Bi rihê Şerê gelê Şoreşgerî gel li ber xwe dide
Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Partiya yekîtiya Demokrat (PYD) Sema Begdaş, da zanîn ku bi rihê Şerê Gel’ ê Şoreşgerî li ber xwe da û di vê pêvejoyê de yekgirtina rihê netewî pir girîng bû.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo- Di nav şert û mercên zehmet yên ewlehî û mirovî de, berxwedana gel wekî hişmendiyeke kolektîf derdikeve pêş. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê, yekgirtina rihê netewî bingeha rastîn a berxwedanê. Li herêmekê ku di bin gefê dagirkirin û tinekirina fîzîkî de bê guman, hevgirtina gelan dibe pergala herî bingehîn ya parastinê. Gelên Rojhilata Navîn tenê dikarin bi hişmendiya netewa demokuratîk xwe li beran berî qirkirinên heyî biparêzin.
Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Giştî ya PYD’e Sema Begdaş ji ajansa me re da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi rihê Şerê gelê Şoreşgrî û yekîtiya gelan li ber xwe didin û destkeftiyên şehîdan diparêzin.
‘Berxwedana gel bû nîşanya serkeftina vê pêvejoyê’
Sema Begdaş bal kişande ser êrîşên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin û got: “Weke ku tê zanîn ji 6’ê çile ji milê çetên Rêveberiya demikî ya Şamê ve bi awayek der mirovî êrîşên li ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên Helebê dest pêkirin. Ev pêla êrîşan heta niha li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê didomin. Bê guman ev êrîşên heyî, pilana hêzên desthiladarin ku dixwazin Rojhilata navîn bi her awayî dagir bikin. Li beran berî van êrîş û pilanên hêzên dagirker, carekadin hevgirtin û berxwedana gelê Kurd bû nîşaneya serkeftinê. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji 7 salî, heya 70’ê salî biryara berxwedaniyê da û gelê kurd yê li hersê parçeyên din û derveyî welat jî tevlî vê berxedanê bûn û yekgirtina gel ava kir. Hêzên dagirker ne tenê qirkirina fîzîkî li ser gelê Kurd didin meşandin, hewil didin bi awayî siyasî, çandî, hûnerî û hwk. Din Kurdan tine bikin. Çanda berxwedanê di gelê Kurd dîrokiye û ev çand wê, gelê Kurd bibe serkeftinê.”
‘Li Rojava berxwedanî vedigere jiyanê’
Sema Begdaş da zanîn li Rojavayê Kurdistanê gel bi rihê berxwedaniyê serkeftina xwe misoger dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Rihê berxwedanê di pêvejoyên herî zihmeta li rojavayê Kurdistanê xwe nûjen dike. Bi vî rihê berxwedanê gelê Rojava bi hemû hêzên cîhanê dan zanîn ku ne bi hêza dewletî bûnê, bi hêza gel pergala xwe dayîna jiyan misoger dibe. Ev berxwedaniya gelê Rojava ji gelek gelên bindest re bûye îlham û bi rihê gelê şoreşgerî ku hemû gel daketin qadan, bi hemû hêzên desthiladar dan zanîn ku Rojava ji bo me xeta sore. Li ser vê xakê bi hemû rêbazan berxwedanî tê meşandin. Hemû gelê Kurd yê welatparêz destê xwe kirin bin kevir û xwe berpirsiyarê vê pêvejoyê û parstina Rojava dîtin û wisa tevgeriyan.”
