Xemla jinên gundewarên Qesrînê: Hine tenî û rûn
Malzemeyên ku jin ji bo bedewiyê li gundewarên Sidî Buzîd, bi kar tînin di bazaran de ne tên dîtin ne jî tên firotin. Berhemên ku xwedî kevneşopî û çanda kevnar in hê jî bi destên jinan bi hine, rûn û teniyê tên çêkirin û dibin sembolên dîrokî.
ÎXLAS HAMRUNÎ
Tûnis – Li herêmên gundewarên Tûnisê, bi taybetî li gundewarên Sidî Buzîd û gundên biçûk, jin hê jî sira bedewiyê, bi kevneşopiyan diparêzin. Malzemeyên xemilandinê yên modern ji bo gelek jinên ku weke ‘awayek ne guncaw’ dibînin, cihê berhemên kozmetîk ên biriqandî tune ye. Li vê derê li cihê mekyajên biriqandî, hine û deq, (toza xwezayî ku di erzîng, enî û derdora çav xetên zarîq xêz dike) tê bikaranîn. Ev herdu madeyên xwezayî, bêhna bîra pîrikan û nebatên biyanî di xwe de dihewînin. Felsefeya bedewî ku ji sadetî û xweseriyê derdikeve diteyîsîne.
‘Hine ji xemilandinê zêdetir şîfa ye’
Yek ji wan jinan Hasna Bu Alî ya li gundewarê Sidî Bozîd e. Hesnaya ku di qada hine û deqan de dixebite, bi amûrên asan ên di destên xwe de, bi rûyê bi ken ji malê diçe maleke din. Jinên li gund jê re dibêjin ‘jina hinayê’ ji bo dawetan, cejnan û rojên taybet wan bixemilîne û di heman demê de ji bo şifayê bangî wê dikin.
Hasna Bu Alî wiha dibêje: “Hine ji bo min, ne rengekî ku çerm dixemilîne ye, rîtuela jiyanê ye. Hine beriya xemlê şîfa ye. Bedenê germ dike, ruh rehet dike. Em wê bi rûnên xwezayî re tevlîhev dikin, hemû tişt xwezayî ne. Jin jê hez dikin ji ber hem bedew dikin û hem jî tedawî dikin. Cureyên cuda yên hineyê hene. Ji bo xemilandinê bi taybetî hatiye amadekirin, hineya ku bi baldarî hatiye tevlîhevkirin û tonê rengek bedew dide heye, hineya ku bi temamî xwezayî ye westandinê dibe û êşê sivîk dike heye.”
‘Hine sembola kêfxweşiyê ye’
Hasna Bu Alî wiha behsa awayê xebata xwe dike: “Em wê ji pelên hişkirî çêdikin, bi avê şil dikin û rûn tevlî dikin. Em ji hineya amade ya di torbeyan de tê firton hez nakin. Em dihêlin, heta xwe digre em dest bi nexşîna wê dikin. Em naxwazin rengê wê tarî bibe, bila xwezayî be, em dixwazin bişibe rengê axê. Dema diçim malekê ji jinek dipirsim, dibêjim bila nexş li dest be yan li ling? Kevana bi terzê ereban be yan jî xemên nû be? Piştre bi awayekî bi aram destpê dikim. Hemû xet nexşên kêfxweşiyê ne. Bêhna hineyê jî rewşa ruh diguherîne, malê tije germahî û kêfxweşî dike.”
Hasna Bu Alî da zanîn ku xweşikiya rast ne bi dîtbariyê ye, li herêmên gundewar hê berhemên kozmetîk baş nayên dîtin û wiha got: “Jin ji bo xwe îfade bikin hê hine û deqan bi kar tînin. Hine li vê derê sembola kêfxweşiyê ye. Di dawet û cejnan de tê bikaranîn, heta cihekî ku êş tê de hebe jî te bikaranîn dibêjin; ‘em hine bikin da êş nemîne.’ Ji ber ku hine kêfê û aramiyê dide bedenê."
‘Parçeyek ji zaroktî û bîra me ye’
Nura Sasî jî hineyê weke neynika bedewiya rast dibîne û dibêje: “Em ji bedewiyê hez dikin, ji ber vê em hine û deqê bi kar tînin, ji ber ku xwezayî û mayînde ye.”
Zaroktiya wê tê bîra wê û wiha dibêje: “Dema zarok bûm her dem min li pirîka xwe mêze dikir, bi rûnê zeytûnan hineyê tevlîhev dikir, destên keçan dinexişand û stranan digot. Ji bo me hine ne tenê hînbûn e, parçeyek ji zarokatiya me û bîra me ye. Dema ez destên xwe hene dikim pîrika min tê bîra min û jib o ku li pîrika xwe çûme serbilind im.”
‘Rîtuela me ya bêdawî’
Cîrana wê Hayra Ganmî ku nexwest xwe nîşan bide tenê destên xwe nîşan da diyar kir ku hine û deq ne tenê malzemeyên bedewiyê ne, sembola berxwedan û nasnameya jinên gundewar in û wiha got: “Hine bedenê rehet dike, westandinê kêm dike. Deq ji bo xemilandinê ye. Em li gund xwe makyaj nakin, ji bo me biyanî ye, em şêwazê xemilandina xwe diparêzin.”
Hayra Ganmî wiha domand: “Dema bêhna hineyê dikeve nava bêhna rûn, bêhna malê xweş dibe. Jin dibin zincîr û rûdinin, nexs û pêşniyaran ji hev re dikin. Zarok jî bi mereq û kenê paqij li wan mêze dikin. Ev rîtuela me ya kevin û bêdawî ye.”
Di dawiya sohbetê de hersê jin xwedî heman fikrî ne û dibêjin: “Hine ne luksek e, ne jî kevneşopiyek demborî ye. Jinên gundewar bi diyariya ku xwezayê daye wan xwe dixemilînin. Divê ev mîras were parastin.”