'Astengiya herî mezin li pêşiya mafên jinan polîtîkayên hikûmetê ne'
Jinên ji Yemen û Sûdanê yên ku beşdarî Kongreya NADA bûn, pirsgirêkên ku jin li welatên wan pê re rû bi rû dimînin, rêz kirin. Jinan diyar kirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya mafên jinan polîtîka û qanûnên hikûmetê yên li ser jinan in.

RAJA HAMID REŞÎD
Silêmanî – 1’emîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê pêk hat, bi komxebat û nîqaşan berdewam dike.
Parêzvana mafên jinan a Sûdanî Alaa Abdullah di kongreyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta Sûdanê yên li ser jinan. Alaa Abdullah diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya mafên jinan polîtîka û qanûnên fermî yên hikûmetê ne û got, "Sûdan welatekî xwedî pirrengiyeke çandî ya mezin e. Lê belê, ev dewlemendî di temsîliyeta siyasî ya jinan de nayê nîşandan. Di danûstandinên aştiyê de, dengê jinan an qet nayê bihîstin an jî bi awayekî sembolîk sînordar dimîne."
'Nûnertiya jinan heta nagihîje çaryeka pêwîst jî'
Alaa Abdullah destnîşan kir ku jin piştî şerê navxweyî bi piranî ji danûstandinan hatine dûrxistin û tekez kir ku temsîliyeta jinan pir caran negihîştiye çaryeka ku divê bûya. Alaa Abdullah diyar kir ku pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin li gorî herêman diguherin û diyar kir ku çareserî divê li gorî van cudahîyan werin şekildan û got: "Mekanîzmayên edaletê divê li gorî jiyana jinan a herêmî werin şekildan. Her wiha, divê jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin. Girîng e ku jinên ji hemû herêman di pêvajoya temsîliyeta rastîn a jinan de cih bigirin."
'Ji bo temsîliyeta jinan polîtîkayên berfireh girîng in'
Çalakvana Sûdanî tekez kir ku girîng e ku jin di hemû waran de bi awayekî dadperwer û berfireh werin temsîlkirin û got ku ev ne tenê divê temsîliyeteke hejmarî lê di heman demê de divê temsîliyeteke kalîteyî jî be. Alaa Abdullah got, "Divê qanûnên nû rûmeta jinan biparêzin û ewlehiya wan misoger bikin. Divê hevsengiyên civakî-siyasî yên nû yên ku piştî şer derketin holê werin berçavgirtin."
Astengiyên sîstematîk li pêşiya jinan
Parêzera Yemenî û parêzvana mafên jinan Rexde El-Meqterî got ku rêxistinên civaka sivîl ên li welêt di hawîrdora krîza heyî de roleke girîng di bilindkirina hişmendî û hêzdarkirina jinan de dilîzin.
Raxda El-Meqterî bal kişand ser kampanyayên hişyarkirinê ji bo jinan li Yemenê û got, "Kampanya hewl didin ku jinan ne tenê di warê siyasetê de, lê di warê aborî de jî hêzdar bikin."
Raxda El-Meqtarî diyar kir ku jin li Yemenê ne tenê ji hêla aborî û siyasî ve, lê di heman demê de ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve jî di bin zextek mezin de ne û got, "Çalakvanên jin neçar in ku hem li dijî zextên baviksalar ên di nav civakê de û hem jî li dijî kampanyayên nefretê yên ku ji hêla komên radîkal ve têne hedefgirtin şer bikin."
Raxda El-Meqterî diyar kir ku sînordarkirinên li ser azadiyên jinan, girtinên keyfî, înkarkirina gihîştina çavkaniyên aborî û bêparhiştina ji mafên bingehîn berbelav bûne û got ku ji ber vê yekê rêxistinên civaka sivîl di berxwedana jinan de roleke girîng dilîzin.