Bi ezmûna xwe ya 40 salan di tendirustiya jinan de rolekî girîng dilîze

Li Tûnisê, pîrik di pergala tenduristiya zayînê de rolek navendî dilîzin. Mudaxeleyên wan tenê bi ducanî û zayînê re sînordar namîne; her wiha peywirên mîna avakirina hişyarî, peydakirina desteka derûnî û civakî û şopandina jinan jî pêk tînin.

ÎXLAS HEMRONΠ

Tûnis – Pîriktî, mîna yek ji aktorên herî girîng ên di pergala tenduristiya zêdebûne de tê hesibandin. Rola pîriktî ne tenê bi şopandina ducanî û zayînê re sînordar e, di hemû qonaxên jiyana wan de li kêlaka jinan e. Bi saya nêzîkbûna wan a bi jinan re, di jiyana rojane de û baweriya ku civak dide, pîrik dibe stûnek bingehîn ku piştgiriyê dide tenduristiya fîzîkî û derûnî ya jinan, rûmeta wan diparêze û hişmendiya wan a li ser mafên wan di qonaxên cûda yên jiyanê de zêde dike.

Tecrûbeya pîrik Suad Alîatî a ji parêzgeha Gafsa ya li başûrê Tûnisê ye, bi awayekî zelal vê rola pêşeng nîşan dide. Kariyera wê ya profesyonel a zêdetirî çil salan, ne tenê jiyana xebatê ya di nav saziyên tenduristiyê de ye, di heman demê de di xizmetên tenduristiya zayendî û zêdebûne, xebata hişyarkirinê û parêzvaniya mafên jinan de tecrûbeyek kûr û mirovî ye jî.

Suad Alîatî, di sala 1976’an de li Ofîsa Neteweyî ya Pêşveçûna Malbat û Mirovan dest bi kariyera xwe kir, 20 salan di tîmek mobîl ku bi giranî li deverên gundewarî xebitî de cih girt. Di vê demê de pîriktî di pêşengiya xizmetên tenduristiyê de bû û çavdêriya tenduristiya dayîk û zarokan, rêveberiya klînîkên ducaniyê, rêberiya jinan a li ser plansaziya malbatê û navbera zayînan mîsoger kir û û agahdarî li ser tenduristiya zayendî û hilberandinê mîsoger kir.

Piştre derbasî ofîsa navendî bû, xebata xwe ya perwerdehiya tenduristiyê domand û bernameyên perwerdehiyê û bûyerên hişyarkirinê ji bo jin, ciwan û ciwanên komên temenî yên cûda koordîne kir.

Xeleka ewil a baweriyê ya di jiyana jinan de

Suad Alîatî, wiha dibêje: “Di civakên muhafezekar de ji ber ku tenduristiya zayendî û zêdebûn hêj mijarek tabû an jî nayê axaftinê, pîrik xelaka yekem û carna yekane girêdana baweriyê ye. Nêzîkbûna erdnîgarî û civakî ya bi tecrûbeyên jiyanê re, têkiliyek li ser bingeha guhdarîkirin, nepenîtiyê û rêzgirtinê bipêş dixe û ev yek jî pîrikê ji bo parvekirina tiştên ku nayên gotin veguherîne stargehek bi ewle."

‘Zehmetî veguherîn çavkaniya motîvasyonê ya ji bo şikandina bêdengiyê’

Suad Alîatî ya behsa dijwariya xebata li ser deverên gundewar kir, wiha axivî: “Despêkê di hawîrdorek ku mêr serwer in de xebata jinan zehmetî çêkir, lê bi demê re ev zehmetî veguherîn çavkaniya motîvasyonê ji bo şikandina bêdengiyê û avakirina baweriyê bi jinan re. Vê yekê hişt ku tundiya veşartî ya li dijî jinan eşkere bibe û daxwaza alîkariyê bê kirin. Her wiha tenduristiya zêdebûna ne tenê li ser ducaniyê û zayînê ye, di heman demê de pêvajoyek yekbûnê ku bi hişmendiya beden, mafan û hevsengiya derûnî-civakî re girêdayî ye.”

