Bandorên El Niño berfireh dibin: Li 45 welatan dê birçîbûna tund zêde bibe
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ragihand ku dijwarbûna El Niño dê krîza ewlehiya xwarinê ya cîhanî kûrtir bike. Tê payîn ku birçîbûna tund ji Îlona pê ve dê bi qasî 49 milyon kesan zêde bike.
Navenda Nûçeyan – Diyardeya El Niño pirsgirêkên ku civakên herî xeternak ên cîhanê pê re rûbirû dimînin, eşkere dike. Ji ber ku hişkesalî, lehî û bahoz hilberîna çandiniyê qels dikin û debara jiyanê tehdît dikin. Ev jî dibe sedema zêdebûna birçîbûnê.
'Dijwarbûna El Niño dê krîza xwarinê kûrtir bike'
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê duh daxuyaniyek da û bal kişand ser bandorên El Ninoyê. Rêxistinê, diyar kir ku dijwarbûna El Niño dê krîza ewlehiya xwarinê ya cîhanî kûrtir bike. Rêxistinê ragihand ku tê payîn hejmara mirovên ku bi birçîbûnê re rûbirû ne, heta Îlonê bi qasî 49 milyon zêde bibe.
Hewlên parastina civakê ya ji krîzê
Bernameyê eşkere kir ku ew bi hevkariya hevkarên xwe, li 8 welatan hewlên xwe zêde dike. Rêxistin hewl dide ku civakên ji xizanî, pevçûn, bêkarî û karesatên avhewayê yên dubare êşê dikşînin, bi xurtkirina tedbîrên amadekariya zû, ji xetereyên lehiyê, hişkesaliyê û tofanan biparêze.
Li 45 welatan krîza ewlehiya xwarinê dê kûrtir bibe
Rêvebirê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê got ku El Niño gefeke mezin li ser ewlehiya xwarinê ya bi milyonan mirovên bêparastin çêdike. Rêveber tekez kir ku çalakiya zû, dibe alîkar ku jiyanan rizgar bike, debara jiyanê biparêze û windahiyên pêşerojê kêm bike.
Li gorî raporê, hejmara mirovên ku li 45 welatan ji bêewlehiya xwarinê ya tûj dikşînin, dikare ji 225 milyonî bighîje 274 milyonî, ku ev jî zêdebûnek nêzîkî ji sedî 22 ye. Texmîn her wiha nîşan didin ku her dolarek ku ji bo bersiva zû tê veberhênan, di navbera 3 û 7 dolaran de di lêçûn û windahiyên alîkariyê yên paşê de, sexberî dike.
Herî zêde Emrîkaya Navîn û Efrîkaya Başûr bi bandor bibin
Raporê destnîşan kir ku Emrîkaya Navîn û Efrîkaya Başûr dê di nav herêmên herî zêde bi bandor de bin û ev agahî dan: “Zêdetirî 16 milyon kes li Emrîkaya Latîn û Karayîban dibe ku bi bandor bibin û bêewlehiya xwarinê li Emrîkaya Navîn heta ji sedî 83.1 zêde dibe. Zêdetirî 18 milyon kes li Rojhilat û Başûrê Efrîkayê di xetereya xirabûna ewlehiya xwarinê de ne. Di heman demê de tê payîn ku nêzî 8.2 milyon kes li Asya û Pasîfîkê bikevin nav birçîbûneke tûj. Her wiha nêzî 6 milyon kes jî li Efrîkaya Rojava û Navîn di xeterê de ne.”
Dê bandorên krîzê heya 2027'an jî dom bike
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê destnîşan dike ku diyardeya El Niño ya 2015-2016'an bandor li ewlehiya xwarinê ya di navbera 60 û 100 milyon kesan de kiriye. Bernameyê hişyarî da ku lûtkeya diyardeyê ya di navbera Îlon û Kanûna vê salê de dikare bandorên xwe yên heta sala 2027'an jî bike, ji ber bandora wê li ser demsalên çandinî û çinînê.
Banga tedbîrên pêşîlêgirtinê
Bernameyê bi hevkariya Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) banga xurtkirina piştgiriya ji bo civakên herî xeternak û tundkirina tedbîrên pêşîlêgirtinê û amadekariya zû ji bo parastina jiyan, debara jiyanê û ewlehiya xwarinê kir. Bernameyê destnîşan kir ku wê li zêdetirî 50 welatan bi hevahengiya hevkarên navneteweyî û hikûmetên herêmî planên pêşîlêgirtinê pêşxistine.