Ji bo Durziyan bang kirin: Li hember êrîşan bêdeng nemînin

Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Elewiyan ên Demokratîk bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember êrîşên HTŞ’ê yên li ser gelê Durzî li Sûriyeyê pêk tên bêdeng nemînin.

Navenda Nûçeyan – Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (DAKB) li dijî êrîşên ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di rojên dawî de li dijî gelê Durzî li Sûriyeyê pêk tînin, daxuyaniyek nivîskî ya hevbeş weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HTŞ ne tenê Durzî, di heman demê de Kurdan û Elewiyan jî hedef digre û hat gotin ku "Aştî li Rojhilata Navîn bêyî yekîtiyê, li dijî vê îdeolojiya tarî ne mimkûn e."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ji ber ku di demên berê de li hember êrîşên li ser Elewiyan bertekek tund nehat nîşandan, îro gelê Durzî bûye hedef û wiha hat gotin: "Li hember tiştên ku li Elewiyan hatine kirin bêdengî hebû û niha jî heman bêdengî ji bo Durzîyan berdewam dike."

Daxuyanî wiha dom kir: "HTŞ Kurdan, Elewî û Durzîyan wek dijmin îlan dike; ew qirkirina wan wek tiştekî qaşo îbadetê dibîne." Hat destnîşankirin ku tevî peymana ku di Adara 2025’an de hatiye îmzekirin jî, HTŞ êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û ev helwest ne tenê gelê Durzî, di heman demê de destkeftiyên demokratîk ên li herêmê jî hedef digire.

Di daxuyaniyê de rexne li civaka cîhanî jî hat kirin û hat gotin ku "Bêdengiya dewletên ku xwe wekî parêzvanên mafên mirovan pênase dikin nîşana durûtiyê ye. Ev bêdengî rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev bêdengî çavên xwe ji binaxkirina bi saxî ya mirovan re digire."

Her wiha di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Tirkiye, DYA û Îsraîl li pişt êrîşên qirker ên li Sûriyeyê û zextên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û hate destnîşankirin ku herêm bi nêzîkatiyek monîst û piştgirîdayîna DAIŞ'ê tê sêwirandin. Di daxuyaniyê de komkujiyên li peravên Deryaya Spî yên li dijî Elewiyan hatine kirin wekî nîşaneya herî xwînî ya vê îdeolojiyê hatin binavkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dibe ku îro Durzî û Elewî bibin hedef. Lê eger sibê bêdengî were parastin, kî dê yê din be?"

Bang hat kirin

Di daxuyaniyê de bi van gotinan banga hevgirtinê hat kirin: "Werin em bi îradeya demokratîk li dijî êrîşên qirkirinê yên li Sûriyeyê û zilma li ser Rojava mil bi mil bisekinin û em bi hev re li hember vê tarîtiyê li ber xwe bidin. Ji ber ku ev ne tenê qîrîna Durzî ye; ev qîrîna hemû gelên ku di nav tembûrên şer ên Rojhilata Navîn de li ber windabûnê ne. Werin em rê nedin êrîş û zilma qirkirinê. Yekîtî û hevgirtina gelan dê bi ser bikeve. Silav ji bo yên ku li ber xwe didin."