Berxwedana Şengalê û rêwîtiya Jin Jiyan Azadî – GOTAR
13’ê Mijdara 2015’an, Şengal… Ev ne tenê rojek e ku dîrok û hejmarek pê ve hatiye kirin. Di bîra gelê Kurd de, di bîra jinên Êzidî de navnîşana zayîna ji xweliyê xwe ye. Civaka Êzidî bi Jin Jiyan Azadî deh sal in têkoşîna azadiyê bilind dike.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
“Me ji bilî mirinê tiştek din nedît…” Wiha digot şoreşgera Êzidî Arîn Ararat dema behsa Fermanê dikir. Arîn û bi hezaran jinên Êzidî yên mîna wê ji bilî mirinê tiştek din nedîtin, lê bi bi hêza ku ji têkoşînê girtin, mirinê dan ber çav ji bo Şengalek azad diyarî civaka xwe bikin.
13’ê Mijdara 2015’an, Şengal… Ev ne tenê rojek e ku dîrok û hejmarek pê ve hatiye kirin. Di bîra civaka Êzidî de, di bîra jinên Êzidî de navnîşana zayîna ji xweliyê xwe ye.
Li ser Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an tam 11 sal derbas bû. Civaka Êzidî ya ku di Fermana 74’an de bi qirkirina herî wêranker a dîrokê re rû bi rû hatin û ev yek di sedsala 21’emîn de li pêş çavê cîhanê pêk hat, 10 sal in dîroka xwe bi destê xwe dinivsînin. Êşên ku di vê pêvajoyê de hatin jiyîn, wendahî lê berxwedana li dijî van êşan û vîna kolektîf a jinan ku derket holê, bi çîrokên ku hêviyê didin ve tijî ye.
Wê şevê çavên wê Fermanê digotin
Bi boneya vê nivîsa xwe dixwazim behsa şoreşgera Êzidî Arîn Ararat a Şengalî bikim. Beriya ku Şengal ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin min wê nas kir. Ji Amûd heya Xanesor û Barê, Geliyê Şîlo gelek riyên dirêj em meşiyan bi hev re. Di van riyan de gelek nîqaşên me çêdibû bi hev re. Şevekî li ser bana malekî li Xanesorê, di bin stêrkan de min jê pirsî, piştî sê sal ji Fermanê rojek ji rojên tebaxê. Bawer im piştî ewqas dem min cesaret kir ku ez wê rojê bi hûrgûlî jê bipirsim. Arîn behsa gelek kesên ku di riya Fermanê de wan dîtibû, kir. Jinên ku ji bo nekevin dest xwe ji şikêran avêtine, jinên ku li Girzerik li dijî DAIŞ’ê şer kirine û hatine qetilkirin. Lê behsa xwe nekir. Ne pêyvên wê, lê çavên wê ew şev Fermanê bi xwe digotin.
Li min nihêrî û got “Ji bilî mirinê tiştekî din nebû. Me berê xwe da çiya û em çûn. Lê nizanim çawa çûyînek bû. Me dizanî emê bên kuştin lê dîsa jî diveriyan çiya.” Di nav wê qiyametê de ku kesek li pêş DAIŞ’ê nasekine, Arîn jî dibîne ku guleyek li seyareya DAIŞ’ê dikeve. Ew DAIŞ’iyên ku ji bo dîlgirtina jinan ketiye pêy wan. Arîn dema ku behsa wê gule dikir got “Nizanim çi bû. Tenê dizanim dema me dît seyare derb xwar û ji lofan ket jêrê, qewetek hat me. Weke xilasiyek. Me nedizanî kî bû û çi bû.” Paşê dema ku digihin Amûd pê dihesin ku şervanên HPG û YJA-Starê li DAIŞ’iyan xistine.
Cara duyemÎn berê xwe da çiyayan vê bi tirs, bi kîn û tolhildanê
Arîna ku di fermanê de berê xwe da çiyayên Şengalê û bi salan ji bo rizgariya Şengalê têkoşiya, ji bo rizgariya bi tevahî ya gelê xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Carek duyemîn xwe spart çiyayan, lê vê carê ne weke jinekê bi tirs, weke jinekê bihêz ku sondxwariyê tolhildanê ye. Gelek şervanên YJA-Star û HPG’ê, ku li Şengalê di çeperên herî pêş de şer kirin, paşê vegeriyan qadên parastina Medyayê bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Arîna me ya ku li dijî DAIŞ’ê weke jinekî Êzidî bi sonda tolhildanê bû, li çiyayên Kurdistanê bi êrişên dewleta Tirk hat qetilkirin.
Vejîna li ser xweliyên xwe
Di dehemîn salvegera rizgarkirinê de nivîsandina li ser wan deynê situyê me ye. Arîn Ararat, Bêrîvan Şengal, Bêrîvan Arîn yên ku ji nav civaka Êzidî li ser hîmên çanda xwe derketin û ji bo parastina jinên Êzidî sondxwarîbûn, pêşengên rizgariya Şengalê ne. Çawa ku di fermanê de bedelê herî giran jin dabûn, ew weke pêşeng li şûna ku di bin êşên xwe de biqerçiqin, bi hêza ku ji YJA-Starê girtin hêza xwe ya parastinê YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) ava kirin.
Ev berxwedana bi pêşengiya jinan, ne tenê hilgirtina çekan bû; ew di heman demê de ji bo pratîkkirina felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" bû. Manîfestoya kûr a sê peyvan a Abdullah Ocalan gihîşt giyanê jinên Êzîdî, hêz, cesaret û hêvî da wan. Niha, ew ne tenê saxman bûn; ew parêzvanên azad ên pêşerojê bûn.
Şervanên ku canê xwe ji bo rizgarkirina Şengalê feda kirin, ne tenê di nav Êzidiyan de, lê di çiyayên Kurdistanê de jî bûn sembolên berxwedanê. Êrîşên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî hewl dan ku vê berxwedanê bişkînin, lê ew bi ser neketin. Her şehîdek destanek berxwedanê nivîsand; her xwînrijandin bû hêvî ku li ser axa azadiyê dikeve. Bîranîna wan ne tenê di salnameyên bîranînê de, lê di her gavê têkoşîna azadiyê ya îro de jî dijî.
Bi azadî li pêşerojê dinêrin
Îro, civaka Êzidî, dema ku şîna windahiyên xwe digire, di her aliyê rêxistina xwe de ber bi asoyên nû ve diçe. Ev civak, ku di warên siyasî, civakî û çandî de xurt bûye, ne tenê bi bîranîna êşên rabirdûyê, lê bi serketina li ser wan têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomîne. Felsefeya Abdullah Ocalan rêberê derûnî û manewî yê berxwedana Êzidiyan e. Pêşeroj êdî ne tenê bi êşê tê nivîsandin; ew bi hêvî, biryardarî û azadiyê tê nivîsandin.
Rêwîtiya azadiyê hîn nû destpê kir
Rizgarkirina Şengalê ne tenê rizgarkirina perçeyek axê ye; ew ji nû ve jidayikbûna gelekî ye. Ev berxwedan hîn jî îlhama hemû gelên bindest ên li çaraliyê cîhanê dide. Êşa ku civaka Êzidî kişandiye, hêz û biryardariya wan neşikandiye, lê belê ew xurt kiriye. Çîroka wan rêberek e, manîfestoyek e ji bo hemû kesên ku di rêya azadiyê de dimeşin. Û ev rêwîtî hîn nû dest pê kiriye.