Bi têkoşîna jinan ber bi aştiya bi rûmet! – ANALÎZ

Gava ku hemû jin li dijî qirkirina jinê bibin yek û çalak bin wê pêkanînê mêrên serwer ji holê rabibe. Di heyama pêşiya me de, em bang li jinan dikin ku torekî têkoşînê ya bi vî awayî bihunîn. Bi boneya 1’ê Îlonê, têkoşîna jinan dikare aştiyek rûmet bîne.

BÊRÎVAN ZÎLAN 

Em di nava pêvajoyek ku hemû kes ji nêz ve dişopîne û geşedanên bilez tên jiyîn de ne. Di van rojên ku emê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî bikin de, li cîhanê şerên hegemonîk zêde dibin. Şerê Rûsya-Ukraynayê, nakokiya Azerbaycan-Ermenîstanê û pevçûnên Îsraîlê hema bejê bi hemû welatên Rojhilata Navîn re didome. Pêşengiya hêzên hegemonîk ên ku şer didin destpêkirin ji aliyê DYE’ê ve tê kirin. Di pêvajoya dawî de li van welatan aloziyê didomîne, tîne li gel hev û xwe mîna qasidê aştiyê nîşan dide. Rastiya ku kesên şer kûrtir dikin, xwe mîna qasidê aştiyê nîşan didin, nîşana bingehîn a polîtîkayên durû ye. Li Xezayê trajediyek mirovî te jiyîn, jin û zarokan ji birçîna dimrin. Rojhilata Navîn ber bi bêaramiyê ve diçe. Li dijî van hemûyan, tu hêzek serwer deng nake. Berovajî vê yekê ji bo berdewamkirina şer, di civîna dawî ya NATO’yê de budçeyên şer ên welatên endam hat zêdekirin. Hemû netew-dewlet mîna pêşbirkek ketin nava lêgerîna çekdarbûnek zêdetir. Di van rojên ku emê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî bikin de, em dibînin ku polîtîkayên şer bi awayekî herî hovanê tên meşandin.

Piştî ku Rêbertî li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn tên meşandin ket dewrê, pêvajoyek nû destpê kir. Ji ber ku Rêbertî, beriya niha pêşbînî kiribû bi şerê ku Îsraîlê ji bo xurtkirina hegemonyaya xwe li Rojhilata Navîn daye destpêkirin û bi hilweşîna rejîma Sûriyeyê re, pergala Sykes-Picot dê hilweşe û bikevin pêvajoyek kaotîk, ji berê ve dest bi honandina vê pêvajoyê kir. Bi kûrbûna şerên hegemonîk re, em derbasî pêvajoyek nezelaliyê bûn. Rêbertî beriya salan diyar kiribû pêvajoya ku bi Şerê Cîhanê yê 3’emîn dest pê kir, valatiya kaosê ye û di pêvajoyên wiha de hêzên bi awayekî rêxistinkirî mudaxele dikin, wê encamên kûr biafîrinin û di pêvajoyên wiha de îmtimalên nû wê pêş bikevin. Sedema pêşketinên sergêj ên li Rojhilata Navîn jî ev rewş e. Hinek wext girt ku TC’ê xeteriya ku tê jiyîn ji aliyê xwe ve bibîne û ji bo ji perçebûnê rizgar bibe, nêzî Rêber Apo bibe. Bi şerê Hamas-Îsraîlê re, fêm kir ku ji bo wan jî xeterî nêzîk bûye.

