Bahoza tozê zêde dibe: Li gelek navçeyan dibistan hatin girtin

Piştî zêdebûna bahoza tozê, li hemû dibistanên li parêzgehên Bandar Abbas, rojhilatê Hormozgan û Sistanê yên Îranê dersên sibê û piştî nîvro bi awayekî sêrhel hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Bayên bihêz û bahozên tozê yên tund ên li Rojhilata Navîn, li başûr û rojavayê Îranê bandorek neyînî li ser jiyanê kir. Hemû dibistanên li Bandar Abbas, rojhilatê Hormozgan û herêma Sistanê îro, hem sibê û hem jî piştî nîvro, derbasî perwerdehiya sêrhel bûn. Her wiha, li şeş bajarên parêzgeha Xuzistanê vekirina saziyên giştî û navendên perwerdehiyê du saetan dereng destpêkir.

Rêvebera Giştî ya Rêveberiya Krîza Hormozgan Mehrdad Hesen Zadeh, diyar kir ku bayên bakur-rojhilat ên diherîke û digihijê di saetê de 50 kîlometre, tozên giran ji bi xwe re tîne û got: "Ji ber xirabûna kalîteya hewayê, ji bo parastina tenduristiya xwendekaran dersên dibistanên seretayî yên li navçeyên Bandar Abbas, Rudan, Mînab, Beşagerd, Sirik û Jasq wê serhêl werin dayîn."

Walîtiya Sîstan û Belûçistanê jî, ragihand ku piştî hişyariya meteorolojîk, hemû dibistanên li pênc navçeyên herêma Sîstanê ji bo dersên sibê û piştî nîvro derbasî perwerdehiya sêrhel bûne.

Li aliyê din, Komîsyona Awarte ya Qirêjiya Hewayê ya Xuzistanê, ragihand ku ji ber belavûna dûmana agirên berdewam ên li zozana Xuralazimê ya li aliyê Iraqê ku ber bi rojavayê Xuzistanê û zêdebûna qirêjiyên ji pîşesazî û çandiniyê tedbîr hatine girtin. Li gorî vê yekê, saziyên giştî, zanîngeh û dibistanên li bajarên Ahwaz, Hemîdiye, Bavî, Karun, Howayza û Deşt-e Azadegan di saet 9:30’an de hatin vekirin.

Pisporan, destnîşan dikin ku bahozên tozê yên di hefteyên dawî de li herêmê zêde bûye, him dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê û him jî astengiyên veguhastinê.