ji bîr nakin ku dinyayê ev jin û pitikên bêguneh terikandin."

Bijîjkan bal kişandin ku şêniyên Xezayê yên ku jixwe birçî ne; her carê berê wan didin herêmên ku av û tuwalet lê tune ne û gotin ku ev rewş mirov 'şok dike.'

'Çima hûn hê jî çek didin vî welatê ku bi zanebûn zarokan dikujin?'

Pijîjkê Ortopedîk Mark Perlmutter ku yek ji bijîjkên xwebexş e û name îmze kiriye got: "Xeza bû cihê ku min cara ewil mejiyê zarokekî di destê xwe de girt e.” Mark Perlmutter diyar kir ku di nava salekê de li Xezayê ne mimkûn bû ku zarokên biçûk bi tesadufî yan jî bi nezanî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve bên gulebarankirin. Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Em dixwazin qîrînên ku wijdanê me nehêle em ji bîr bikin bibihîzin. Em nikarin fêm bikin ka hûn çima bi zanebûn welatê ku van zarokan bi awayekî komî dikujin, çekdar dikin."