Fikrên Rêbertî bû destpêkek nû

Rêbertî mudaxeleya xwe ya pêvajoyê, di 27’ê Sibatê de bi banga "aştî û civaka demokratîk" re bipêş xist. Ev pêvajoya bi pêşengtiya Rêbertî hat destpêkirin, li hemû cîhanê deng veda. Ji bo gelek mirovan, fikrên Rêbertî bû destpêkek nû. Paradîgmaya Rêbertî ji bo pirsgirêkên li Kurdistanê û cîhanê tên jiyîn, perspektîfa çareseriyê pêşkêş kir. Ji aliyê tevegra azadiyê ve ji bo xurtkitina destê Rêbertî, ji bo bangê bersiv hate dayîn û di navbera dîrokên 5-7’ê Gulanê de Kongreya PKK’ê hate lidarxistin û bi vê yekê re pêdiviyên bangê hatin pratîkkirin. Herî dawî di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Besê Hozat komeke bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, bi armanca nîşandana îradeya çekberdanê û vekirina pêşiya pêvajoyê merasîma tunekirina çekan lidar xistin. Di vê pêvajoyê de destpêkirina hevdîtinên bi Rêbertî re û xuyabûna wêne û vîdyoyan ji bo derve, bû îfadeya şikandina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê.

Kirdeya bingehîn û muzakarevanê serekê yê pêvajoya ku bipêş dikeve, Rêber Apo ye. Lê belê, şert û mercên tecrîda li ser Rêbertî nehatine rakirin. Pergala rehîneyan a Îmraliyê wekî heyî didome. Ne hevdîtinên parêzeran destpê kirin û ne jî hevdîtinên malbatê yên Rêbertî gihîştin aramiyek. Heyeta DEM’ê jî piştî zêdetirî mehek, duh hevdîtinek pêk anî. Tenê pêkanîna şert û mercên hevdîtîna bi muzakerevanê sereke Rêbertî re jî, ne helwestek têrkêr e. Jidilbûna dewletê ya di lêgerîna çareseriyê de, bi nêzîkatiya wî ya bi Rêbertî re, paralel e. Wê gavên ku ji niha û pê de di bingeha mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî de bên avêtin, diyarker bin.

Nûnertiya kêm ya jinan a di komîsyonê de mijarekî ya rexnekirinê ye

Bi merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk re, bi pêşniyara Rêbertî di meclîsa Tirkiyeyê de komîsyonek hate avakiri. Avakirina vê komîsyonê, di aliyê civakîbûna pirsgirêkê û bûna malê partiyên din û civaka giştî de girîng e. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd, bi qasî ku tenê bi hikûmetên heyî re nayê destgirtin, mijarekî girîng e. Bi polîtîkayên qirkirinê yên sedsalî yên dewleta Tirkiyeyê re pir zêde kûrbûye û çareserî ji partiyan wêdetir e. Di vê wateyê de çiqas bibe malê civakê, wê ewqas pêşketin çêbibe. Hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re jî, xalekî din a nîqaşê ye. Tenê şandeyek teng a ji komîsyonê, çûyina Îmraliyê û pêkanîna hevdîtinê, wê nêzîkatiyek netêrkêr be. Wekî ku Devlet Bahçelî anî ziman, divê şert û mercên ku Rêbertî biçe meclîsê û ji tevahiya komîsyonê re xwe îfade bike, bên afîrandin. Tevgera Azadiyê Rêbertî mîna muzakarê serekê îlan kir. Madem, pêvajoyek muzakare ya tê meşandin heye, pêwîste pêşiya beşdariya çalak a muzakarê serekê ya pêvajoyê bê vekirin. Nûnertiya kêm ya jinan a di komîsyonê de mijarekî ya rexnekirinê ye. Rola pêşentiyê ya jinan a ji bo pêvajoyê heye. Lewma, hîn zêdetir girîngî dayîna fikrên jinan, pir girîng e. Girîngê ku komîsyon di mijarên ku jin di vê pêvajoyê de çi dixwazin, têkariya jinan a ji bo aştiyê çî be, wê rolên xwe yên pêşengtiyê çawa bicîhbînin û hwd. de jinan guhdar bike û beşdar bike. Nêzîkatiyên sînordarkirina komîsyonê ya qadekî erkên teng û tenê bi xebatên têkildarî rewşa qanûnî ya mîlîtanên PKK’ê yên ku çekên xwe îmhakirinê sînordarkirin, pêkan e. Lêbelê, wekî ku navê komîsyonê diyar dike, divê ew li ser şêwazek xebatê be ku bingeha qanûnên ku dê gavên ber bi yekîtiya neteweyî, biratî û demokrasiyê ve bavêjin, deyne.

