Aktîvîstên Tûnisî: Wekhevî divê ji nav malbatê destpê bike
Aktîvîstên Tûnisî diyar dikin ku guherandina feraseta mêr a serdest pêvajoyek hêsan nîne, dem û hewldan jê re divê. Her wiha destnîşan dikin ku ev feraset bandorê li têgihîştina mafên wan ên wekheviyê dike.
NEZÎHE BUSEÎDÎ
Tûnis – Aktîvîstên jin ên Tûnisî, tînin ziman ku pêwîst e ne tenê mêr, jinên ku bi vê ferasetê hatine mezinkirin jî bên zanakirin. Dibêjin ku ev rewş, ji bo avakirina atmosfera feraset û erêkirina ji bo pêkanina yasayan, gavek krîtîk e.
Li Tûnisê wekheviya zayendî, tundiya li hember jinan, parastina maf û destkeftiyên jinan tên nîqaşkirin. Jin pirsa ‘Mafên jinan li hinek qadan çima nikarin bipêşkevin û çima di salên dawî de paşve diçin?’ dikin. Zêdebûna tundiya li hember jinan, heta zêdebûna kuştinên jinan, kêmbûna rêjeya nûnertiya jinan a di parlamentoyê de, li ber pêkanîna mafên jinan a rastîn, astengiyên mezin çêdike.
‘Pêwîst e pêşî civak ji bo guhertinan amade be’
Aktîvîstên saziyên civakî dibêjin ku yasa tam nayên pêkanîn û yasayên heyî li gor rastiyên îro nînin, lewma ev pirsgirêk derdikevin holê. Koordînatora Komîteya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Mufîde Beşîr, di vê mijarê de wiha dibêje: “Em saziyên civakî hewl didin ku yasa bên derxistin, xebatên zanakirinê bên meşandin û feraset bê guhertin. Avakirin û pêkanîna yasayan pêvajoyek dijwar e, lê guherîna ferasetê dijwartir e. Lewma jî ji bo pêkanîna yasayan pêwîst e pêşî civak ji bo vêya amade be. Em jî vê têkoşînê didomînin.”
‘Feraseta mêr a serdest di nav hinek jinan de jî heye’
Mufîde Beşîr diyar dike ku rolên civakî yên jinan di nav çarçoveyek teng de hatine asêkirin û wiha dibêje: “Jin, tenê ji karên malê û mezinkirina zarokan berpirsyar tên dîtin. Jin bixebite jî, li gor nêrîna wan pêwîst e jin piraniya karên malê bike. Lê belê divê rolên di nav malbatê de bi awayekî wekhev bê parvekirin. Ev feraset ne tenê di nav mêran de, di nav jinan de jî heye. Ji ber ku feraseta mêr a serdest di nav civakê de salên dirêj kok daye, ev yek bandora xwe li mêran jî dike li jinan jî. Jin jî bi vêya aş dibin û zarokên xwe li gor vê yekê mezin dikin. Di nav zarokên xwe de dubendî çêdikin, zarokên kurîn derdixin pêş. Ev jî dibe sedema berdewamiya newekheviya civakî.”
Têkoşîna ji bo mafên jinan û guherandina ferasetê
Dorra Mahfuz, parazvana mafên mirovan û lêkolînerek e. Dorra destnîşan dike ku ji bo jin bibin xwedî mafên wekhev û dubendiya civakî ya zayendî bidawî bibe, pêwîst e têkoşîn berdewam bike û wiha dibêje: "Ji bo ku mafên jinan tam bên qezenckirin, divê têkoşîn berdewam bike. Ji ber ku feraseta mêr a serdest ji nifşek dighê nifşek din, guherandina vê yekê ewê hêsan nebe. Ji bo ku ev pêvajo bighê nifşên pêşerojê, divê hewldanek demdirêj bê nîşandan. Tevgerên jinan ev bi salan e xebatên zanakirina jinan dimeşînin, lê ev bi tena serê xwe têr nake. Tenê zanabûna jinan têr nake, divê mêr jî di vê pêvajoyê de bên perwerdekirin. Ancax bi vî awayî guhertin dikare pêk bê.”
‘Heta ku di malbatê de guhertin çênebe di civakê de çênabe’
Dorra, li ser lêkolînek derbarê mêran de hatiye kirin jî radiweste û van agahiyan parve dike: “Li gor encamên lêkolînan, pêwîst e ku ne tenê mêr, jin jî difikirin ku divê feraseta mêr a serdest bê guherandin. Pêwîst e tebîetên civakî bên guhertin. Mînak, dayîkek gava karên malê bi keça xwe da kirin, divê heman tiştî bi kurê xwe jî bide kirin. Heta ku di nav malê de wekhevî pêk neyê, di nav civakê de jî pêk nayê. Her wiha divê pîvanên wek saeta derketina derve ya keç û kuran jî wekhev be. Lê ji bo ku em bikaribin encamên van hemû hewldanan bibînin, pêwîst e em herî kêm 20 sal bixebitin. Lê em dixwazin îro biguherînin. Lewma jî divê em veguherîna ferasetê her roj derxin pêş. Wekhevî, pêvajoyek e ku divê her tim têkoşîn bê meşandin.”
‘Divê pergala perwerdê vê rewşê biguherîne’
Dorra Mahfuz her wiha qala berpirsyariyên piştî zewacê jin digirin ser xwe jî dike û mînakek wiha dide: "Zewac her wekî ‘hesabê sexbêriyê’ ye. Ji bo mêr qezenc tîne lê ji bo jinê berpirsyariyên zêdetir tîne. Piraniya karên malê û nihêrtina zarokan dibe para jinê. Li gor lêkolînek ku hatiye kirin, jin rojê derdora 5 saetê de karê malê dikin, mêr jî tenê 25-30 deqe dixebitin. Divê xebatên bi vî rengî bi lêkolinên zanistî bên rojanekirin û bi perspektîfa mafên mirovan re bê nirxandin. Lê niha, dibêjin ku divê keçik bi awayek xwezayî karê malê bikin. Lê divê pergala perwerdê vê rewşê biguherîne.”