Îranê sirûda ‘Riya Xebatman’ kir hinceta ceza

Li Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê midûra dibistaneke seretayî ji ber ku komek xwendekarên dibistanê di salvegera komkujiya Helebceyê de sirûda bi navê “Riya xebatman” xwendin, ji peywira midûrtiyê hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Îranê zilma li ser gelên li welêt didomîne. Binçavkirin, cezakirin û dûrxistina ji kar, bûye rûtînek li vî welatî. Bi taybetî jî li ser jinan bi hincetên derveyê aqilan, binpêkirinên sosret tên kirin. Yek ji vana, li bajarê Ciwanroyê qewimî. Zeytûn Kehzadî ku midûra Dibistana Seretayî ya Keçikan a Firewsî ye, ji ber ku komeke xwendekarên dibistanê sirûda şoreşger a “Riya xebatman” gotin, ji aliyê saziyên ewlehiya Komara Îslamê ya Îranê ve hat vexwendin û ji peywirê hat girtin.

Ji midûrtiyê hat girtin

Zeytûn Kehzadî piştî ku ji midûriyeta dibistanê hat avêtin, ji mehaneya wê hinek pere jî hat birîn. Zeytûn Kehzadî piştî ku ji peywira midûrtiyê hat girtin, niha li heman dibistanê mamostetiyê dike. Her wiha rayedarên Wezareta  Perwerdeyê, cezayekî din jî lê birîn, her meh ji mehaneya wê  4 milyon tumen hatiye birîn.

Li gorî raporên ku hatin weşandin, biryara saziyan destpêkê ew bûye ku Zeytûn Kehzadî bi temamî ji perwerdeyê were îxrackirin lê bi hinek hincetan, ev biryar hat guhertin û tenê ji peywira midûriyetê hat girtin.

Sirûda ku sembola nasnameya çanda Kurdî ye

Li Dibistana Seretayî ya Firdewsî ya Ciwanroyê hinek xwendekaran bi yek ji mamosteyên dibistanê Mehrî Xosrewzade re, di çalakiya ku ji bo salvegera komkujiya Helebceyê hat lidarxistin de, sirûda şoreşger a “Riya Xebatman” bi hev re gotibûn.

Gotina sirûda “Riya Xebatman” yek ji stranên ku peyamên berxwedan, yekîtî û pêşerojeke adil di xwe de dihewînê ye. Ev sirûda ku sembola nasnameya çandî ya gelê Kurd û berxwedanê ye; bû sedema zexta hêzên ewlekariyê û mudaxeleya li ser saziyên perwerdê.