Encamên vê pêvajoya ku bi Tirkiyeyê re tê meşandin, dê bandorê li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bike. Tê payîn ku hikûmet ji pêvajoyek bi awayekî re hîn zêdetir cidî nêz bibe. Lê, dem bi dem pêkanînên ku pêvajoyê provokê dike û vala derdixe tên meşandin. Operasyonên girtinê yên li dijî CHP’ê û êrîşên nijadperest ên li dijî ziman û nasnameyê tên pêşxistin, nîşaneyên vê yekê ne. Hinek dezgehên medyayê jî van provokasyonan bi zimanê jehrî yên ku bikar tînin, van êrîşan kûrtir dikin. Ev hemû pêkanîn, tenê bi çalakiyên gel ên ku dê xwedî li pêvajoyê derkeve re bên pûçkirin.

Hêzên hegemonîk li Sûriyeyê ji bo bêstatuya Kurdan hewl didin

Rêbertî, di nava hewldana nirxên ku PKK’ê di 50 salên dawî de derxistiye holê û hemû geşedanên ku di encama têkoşîneke bi rûmet de derketine holê de, ewê bibe yê sedsala nû. Armanc dike nirxên madî û manewî yên ku PKK’ê ew afirandine civakî bike, xeta rizgariya jinan û pergala civaka azad pêş bixe û rastiya sosyalîst a vê serdemê ava bike. Hewl dide mîna ku di dîrokê de bûye, rewşeke li ser bingeha hevgirtinek Kurd-Tirk ku her du netewe jî sûd werbigirin, derxe holê. Hewl dide ku mafên gelê Kurd li ser bingeha muzakereyên demokratîk li hemû herêman mîsoger bike û pêşiya siyaset û têkoşîna demokratîk veke. Lê belê, li Rojavayê Kurdistanê ferzkirinên HTŞ'ê û hêzên ku wî birêve dibin, li holê ye. Li dijî vê hêza ku berdewamiya DAIŞ’ê ye, zextên çekdanîn an jî qelskirina parastina wê, mijara gotinê ye. Dewletên neteweyî yên li qadê qels bûnê jî, di mijara Kurdan de helwestên xwe yên hişk didomînin. Hate ziman ku rejîma heyî her ku li ser Elewî û Durziyên li Sûriyeyê rastî komkojiyan tên encam bigre, wê êrîşê Kurdan jî bike. Her çiqas bi saya hêza rêxistinkirî ya Kurdan heta niha êrîşên fîzîkî nehatibe jiyîn jî, dem bi dem êrîşên provokatîf çêbûn. Bi navtêdana eşîrên Ereb, êrîşên xwekujî yên li herêmê û paşguhkirina tevgera azadiya jinê ya hatiye pêşxistin re, nayê xwestin ku rewşa rewa ya li Rojavayê Kurdistanê bê qebûlkirin. Yê ku vê rewşê kûrtir dike, dewleta Tirk e û berdevkiya şênber a vê yekê jî Hakan Fîdan pêk tîne. Yê ku li Sûriyeyê perçbûna bingehîn ferz dike û di nava pergalê de bi avakirina tevlîheviyê re aramiyê asteng dike, dewleta Tirk e. Hêzên hegemonîk ên bi dewleta Tirk re Colanî jî diteyisînin, ji bo bêstatûya Kurdan dixebitin. Ev netew-dewletên ku nûnertiya lîberalîzmê dikin, her çiqas di her firsendê de azadiya jinan ji ser zimanê xwe kêm nakin jî, rêxistinek paşverû-olî ya li dijî jinê derdixin pêş. Nêzîkatiya dij demokratîk û vederkirinê ya HTŞ’ê ya li dijî jinan, ji bo hemû jiyana civakî gefek mezin e. Êrîşên ku bi armanca ji holê rakirina pirrengiyan mirovan li dijî gelan tên pêşxistin, tên paşguhkirin. Pêwîst e li dijî her nêzîkatiyek êrîşkar a li dijî şoreşa Rojava ku ji bo gelên bindest li hemû Rojhilata Navîn bûye tirêja hêviyê, parastina xeta azadîxwaz a jinê û avahiya piralî ya rêveberiya xweser a demokratîk, bibe erk û berpirsyartiya hemû jinan.