‘Bi hezaran mirov xwedî li Şoreşa Rojava derketin’
Sema Begdaş da zanîn modela Rojavayê Kurdistanê ji bo gelek kesan bûye modelek nû ya jiyanê û wiha domand: “Îro em dizanin ezmûna Şoreşa Rojava ya ku li ser erdê pêk hat ezmûnekî gelekî mezine, ezmûnekî ku li cîhanê belav bûye, bi sedan şande û mirovan hatin serlêdan vê xakê kirin. Ev piroje û berxwedana gelê Kurd û jinên Kurd li beramberî Daiş’ê dîtin. Êdî berxwedan û şêwayê jiyan gelê Rojava li tevahî cîhanê belav bûye, ji ber vê jî her kesê ku para xwe ji çanda civakîbûyînê girtiye xwe berpirsyarê parastina vê jiyanê dibîne. Raste êrîş li ser gelê Kurde lê di heman demê de gelê Kurd pêşengtîya pirojeyê civaka demokratîk dike. Şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinane, ji jinên cîhanê re jî bûye îlhama şoreşan.”
‘Gelê Kurd bi axa xweve girêdayiye’
Sema begdaş diyar kir hêzên desthilatdar û yên hegemonîk tu carî naxazin li rojava aramî çêbibe û wiha pê de çû: “Bê guman ev êrîşên ku hene, ne tenê êrîşên li ser erdnîgariyêne, di heman demê de êrîşên ser deskeftî û çanda jinêne. Pergala desthiladar û mêrên serdest tu caran naxazin azadiya jinê misoger bibe û bibe azadiya civakê. Êrîşên ku di roja îrode tên kirin, ji êrîşên destpêka şoreşê ne cudatirin, bi heman rêbaza DAÎŞ’ê, êrîş tên domandin. Di van êrîşan de jî bi taybet jin û gelê Kurd tên armanckirin. Bi salane me bi berxwedaniyê şoreşa xwe parast, îro jî em bi heman çanda berxwedanê bi hêza yekbûyîna gelan re deskeftiyên şoreşa xwe diparêzin. Di nava vê şoreşê de keda dayîkan hertim zêde bûye. Di vî şerî de jî dayîk bi roj ji şervanên li eniyan re xarinê çêdikin û bi şev jî parastina taxên xwe dikin. Kes nikare deyinê vê keda dayîkên me bide. Gotina dawî ya dayîk û şervanan jî ew ku emê heta kêliya xwîna xwe ya dawî, şoreş û destkeftiyên xwe biparêzin.”
‘Berxwedan biryara her kesî ye’
Sema begdaş bal kişand li ser berxwedaniya gel û rihê netewî yê ku Rojava dibarêze û wiha domand: “Encama vî rihê berxwedaniyê ya gelê Rojava, rihê seferberiyê di nava tevahî gelê Kurda deng veda û em dikarin bêjin hemû gelê kurd yê welatperwer tevlî vê seferberiyê bû. Gelê Kurd bi hevdû re biryara berxwedaniyê daye û xwedî li xwe derdikevin. Tuxubên ku dijmin di nava me de danîne, ji milê gelê Kurd va hatine bê bandor kirin û em di yek bedenê de bûne hebûn. Wê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibe şoreşa herçar parçeyên Kurdistanê.”
‘Em ê xwedî li destkeftiyên şehîdên xwe derkevin’
Sema Begdaş da zanîn ku rihê netewî yê ku hat avakirin gelekî girîng bû û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ew rihê netewî yê ku hat avakirin gelekî girîng bû, pêşengên Kurda li her çar parçeyên Kurdistan û gelên Kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê cihê sipasiyê ne. Di vê pêvejoyê da rihê yek girtî yê gelê Kurd bû bingehê parastina deskeftiyên Kurdistanê. Êdî em gelê Kurd dizanin hebûne her parçeyekî Kurdistanê, hebûna parçeyê din jî yê Kurdistanê ye. Emê bi zanistiya xwe ya dîrokî, hemû deskeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê biparêzin. Emê vê pêvejoya hestiyar û dîrokî bi rihê gelê şoreşger û tekoşînê bighînin serkeftinê. Emê çanda jin-dayîkê bikin çanda civaka gelê Kurdistanê û hemû pilanên derbarê qirkirina Kurdan de vala derbixin.”