Artêşa Îsraîlê êrîşî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn kir
Hate diyarkirin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî Filistîniyên ku li Xezeyê benda alîkariya mirovî bûn de, 73 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 150 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Erîşên Artêşa Îsraîlê ya li dijî Zîvala Xezayê didome. Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê, erîşê Filistîniyên ku li bakurê Xezeyê li benda alîkariyê bûn, kir.
Sivîlên ku li herêma Sûdaniyeyê li benda alîkariya mirovî bûn, ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gulebarankirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê de wiha hate gotin: “Di danê sibê de piştî êrişa li dijî sivîlên ku li Xezeyê bende alîkariyê bûn, cenazeyê 73 kesan û ji 150 kesan zêdetir jî birîndar rakirine nexweşxaneyan. 67 kesan di êrişa bakurê Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane.”