Avan Mihemed: Divê pergala kotayê ji bo jinan tunebe
Berpirsa Rêxistina Yekîtiya Jinan a Hewlêrê Avan Mihemed bal kişand ser hêza jinan di qada siyasetê de û daxwaz kir ku kotaya taybet ji bo jinan di hilbijartinan de tunebe.
Hewlêr – 11’ê Mijdara 2025’an li bendê ye ku hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêk werin. Lê belê ya balkêş ew e ku rêjeya herî kêm a namzedan a jinan e û pergale kotayê ya ji sedî 25 ji bo jinan hatiye diyarkirin. Ev yek jî bû sedema nerazîbûnan, namzedên jin diyar dikin ku ev pergal di destpêkê de ji bo parastina mafê beşdariya jinan rast bûye lê belê niha ziyanê dide rêjeya beşdariya jinan û divê jin bi dengê xwe biçin navendên biryardayînê, ji ber ku zêdetir deng ji wan re tê dayîn.
‘Kota sînor di navbera jin û mêran de çêdike’
Têkildarî mijarê berpirsa Rêxistina Yekîtiya Jinan a Hewlêrê Avan Mihemed ji ajansa me re axivî nerazîbûna xwe ya der barê pergala kotayê ji bo jinan di hilbijartina Iraqê û herêma Kurdistanê de anî ziman û got: “Em her carê dibêjin xwezila kota ji bo jinan nebûya. Ji ber dizanim jin bi bandor û aktîf ji bo serkeftina karê xwe û bi destxistina armancên xwe dixebitin. Her çendî jin dikarin dengan binîn jî sînorek di navbera jin û mêran de çêdike. Ev sînor jî li pêşiya pêşketina wan dibe asteng. Divê ev mijar were sererastkirin. Ji ber ku jin di wê astê de ne, dikarin bê kota kursî bi dest bixin.”
‘Divê perwerdeyên siyasî û akademîk ji bo jinên siyasetmedar hebin’
Avan Mihemd da zanîn ku divê bernameyên stratejîk ji bo jinan bên amadekirin û got: “Divê aliyê desthilatdar û partî bernameyek wisa amade bikin ku jin bikaribin ber bi lutkeya siyasî ve biçin. Li herêma Kurdistanê hejmarek zêde ya jinên siyasetmedar heye. Lê belê ji bo bigihîjin armancên xwe ji ber nakokiyên siyasî û piştevaniya kêm derfetên pêwist ji wan re nehatiye afirandin. Ji ber wê divê bernameyên perwerdeyê yên siyasî û akademîk ji bo jinên siyasetmedar werin dayîn da ku bikaribin bibin serkirde.”
‘Di medyaya dîjîtal de jin dibin hedef’
Avan Mihemed destnîşan kir ku di medyaya dîjîtal de gelek caran jin tên hedefgirtin û wiha got: “Jinên siyasetmedar ji van natirsin û girîngî nadin van gef û reşkirinan. Dema diçin qada siyasî divê plana me ji bo wê hebe û em bizanibin ku rojek dibe rastî van kiryarên kesên nezan werin.”
‘Mêr azadiya dengdanê ji jinan digrin’
Avan Mihemed di dawiya axaftina xwe de nerazîbûna xwe li hemberî biryarnedayîna serbixwe ya jinan di hilbijartinê de anî ziman û got: “Mêr di nava malbatê de bi taybetî biryar li ser dengê jinan didin û ji wan re diyar dikin ku deng bidin kê, azadiya dengdanê jî ji jinan digrin. Heta niha jin nikaribûne biryara xwe di hilbijartinê de bidin. Em weke rêxistin hewl didin ku jin deng bidin jinan. Ji ber dema parlamenterek tê hilbijartin, ev rewş bandorê li jinan dike. Gelek caran dema em serdana malan dikin, mêr dibêjin ‘xem nexwin ez ê bi xwe binîm ser sindoqê.’ Ev jî nîşan dide ku biryar ne di destên jinan de ye.”