‘Nenavendîbûn temînata pêşeroja jinên Sûriyeyê ye’

Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk, bi sernavê "Ji nenavendîbûne ber bi makezagonek neteweyî ya berfireh ve" rûniştinek diyalogê li dar xist. Beşdaran, balkişandin ser pêdiviya pergalek nenavendî ku mafên jinan diparêze.

Heleb – Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk, îro bi sernavê "Ji nenavendîbûne ber bi makezagonek neteweyî ya berfireh ve" rûniştinek diyalogê li dar xist. Kesayetên çandî, jinên ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesên serbixwe beşdarî rûniştinê bûn. Beşdaran, gelek mijarên rojane yên ku raya giştî ya Sûriyeyê eleqedar dike nîqaş kirin. Her wiha beşdaran, balkişandin li ser li Sûriyeyê pêkanîna pergalekî nenavendî ya rêveberiyê û nivîsandina makezagonek neteweyî ku mafên jinan û hemû pêkhateyên civakî diparêze.

Di destpêka rûniştinê de, ji Meclisa Sûriya Demokratîk Zeyneb Kanber axivî û diyar kir ku makezagon û nenavendîbûn hev temam dike. Zeyneb Kanber, destnîşan kir ku ger nenavendî bi makezagonek demokratîk ve neyê piştgirî kirin, nikare bigihîje armanca xwe û beşdariya jinan a pêvajoyê, ji bo armanca têkoşîna şoreşgerî pir krîtîk e.

Girîngiya nenavendîbûyînê

Ji Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Îman Alou, da zanîn nenavendîbûyîn ji bo pirsgirêkên koçberî û ji cih û warên xwe bûyîn re çareseriyek domdar pêşkêş dike û hewil dide jin di pêvajoyên biryardanê de rolek çalak bigrin. Îman Alou, da zanîn ev pergal yekîtiya neteweyî xurt dike û dikare hevsengiya civakî û siyasî ji nû ve avabike.

Makezagona nû û rola jinê

Parêzer Halîme Îbrahîm, balkişand li ser girîngiya misogerkirina temsîliyeta adil û bibandor a jinan a di saziyên dewletê de û diyar kir ku divê makezagon rêjeyên nûnertiya jinan dixe bin temînatê, mafên wan ên perwerde, tenduristî, ked û milk bêparastin û qanûnên li dijî tundiya li dijî jinan hebe.

Beşdaran, qebûl kirin ku nenavendîbûyîn ne veqetandinê, ji bo demokrasî û edaleta civakî amûrek e. Hate destnîşan kirin ku beşdariya çalak a jinê ya ji bo pêvajoyên çêkirina makezagon û biryargirtinê, ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ya li ser bingehên aramî û wekheviyê pir krîtîk e.