Amma Hourî jiyana xwe ji dest da

Amma Hourî ku ji bo zanîna aqûbeta kurê xwe Gul Mihemed Marrî ku ji aliyê Pakistanê ve hatibû binçavkirin têkoşîna xwe didomand, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Amma Hourî ya 98 salî ku ji bo zanîna aqûbeta kurê xwe Gul Mihemed Marrî ku li Belucistanê ji aliyê Pakistanê ve di sala 2012’an de hatibû binçavkirin, bi salan têkoşîn kir, di 16’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. Dibe ku îro cenazeyê Amma Hourî bê definkirin.

Têkoşîna Amma Hourî

Amma Hourî yek ji bi hezaran Belucên ku xizmên xwe winda kirine, bi salan hem ji bo kurê xwe, hem jî ji bo zanîna aqûbeta Belucên ku bi zorê hatin windakirin têkoşîn kir. Amma Hourî ji Quetta heta Karaçî, ji Karaçî heta Îslamanad têkoşîn kir. Di meha 2025’an de ji çalakiyên ku li ber Kuluba medyayê ya Îslambadê ji bo windayan hatî li darxistin bi mehan pêşengtî kir. Meha Îlona bûrî ji bo diyarkirina aqûbeta windayan û bidawîkiina zextên li dijî Belucan beşdarî meşa hatî li darxistin nû. Amma Hourî li vêderê axivî û gotibû: “Yên ser desthilatê mafê axaftinê nedan me, nêzîkatiyên lawiran li me kirin.”

Amma Hourî, di nava yek ji bi dehan jinên Baluc ku aqûbeta heskiriyên xwe ne zanî jiyana ji dest dayin de cihê xwe girt.