‘Pîrik bi berdewamî beşdarî xebatên civaka sivîl û komeleyên jinan dibin’

Di vê xalê de, rola pîrikên jinan ji xizmeta tenduristiyê derbas dibe, aliyên civakî û perwerdehî qezenc dike. Li gorî Suad Alîatî, pîrik ne tenê xizmeta tibî mîsoger dike, di heman demê de jinan li ser mafên wan, xetereyên tenduristiyê û tevgerên guncaw perwerde dikin. Suad Alîatî wiha got:” Ev rol bi taybetî dema ku bi ciwanan re tê xebitandin girîng e, ji ber ku gelek ji wan bêyî zanîna têrker a bedana xwe, rêbazên parastinê û çawa bi rêzdarî tevbigerin, dighîjin pêvajoya balîxbûnê. Nebûna vê zanînê, dikare bibe sedema tevgerên xeternak, ducaniyên nexwestî û belavbûna nexweşiyên bi rêya zayendî çêdibin û di heman demê de encamên civakî û derûnî yên tevlihev jî çêke. Pîrik bi berdewamî beşdarî xebatên civaka sivîl û komeleyên jinan dibin û ew û hevkarên wê beşdarî konvoyên tenduristiyê, bernameyên medyayê, çalakiyên û parêzvaniya mafên jinan dibin. Ev hewldana kolektîf, tevkarî ji bo derxistina Qanûna Hejmara 58’an a der barê Pêşîlêgirtina Tundiya li dijî Jinan ku di sala 2017’an de ket meriyetê û naskirina qanûnî ya tundiyê dike.”

‘Têgihîştinên xelet ên civakî û olî zextê rewa dikin’

Suad Alîatî, da zanîn ku tenduristiya zêdebûna ne tenê bi ducanî û zayînê ve sînordar e, bi mijarên hesas ên mîna tundiya nava malê û tecawiza nava malî jî vedihewîne. Suad Alîatî, axaftina xwe wiha domand: “Gelek jin nizanin ku mafê wan heye razî bibin an jî red bikin. Têgihîştinên xelet ên civakî û olî zextê rewa dikin û kapasîteya jinê ya parastina xwe kêm dikin. Pîrikan agahdariyê bi awayekî gav bi gav û bi baldarî, li gorî her rewş û çarçoveya civakî radighînin û bi vî rengî jin li dijî rewşek ku li dijî îradeya wan tê ferzkirin hêza gotina 'na' bi dest dixin û dema ku ewlehiya wan a bedenî û derûnî tê binpêkirin, dikarin vê yekê îfade bikin.”

Suad Alîatî, got: “Pîrik di tesbîtkirina dozên tundiyê, peydakirina piştgiriya derûnî ya destpêkê, şandina nexweşan ji bo derûnînas û bijîşkên pispor û mîsogerkirina koordînasyonê ya bi saziyên cûrbecûr ên tenduristî, civakî û hiqûqî re rolek girîng dilîze. Bi vî rengî, jin dikarin ji çerxa tundiyê xilas bibin û hevsengiya xwe ji nû ve bidest bixin.”

‘Pîrik di warê tenduristiya zêdebûne de pêşengên rasteqîn in’

Suad Alîatî, derbarê pêşeroja pîşeya pîriktiyê ya li Tûnisê de jî wiha got: “Ez li ser pêşnûmeyek qanûnî ku pîşeya pîriktiyê sererast dike û çarçoveya wê ya pîşeyî diyar dike, dixebitim. Her wiha ev çarçoveya qanûnî dê şert û mercên xebatê baştir bike, zext û tirsa pîşeyî kêm bike û naskirina nirx û rola krîtîk a pîşeyê xurt bike. Pîriktî her ku diçe li ser asta Ereb û navneteweyî ji bo danûstandina ezmûn û zanînê vedibe. Her wiha pîrikên Tûnisî, li gelek welatên Ereb bi rêya hevkariya teknîkî an peymanên kar serketî dibin û tevkarî ji bo yekkirina pîvanên zanistî û pîşeyî yên pîşeyê dikin."

Suad Alîatî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Pîrik di warê tenduristiya zêdebûne de pêşengên rasteqîn in û di her qonaxa jiyana jinan de piştgirên bingehîn in. Ne tenê mîna pisporên tenduristiyê, di heman demê de mîna aktorên civakî û kesên ku mîsyonek mirovî hildigirin, nirxa beden, hişmendî û mafê rûmetê bilind dikin."