Avahiyên siyasî yên gelê Başûr dikşîne nava nezelaliyê

Li Başûrê Kurdistanê, rojên borî li Silêmaniyê pevçûn hatin jiyîn. Her çend wekî pevçûna navxweyî ya YNK’ê tê ragihandin jî, gumanên ku di vê rewşê de destê dewleta Tirk jî heye, hene. Rastiya ku heta êrîş bidawî bûn jî bi taybetî PDK’ê tu partiyên siyasî daxuyanî neda, dikare mîna nîşanek helwestên wan ên ku vê nearamiyê gur dikin bê dîtin. Gel, bi awayekî fîzîkî tevlî rewşê nebû. Lê belê, bêbaweriya gel a ji bo rêveberiyên heyî didome. Tevî ku salek di ser hilbijartinên başûr re derbas bû jî, hê hikûmet nehatiye avakirin. Avahiyên siyasî yên gelê Başûr dikşînin nav nezelaliyê û bêpêrojiyê, pirsgirêkên civakî jî gurtir dikin. Tundiya li dijî jinan, pirsgirêkên aborî û koçberî, mîna pirsgirêkên sereke xuya dibe. Hewl dan ku saziyên jinan bigirin. Bêaramiya siyasî û civakî ya li Iraqê jî bi awayekî cidî bandora xwe li herêmê dike. Di mehên pêşiya me de hilbijartinên Iraqê çêdibin. Hêzek netew-dewlet ku her partiyek siyasî xwe dispêrê heye, ev rewş bi destwerdanên hêzên derve re ji bo dîzayna pergalê bingeh ava dike. Li dijî vê yekê pêşengtî û birêxistinbûna jinan gerek derkeve pêş. Ev, mîna peywirek girîng li pêşiya jinan disekine.

Jinên cîhanê li derdora dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bûn yek

Li Îranê ku yek ji dewletên bingehîn ên herêmê ye, ji ber bertekên li dijî êrîşên derve û pêkanînên dij demokratîk ên hundir, tengezariya pergalê didome. Li dijî vê yekê bertekên gel ên herî rêxistinkirî û bihêz jî, di bin pêşengiya jinan de tên pêşxistin. 16’ê Îlonê salvegera şoreşa "Jin Jiyan Azadî" û di heman demê de şoreşa jinan e. Li Îranê bi çalakiyên pêşengiya jinan pêşketîn re, xeta têkoşînê ya hevpar a hemû jinên cîhanê hat hunandin. Jinên cîhanê li dora dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bûn yek û mîna felsefeya têkoşîna hevpar a jinan hat destgirtin. Ev gotin êdî ne tenê dirûşmeyek e, veguheriye manîfestoya civakek demokratîk. Nîşaneyek şênber a gerdûnîbûna têkoşîna rizgariya jinên Kurdistanî ye. Ne pêvajoyek hatiye jiyîn û xilasbûye ye, bandorên wê vegerek ku hê teşe dide têkoşîna azadiyê îfade dike. Polîtîkayên zextê yên ku rejîmê li dijî jinan bipêş xistiye jî didomin. Polîtîkayên darvekirinê yên li dijî girtiyên jin ên di girtîgehan de jî di meriyetê de ne. Rawestandina cezayê darvekirinê ya Şerîfe Muhammedî ya hatiye pejirandin û rakirina gefa darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, bi berxwedan û birêxistinbûna jinê pêkan e.

