NY: Polîtîkayên Talîbanê yên li dijî jinan û binpêkirinên mafên mirovan kûr dibin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê, diyar kir ku Talîbanê zextên xwe zêde kiriye û cîhanê jî gelê Efganistanê bi qeyranên giran re tenê hiştiye.
Navenda Nûçeyan – Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê, di daxuyaniya xwe ya îro de, bal kişand ser dûrxistina berdewam a jin û keçan ya ji jiyana giştî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku qanûnên nû yên Talîbanê sînorkirinên di qadên perwerde, kar, rêwîtî, zewac û hevberdanê de zêde dike û jinan ji pêvajoyên biryargirtinê dûr dixe. Komîseriyê, tekez kir ku ev pêkanîn binpêkirinên cidî yên mafên mirovan û cudakariya zayendî ya bipergalî pêktînin.
Herî kêm 449 mêr û jin ji aliyê rayedarên ve rastî cezayên fîzîkî hatin
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Wezareta Fermankirina Qencî û Pêşîgirtina Xerabiyê ya Talîbanê ji ber sedemên wekî nepêkanîna qûralên cil û bergan, mezinkirina rih an jî lêdana muzîkê û guhdarîkirina muzîkê, binçavkirina mêr û jinan didomîne.
Li gorî vê yekê, di nîvê ewil a vê salê de herî kêm 449 mêr û jin ji aliyê rayedarên ve rastî cezayên fîzîkî hatin. Talîbanê, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî komên cûda yên wekî karbidestên berê yên hikûmetê, kêmneteweyên olî û rojnamevan didomîne.
Qeyrana kûr û vegerên bi darê zorê
Komîserê Bilind, ragihand ku di serî de Îran û Pakistanê zêdetirî 400 hezar Efganî bi darê zorê hatine vegerandin. Hate diyarkirin ku kesên vegeriyayî bi xizaniyê, kêmbûna xurek û avê û zehmetiyên gihîştina lênihêrîna tenduristiyê û perwerdehiyê re rûbirû ne û kêmbûna alîkariyên derva qeyrane kûrtir kiriye.
Banga çalakiya navneteweyî
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bang li hemû dewletan kir ku polîtîkayên xwe yên der barê Efganistanê de ji nû ve binirxînin û jiyan û mafên mirovan bidin pêşiyê. Her wiha ji aktorên bi bandor ên li herêmê hate xwestin ku ji bo hemû Efganiyan bi daxwaza wekhevî û rûmetê tevbigerin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, hate tekez kir divê mafên mirovan û prensîbên bingehîn ên rûmet û wekheviyê werin parastin.