Li Silêmaniyê ji bo piştgriya bi YPJ'ê re daxuyaniyek hat dayîn

Li Silêmaniyê Bereya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê piştgiriya xwe ya ji bo YPJ’ê ragihand û tekez kir ku armanca peymana 29’ê Çileyê bi dawîkirina şer e.

Silêmanî – Îro li Navenda Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê Bereya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina bi YPJ’ê  re û naskirina Zimanê Kurdî di desûra Sûriyeyê ya nû de daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê çalakvan Rûber Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyaniyê bal kişand ser mafê ziman û çand û misogerkirina di destûrên navneteweyî û mafê mirovan de ku bê erêkirin û tekez kir ku pêwiste her netew li gorî çand û zimanê xwe bijî.
‘Armanca peymana 29’ê Çileyê dawîkirina şer û yekkirina hêzên Kurdî ye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku  peymana li Rojavayê Kurdistanê di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD’ê hatiye kirin. Daxuyanî wiha dewam kir: “Ev peyman bi armanca dawîkirina şer û yekkirina hêzên Kurdî ya di nava artêşa Sûriyeyê de. Ev jî wê taybetmendiyên herêmên Kurdî û hêzên Kurdî li ber çavan bê girtin. Dîsa parastina herêmên Kurdî ya bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de bê kirin. Peyman ji 14 xalan pêk hatibû. Yek ji van xalan jî fermî qebûlkirina mafê rewşenbîrî û çandê ye. Hikûmeta demkî hewl dide bi rengekê xalên peymanê bi cih neyîne. Rê nade ku bi zimanê Kurdî perewerde bê dayîn. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di pêkanîna xalên hatine diyarkirin de xemsar nêzîk dibe û paşguh dike. Heman demê di çareserkirina pirsgirêkê de jî xemsar nêzîk dibe û ji bo çareseriyê jî ne amade ye. Dîsa di mijara YPJ’ê de bi temamî mijarê paşguh dike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hemû hewldan wisa kiriye ku Kurd bi hestyar nêzî mijarê bibin û daxwaz ji hikûmeta demkî ya Sûriye dikin ku bi awayeke rast kar bikin ji bo serketina peymana aştiyê û xwe ji xalên peymanê neveşêrin.

Di dawiya daxuyaniyê ev bang li saziyên demokrasî yên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û Fransa hate kirin ku pêvajoya aştiyê di bin kontrol û çavdêriya wan de bi rê ve diçe, vê mijara mafê çandî û ziman bişopînin û rê nedin mafê gelê Kurd bên binpêkirin û zextê li ser hikûmeta demkî dikin ku peymanê weke heyî bi cih bînin.