Banga jinên Efrînî: Qetilkirina Şîrîn Oso bişopînin

Jinên Efrînî yên ku li bajarê Qamişloyê dijîn, qetilkirina jina ciwan Şîrîn Oso şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan, femînîst û navneteweyî kirin ku lêpirsînê bişopînin û zextek cidî bikin da ku edalet pêk bê.

Qamişlo – Şîrîn Oso jineke ciwan a 19 salî bû. Li mala xwe ya li gundê Aşkan Xerbî ya girêdayî navçeya Cindiresê ya Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ye, bi guleyan hat qetilkirin. Li ser bedana Şîrîn Oso şopên derb û îşkenceyê hatin dîtin. Ev yek bû sedema rabûna pêleke hêrsa jinan û deng veda. Jinên Efrînî yên li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê dijîn, derbarê qetilkirina Şêrîn Oso de daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê Rizgar Lûlû ve hat xwendin û bi Zimanê Erebî ji aliyê Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sureya Mistefa ve hat xwendin.

‘Tiştê ku qewimî kuştinek hovane bû’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kuştina jina ciwan Şîrîn Oso ne bûyerek tenê an kiryarek bê serûber bûye, sûcek pêşwext bûye û wiha hat gotin: “Encama rêze zext, tundiya navmalî, îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî ya ku wê ji destê mêr û malbata xwe kişandibû ye. Ev di çarçoveya ferasetek baviksalar a kujer û bêdengiyek civakî û qanûnî de qewimî ku rê da berdewamkirina van binpêkirinan. Tiştê ku qewimî kuştinek hovane bû. Digel hewldanên eşkere yên sextekirina rastiyan û veşartina li pişt hinceta derewîn a tiştê ku jê re digotin "rûmet", ku binpêkirinek eşkere ya mafê jiyan û rûmeta jinan e.”

‘Domandina vê nêzîkatiyê dê bibe sedema bêtir qurbanî û êşan’

Jinan aşkera kirin ku ew piştrast dikin ku ev sûc rastiya êşdar a ku jin pê re rû bi rû dimînin nîşan dide û wiha domandin: “Nemaze li herêmên dagirkirî ku bêcezatî pir zêde ye û adetên civakî ji bo rewakirina tundî û kuştinê têne bikaranîn, li şûna ku sûcdar hesab bidin. Berdewamiya vê nêzîkatiyê dê bibe sedema bêtir qurbanî û êşan. Em daxwaz dikin ku mêrê qurbanî û malbata wî, wekî kesên ku rasterast berpirsyarên sûc in, hesab bidin. Em rayedarên ewlehî û dadweriyê yên li Cindirêsê hişyar dikin ku çîrokên xwekuştinê an jî her hincetek civakî ya ku armanc dike rastiyê veşêre, qebûl nekin. Em tekez dikin ku pêwîst e cenazeyê qurbaniyê ji bo komîteyek bijîşkî ya dadwerî ya serbixwe û bê alî were pêşkêşkirin da ku şert û mercên sûc bi tevahî bê zext werin eşkerekirin.”

Banga li rêxistinên mafên mirovan

Jinan dan zanîn ku ewê nehêlin her hewldanek ji bo girtina dozê ya bi rêya lihevhatinan an lihevkirinên civakî, pêk bê û wiha gotin: “Xwîna jinan ne mijara bazarkirin an peymanan e. Em bang li rêxistinên mafên mirovan, femînîst û navneteweyî dikin ku lêpirsînê bişopînin, zextek cidî bikin da ku edalet pêk were û parastina jinan, nemaze li herêmên dagirkirî û li seranserê Sûriyeyê mîsoger bikin. Parastina jinan pêdivî bi derxistina qanûnên hişk û dadperwer heye ku tundiya navmalî û kuştina jinan sûcdar dike û garantî dike ku sûcdar ji cezayê xilas nabin.”

‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’

Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de bi yek dengî wiha gotin: “Her wiha destwerdana saziyên hiqûqî û mafên mirovan ên serbixwe hewce dike, da ku jinên ku di bin gefê de ne biparêzin, beşdariya rastîn û bibandor a jinan di jiyana siyasî û civakî de û di avakirina Sûriyeya nû de, Sûriyeyek adilane, wekhevî û azadiyê mîsoger bikin. Ji êşa Şîrînê û ji êşa hemû jinan, em dengê xwe bilind dikin: Jin jiyan e, jiyanê nekujin. Ji kuştina jinan re na, ji edaletê re erê, ji parastina jinan re erê, ji Sûriyeke azad û demokratîk ku rûmeta mirovan bê ferq tê de were parastiner re erê.”