Eniya Wekheviyê der barê zêdebûna gotinên nefretê û nijadperestiyê hişyarî da

Li Tunisê Eniya Wekhevî û Mafên Jinan li ser zêdebûna gotinên nefretê û nijadperestiyê li dijî koçberan û gefên ku ew li ser aştiya civakî çêdikin hişyarî da. Her wiha bang li rayedaran kir ku ji bo parastina rûmeta mirovan tedbîrên lezgîn bigirin.

Tunis – Li Tunisê, bangên ji bo lêpirsînên lezgîn li ser gotarên teşwîqkirinê yên ku di qada giştî de belav dibin zêde dibin, ji ber tirsa bandora wan li ser aştiya civakî. Her wiha rê li ber her xîtabek ku ewlehî û îstîqrarê tehdît dike bê giritn.


Di çarçoveya hewldanên berdewam de ji bo têkoşîna li dijî cudakariyê û pêşxistina mafên mirovan Eniya Wekhevî û Mafên Jinan li Tûnisê îro daxuyaniyek di bin dirûşmeya “Na ji nijadperestî û gotinên nefretê re... rûmet, maf û parastin ji bo hemûyan” weşand. Tê de fikarên xwe yên kûr li hember zêdebûna gotinên nefretê, nijadperestî û handana li dijî koçberan nîşan da û tekez kir ku ev axaftin bi pratîkên cudakar û binpêkirinên cidî re tê ku bandorê li rûmeta mirovan dikin û gefê li aştî û ewlehiya civakî dixwin.  Di çarçoveyek ku bi bangên zêde yên ji bo dûrxistin û zêdekirna tundiyê li ser bingeha reng, esl an jî girêdayîbûnê ve tê diyar kirin.


Eniyê şok û şermezarkirina belavkirina xîtabek xeternak ku bi eşkereyî banga jehrîkirina jin û zarokên koçber dike, nîşan da. Eniyê diyar kir ku ev bang rasterast teşwîqkirina tundî û komkujiyan temsîl dikin. Eniya Wekheviyê bawer dike ku ev xîtaba nijadperest û serdest li ser mantiqeke pir xeternak a serdestiya nijadî û mirovî hatiye damezrandin. Hewl dide tevahiya koman bêmirov bike û wan ji mafê wan ê jiyan, rûmet û parastinê bêpar bike. Bangên wiha bi tu awayî nikarin wekî “raman” an “azadiya îfadeyê” werin rewakirin, tehemûlkirin an jî bi wan re werin mijûlkirin.


Daxuyaniyê tekez kir ku banga armancgirtina jin û zarokan wekî komên herî bêparastin bi rêya jehrîkirina wan, handana tunekirina wan, an jî rûbirûbûna wan bi zirarê, sûcek giran a exlaqî û mirovî pêk tîne û di aliyê xwe yê siyasî û mirovî de digihîje asta sûcên li dijî mirovahiyê ji ber ku ew armanckirina komeke mirovan li ser bingeha eslê xwe, reng, an girêdayîbûnê û gefê li mafê jiyanê, ewlehî û rûmeta mirovan dixwe.


Di daxuyaniyê de ji rayedaran hat xwestin ku lêpirsînên lezgîn û cidî li ser hemû handana nefret, tundî û nijadperestiyê bidin destpêkirin û hemû kesên ku koçberan, bi taybetî jin û zarokan, pêş dixin, rewa dikin an jî bang dikin, bidin darizandin û ji bo parastin, pêşîlêgirtin û misogerkirina ku bêcezatî tune be tedbîrên tavilê bigirin.


Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina mirovan û rûmeta wan berpirsiyariyeke yasayî, siyasî û exlaqî ya dewletê ye, bêyî ku li gorî reng, eslê xwe, nijad, netewe an rewşa civakî cudahî hebe. Tê destnîşankirin ku têkoşîna li dijî nijadperestî û gotinên nefretê ne vebijarkek e, lê erkeke neteweyî, yasayî û mirovî ye ji bo parastina Edalet, wekhevî, rûmet û mafê her kesî di Tunisê de.