Bi eko-qirkirinê re xwezaya Kurdistanê tê talankirin

Karûbarên qirkirina ekolojiyê, bi destê hêzên serwer mîna rêbazek taybet di meriyetê de ye. Qeyranên avhewayê û karesatên jîngehê yên li hemû cîhanê tên jiyîn, mîna qîrîna xwezayê ya li dijî polîtîkayên wêrankirinê xuya dibe. Bi taybetî li Botan, Xerzan û Dêrsimê, li Kurdistanê karûbarên talankirina çavkaniyên binê erdê pir zêde ye. Karûbarên birîna daran qet nesekinî. Di vê mijarê de cerdevan jî bi taybetî hatine erkdarkirin. Bi eko-qirkirinê re xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Bi lêgerina madenan re ji li Kurdistanê kûrkirina kedxwariyê bigre heta domandina êrîşen li dijî gel, gelek pêkanîn di meriyetê de ye. Li dijî van hemûyan, dikarin bi xeta weşaneyê ya domdar re bibin bersîv. Şewatên daristanan ên li Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye û Kurdistanê di asteke cidî de ye. Kesên ku bi hestên welatparêziyê mudaxeleyî şewatan kirin û yên şehîd bûn jî hene. Piştî şewîtandina daristanan a bi destê dewletê, ev qad ji bo rantê tên vekirin. Pêkanînên eko-qirkirinê mîna polîtîkayek dewletê dike meriyetê. Di vê rewşê de astengkirina eko-qirkirinê, pêşxistina têkoşînek rast a aştiyê ye. Li dijî hemû êrîşên ekolojîk, pêwîst e em bi perspektîfa “destê xwe nede axa min, enerjiya min û ava min” parastina xwezayê esas bigirin.

Komkujiyên jinan li her der mîna rewşî asayî didome

Jinên ku herî zêdê ji şer bi bandor dibin jî, di vê pêvajoyê de bi êrîşên qirkirinê yên hovane re rû bi rû man. Li Rojhilata Navîn zextên ku li jinên Beluc tên kirin, jinên Efgan bi bêparkirina jiyanê re bi hemû pêkanînên paşverû re rû bi rû ne, hewldanên ji bo teşekirina jinên Ereb û Faris ên bi destê rêveberiyên heyî, li Xezayê berdewamkirina bandorên kûr ên şer yên li ser jinan, roj bi roj mîna pêkanînên zêde dibin, rû dide. Komkujiyên jinan li her derê mîna rewşa asayî didome. Li gorî hejmarên di çapemeniyê de xuya bûne, her roj herî kêm jinek tê qetilkirin. Li Tirkiyeyê kujerên jinan, bi pêkanînên mîna kêmkirina cezayê qaşo bi hinceta navtêdana niheq û hwd. tên xelatkirin. Redkirina jinan a têkiliya cinsî ya bi mêran re, dibe sedema qetilkirinê û mêrê ku vê yekê dike jî, cezayê wî tê kêmkirin. Doza herî dawiya ya qetilkirina Ceyda Yuksek jî, di vê mijarê de êbretek e. Pêwîst e pêkanînên bi vî awayî, her tim ji aliyê jinan ve bên eşkerekirin. Bûyerên destdirêjî û tecawîzê yên serweriya mêr ên li dijî jinan, veguheriye rewşek asayî. Digel ku li ser platformên dîjîtal daxuyaniyên ku yên destdirêjiyan wek hedef nîşan didin hene jî, pêwîst e bûyerên bi vî awayî bibandortir bên rojevkirin. Di heman demê de xutbeyên Diyanetê jî, bi rojevkirina mafên mîrasê, cil û berg û şêwaza cîhgirtina di qadên giştî yên jinan re, jinan û mafên jinan ên hatine bidestxistin hedef girtin. Li dijî vê yekê çalakiyên jinan çebûn. Mînak femînîsta Îslamî Berrîn Sonmez, bertekek takekesî nîşan da û li dijî pêkanînên Diyanetê biryar da ku şara serê xwe bavêje. Tevî ku çalakiyek takekesî bû jî, dikare dibe sedema tevgerek ku berteka civakî birêxistin bike. Ger hemû jin li dijî qirkirina jinê bibin yek û çalaktir bin, wê pêkanînên serweriya mêr ji holê rabe. Heyama pêşiya me, jinan ji bo hunandina toreke têkoşînê ya bi vî awayî vedixwîne. Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, têkoşîna jinan dikare aştiyek rûmet bîne.