‘Azadiya jinê mifteya aştiya civakî ye’
Endama Akademiya Jineolojiyê Aliya Osman anî ziman ku formula efsûnî ya Jin, Jiyan, Azadî ya Abdullah Ocalan bi wekheviya zayendî rê li ber çareserkirina krîzên civakî vedike û got ku azadiya jinê û demokratîkbûna malbatê mifteya aştiya civakî ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê bi azadiya jinan ve sînordar e; ew paradîgmayek e ji bo çareserkirina krîzên civakî, siyasî û exlaqî. Abdullah Ocalan her tim azadiya jinan xistiye navenda bangên xwe yên ji bo aştî û civakek demokratîk. Di nameyên xwe yên ji bo jinan û di civînên xwe yên li Îmraliyê de, wî tekez kir ku koka hemû pirsgirêkên civakî newekhevî û serdestî di têkiliya mêr-jin de ye û ji ber vê yekê, divê ev têkilî li ser bingeha azadiyê ji nû ve were avakirin.
Li gorî Abdullah Ocalan, koletiya jinan zincîra yekem di dîroka mirovahiyê de ye û rizgariya jinê destpêka civakek demokratîk û aştîxwaz e. Ev têgihîştina bi formula efsûnî ya "Jin, Jiyan, Azadî" şênber dibe, rizgarî û azadiya jinan kir pîvana demokrasî, edalet û aştiyê.
Di vê çarçoveyê de, endama Akademiya Jineolojiyê Aliya Osman diyar kir ku hevsengiya di navbera jin û mêr de û fikra malbateke demokratîk, ku Ocalan di peyama xwe de tekez dike, ji çareseriyên herî rastîn ên krîzên kûr ên civakî û siyasî yên îro ne. Alya Osman anî ziman ku nêzîkatiya Abdullah Ocalan a ji bo pirsgirêkên jinan ne tenê meseleya zayendî ye, di heman demê de ji nû ve pênasekirina nirxên mirovan û avakirina jiyaneke azad jî nîşan dide.
‘Feraseta baviksalarî têkiliyek wêranker çêkiriye’
Aliya Osman destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di peyama xwe ya dawî de îşaret bi wekheviya di navbera jin û mêr kiriye û axaftina xwe bi vî awayî domand: “Di peyama xwe ya dawî de, Rêbertî behsa mijareke pir girîng a di civakê de kir, ew jî mijara jinan an jî têkiliya di navbera jin û mêran de ye, ku sedema krîzên civakî û siyasî ye. Eger em li dîrokê vegerin û li civakê binhêrin, em ê bibînin ku pirsgirêkên ku çêdibin ji ber ferasetek ku hatiye çandin in, ew jî feraseta serdestî û kêmasiyê ye, feraseta otorîteyê ye ku ji têkiliya di navbera jin û mêran de tê wergirtin. Ev feraset li ser hûrguliyên olî yên derewîn an li ser adet û kevneşopiyan û kiryarên wan ên xelet hatiye avakirin. Em behsa adet û kevneşopiyan dikin bêyî ku li bîra wan a demkî binhêrin, gelo ew di wê demê de pêwîst bûn, an gelo ew pratîkên otorîter bûn ku ji hêla desthilatdaran ve hatine ferzkirin û veguherandine adet û kevneşopiyan û ev yek têkiliyek wêranker di navbera mêr û jinan de çêdike.”
‘Feraseta dizîna milkên zayendan gelek kirîz anîn’
Aliyaaxaftina xwe wiha domand: “Ev feraset li ser bingeha dizîna milkê zayenda din hatiye avakirin. Ev yek di nav civakê de krîzên mezin diafirîne ji ber ku bi vî rengî têkiliya di navbera jin û mêr de tê hilweşandin. Li ser vê bingehê tevahiya civakê tê hilweşandin û ev krîzên ku em di civakê de dijîn sedema vê hilweşandinê ne. Hetta, sedema krîzên siyasî û aborî ne jî. Ev yek bûye sedema çêbûna şer û krîzan. Ji bo derbaskirina van krîzan, divê em vegerin ser esl û bingeha pirsgirêka ku têkiliya di navbera mêr, jin û civakê de hilweşandiye. Dema ku jin di hemû warên jiyanê de rola xwe bilîzin, siyaset, aborî û zanist dê di xizmeta civakê de bin. Ji ber vê yekê, em behsa rewşek sosyolojîk di civakê de dikin.”
‘Çareserî avakirina malbatek demokratîk e’
Aliya tekez kir ku çareseriya hemû krîzan bi avakirina malbateke demokratîk ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Ew jî bingeha jiyana hevbeş e û kuştina feraseta mêr a otorîter ku di civakê de hatiye çandin û li ser jin û mêran hatiye ferzkirin. Çareseriya pirsgirêk û qeyranên civakî bi guhertina feraseta mêr û guhertina vîzyona jiyanê ve girêdayî ye. Ev yek têkoşîneke derûnî û têkoşîneke sazûmanî hewce dike da ku ji têgeha ku jin tenê made, makîne, an milk in xilas bibin û têgeha jiyana hevbeş were çandin.”
‘Zagon heye lê pratîka wê tuneye’
Aliya Osman destnîşan kir ku li hemû welatan qanûn hene ku daxwaza edalet û wekheviyê dikin, lê ew li ser rûyê erdê nehatine bicîhanîn û bi mînaka herî mezin, bi Sûriyeyê axaftina xwe domand: “Destûra bingehîn a li Sûriyeyê ye, yek ji bendên wê wekheviya di navbera jin û mêran de ye. Lê gava em îradeya jinan dibînin, ew di bin bandora mêran de ye. Ji ber vê yekê, em qanûnan dibînin, lê ew nakok in û em dibînin ku jin di parlementoyê de nikarin pirsgirêkên jinan bînin ziman. Bi van zagonên şeklî, jin û civak tên xapandin.”
‘Em rastiyek dijîn û ji vê rastiyê ezmûnan digrin’
Aliya got ku ev qonax ne ceribandinek e, lê belê rastiyek e ku ew dikare jê ezmûnan bigre û wiha berdewam kir: “Ji demên kevnar ve têkoşîna jinan ji bo wekheviyê û guhertina feraseta mêr berdewam kiriye. Jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê tevgera jinên Kurdistanê ve pir bandor bûne û bi rêya wê, hişmendiya femînîst li herêmê ava bûye. Bi rêya wê, jinan xwe birêxistin kirine û di hemû warên jiyanê de roleke girîng lîstine. Têgeha sîstema Hevserokatiyê di rêveberiya xweseriya demokratîk de têgehek e ku civatek dadmend ava dike. Em êdî ne ezmûnekê dijîn, em rastiyek dijîn. Ji vê rastiyê em ezmûnan digirin û pisporiya xwe dewlemend dikin da ku civatek li ser bingeha jiyanek azad û hevbeş ava bikin.”
Aliya bang li hemû jinan kir ku asta tekoşînê bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em, wekî jîneolojiyê û tevgerên jinan, hevdu temam dikin da ku feraseta mêr biguherînin û civakek li ser bingeha jiyana hevbeş ava bikin da ku krîzan çareser bikin.”