‘Bi têkoşînê jin him biryaran didin him saziyên civaka demokratîk ava dikin’

Endama Komîsyona Jinan a Meclîsa Gel a bajarê Hecînê Hîtam Hado got: “Ezmûna rêveberiya xweser, ji bo beşdariya jinan modelek serkeftî afirand. Jin pêşengiyê dikin, biryaran didin û saziyên civaka demokratîk ava dikin.”

ZEYNEP XELÎF

Dêrazor – Sûriye di van salên dawî de rastî guhertinên mezin hatiye. Herêmên mezin ên ku ji serdestiya DAIŞ’ê û rejîmên zordar rizgar bûne, dest bi danîna bingehên jiyaneke pir-nasnameyî, demokratîk û beşdarbûnê kirine. Di vê rewşa guherbar de, jin temaşevanên pasîf nînin; Ew wekî ajanekî çalak ê guhertinê û hêzek ku di pêvajoyên biryardanê de beşdar dibe derket holê. Jinên ku ji bo bidestxistina vê meqamiyê bedlên giran dan, îro di navenda veguherînê de ne.

Di pêvajoya veguherînê de jinên Sûriyeyî

Hîtam Hado, endama Komîsyona Jinan a Meclîsa Gel a bajarê Hecînê ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye. Hîtam Hado diyar kir ku jin her gav "stûna sereke" ya berxwedana li dijî terorîzmê û piştgiriya vîzyona Sûriyeyek demokratîk û piralî bûne. Ev vîzyona Sûriyeyê divê avahiyek be ku hemû pêkhateyên etnîkî û olî di nav xwe de hilgire û li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî be.

Hîtam Hado diyar kir ku jin kevirê bingehîn ê pêvajoya rizgariyê û ji nû ve avakirinê ne û got: "Îro, em li ser Sûriyeyeke nû diaxivin ku ji terorîzm, dîktatorî û zordariyê azad be ku hemû beşên civakê di nav xwe de bigire. Em xeyala welatekî dikin ku mirov tê de bi hev re di nav aştiyê de bijîn û azadiyê biparêzin."

Hîtam ev gotin jî li nirxandinên xwe zêde kirin: "Me li dijî zordaran şer kir û li dijî komên terorîst şer kir. Me ji bo avakirina welatekî li ser bingeha ramana demokratîk û vekirîbûnê şer kir. Gelê me, bi taybetî jinên me, ji bo vê dozê bedêlên giran dan."

Rola jinan a di berxwedan û avakirinê de

Hîtam Hado anî ziman ku jinên Sûrî ne tenê qurbaniyên şer in, di heman demê de şirîkên rasterast ên têkoşînê ne jî û wiha pê de çû: "Bêyî beşdariya jinan, em nikarin behsa serkeftinekê bikin. Ew dayîk, hevjîn û şervanek bû. Tevî her tiştî, wê paşve gav neavêt. Ji ber vê yekê, divê jin di avakirina Sûriya nû de neyên dûrxistin, berovajî vê, divê roleke pêşeng bigirin."

Hîtam diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê beşdariya jinan a di jiyana giştî de mînakek serkeftî ye û wiha got: "Jinan di qada siyasî de pêşengî kirine, beşdarî pêvajoyên biryardayînê bûne, projeyan pêk anîne û saziyên civaka demokratîk ava kirine."

Hîtam destnîşan kir ku jin li van herêman, di meclîs û dezgehên siyasî de çalak in û di biryarên ku rasterast bandorê li jiyana civakê dikin de roleke diyarker dilîzin. Hîtam got ku "Hebûna jinê ne sembolîk bû; berbiçav û bi bandor bû."

Lê belê, Hîtam ji bo parastina van destkeftiyên jinan hişyariyek jî da û wiha got: "Ew gefek mezin e ku jin piştî van hemû qurbaniyan careke din werin piştguhkirin. Em êdî tenê sloganan naxwazin; divê jin di biryarên siyasî de şirîkên biryarên siyasî bin."

Îro pêşengiya xwe nîşan dide

Hîtam Hado wiha domand: “Jinên Sûrîyeyî yên ku di nav agir de meşiyane, li eniyên pêş li ber xwe dane, di bin bombebaranê de malên xwe bi rê ve birine û li hember çek û radîkalîzmê li ber xwe dane, êdî qebûl nakin ku piştguhkirî bên hiştin. Wê berxwedana xwe di şer de nîşan da; Îro di dema aştiyê de, ew pêşengiya xwe nîşan dide.”

Demokrasiya rastîn bêyî hêzdarkirina jinan ava nabe

Hîtam Hado a got “Destekkirin û bihêzkirina jinan di avakirina Sûriyeyeke nû de ne tenê ferzek ehlaqî ye, di heman demê de bingeha welatek demokratîk û yekgirtî ye jî” wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ji bo ku zilmeke nû bi şêwazên kevin ji nû ve çênebe, pêşengiya jinan pir girîng e. Ji êşê rêbertî tê, ji wêrankirinê jî jin di pêşerojeke nû de wek hevkar radibin.”