Ayşegul Dogan: Ji bo çareseriyê qanûna çarçoveyî û guhertina zimanê siyasetê şert e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku pêvajo ne yek alî ye. Divê mutabakateke hevpar pêk were. Ji bo wê jî divê helwesteke yek alî nebe. Pêvajo divê li gor ruhê pêvajoyê bibe. Ji bo wê jî divê li gor muzakereyê be.
Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Ayşegul Dogan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de her wiha têkildarî geşedanên rojevê û Qanûna çarçoveyî li navenda giştî ya partiya DEM’ê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
‘Qanûn pir krîtîk e’
Ayşegul Dogan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku rojeva serekê ya siyasetê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha axivî: “2 roj berê Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya me civiya û rojeva me ya sereke jî qanûna çarçoveyî bû. Ji bo gava yekem a qanûnî amadekarî tên kirin.”
Ayşegul Dogan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çareserî ne tenê bi çêkirina qanûnekî ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Qanûn pir krîtîk e. Çareserî tenê bi çêkirina qanûneke û vegerê pêk nayê. Em behsa pirsgirêkek sed salan dikin. Em di pêvajoyeke ku vê pirsgirêka sedsalî çareser bike û qanûna biratiyê ava bike re derbas dibin. Em bang li partiyên siyasî dikin ku li gor vê hesasiyetê tevbigerin. Ew yek divê li gor hesabên teng a siyasî neyê dest girtin. Em xebatên xwe li gor vê hesasiyetê dikin û niha şûn vê jî wisa bikin.”
‘Qanûna Çarçoveyî dê bibe çavkaniya qanûnên nû’
Ayşegul Dogan diyar kir ku li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dan standin didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Danûstandin hê negehiştine encamê. Tekez cudakarî hene. Lê ji bo li hevkirinek li ser pêşnûmeyê çêbibe muzakere berdewam dikin. Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar û bi tevlîbûna hemû beşan pêk were. Piştî qanûn derket serdemeke nû dê dest pê bike û ew qanûn dê bibe çavkaniya qanûnên nû. Ji bo wê zimanê qanûn û naverok ji bo me pir girîng e û lihevkirina li ser vê yekê pir girîng e.”
‘Divê şert û mercên birêz Ocalan ben sererastkirin’
Ayşegul Dogan li ser nûçeyên derbarê rewşa Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev tişt anîn ziman: “Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Li gor rastiya pêvajoyê jî divê şert û mercên hiqûqî yên birêz Ocalan bên sererastkirin. Divê mekanîzmayên pêwîst bên avakirin û li dijî pirsgirêkên derbikevin tedbir bên girtin.”
‘Divê ziman bibe zimanê aştiyê û dev ji ya dijber bê berdan’
Ayşegul Dogan bal kişand ser zimanê çapemeniyê ya li dijî pêvajoyê û wiha pêl dayê: “Bikaranîn ziman pir girîng e. Divê ziman bibe zimanê aştiyê. Dev jî ji zimanê dijber û dijminatiyê bê berdan. Divê hessasiyet ber bi çav bên girtin. Em di zimanê xwe de baldar in divê hemû kes jî bikaranî ziman baldar be. Bi vê pêvajoyê hemû welatiyên Tirkiyeyê dê sûd bigirin. Hemû welatiyên Tirkiyeyê ji şer û pevçûnan êşên mezin kişandin. Niha ew serdem bi dawî dibe. Ji bo wê jî hewcedarî bi zimanekî nû yê çêkir heye.”
‘Demên li pêş me pir bi krîtîk in’
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê qanûn bingeheke xurt ji bo aştî û demokrasiyê veke û wiha domand: “Dibe ku qanûn demkî be lê divê bandora wê demdirêj be û bingeha aştî û demokrasiyê vebike. Em li bendê ne meclîs li ser dîrokê daxuyaniyê bide. Ji bo wê jî seat û demên li pêş me pir bi krîtîk in.”
'Divê mutabakateke hevpar pêk were'
Her wiha Ayşegul Dogan têkildarî pirsên rojnamgeran a li ser fikarên ku AKP’ê yek alî pêşnûmeyê amade bike jî diyar kir ku divê ne şênberbûnên pêvajoyê derbas bibin û li ser pêşnûmeyê raya giştî jî bê agahdar kirin û wiha bi dawî kir: “Ew pêvajo ne yek alî ye. Divê mutabakateke hevpar pêk were. Ji bo wê jî divê helwesteke yek alî nebe. Pêvajo divê li gor ruhê pêvajoyê bibe. Ji bo wê jî divê li gor muzakereyê be. Divê naveroka qanûn berfireh bibe û hemû kesan bigire nava xwe.”