Bêrîtan hat bibîranîn: Ew di bêdawîtiya azadiyê de ye

Li Qamişloyê li Parka Xwendinê bo boneya salvegera 33’emîn a şehîdbûna Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) semîner hat dayîn. Jinan soza şopandina têkoşîna wê û pêkanîna xeyalên wê dan.

Qamişlo – Li Qamişloyê li Paraka Xwendinê, bi boneya salvegera 33’emîn a Bêrîtanê (Gulnaz Karataş) Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê semînerek da. Semîner bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgrtinê, semîner bi zimanê Erebî ji aliyê hevseroka Yekîtiya Mamosteyên Qamişloyê Nazdar Qewas ve hat dayîn û bi zimanê Kurdî ji aliyê cîgira Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen ve hat dayîn.

Şêrîn Hesen di Semînerê de axivî û wiha got: “Bêrîtana ku tu carî jiyana ji rêzê ji xwe re qebûl nekir, hê jî dema dibistana amadeyî de di rojnivîsa xwe de ji hevaleke xwe re wiha nivîsandibû: "Tu yê min bi vî rengî di nasnameyê de nas bikî lê ev yek gelo wê têr bike ku tu min fêm bikî? Karkerekî li Vîetnamê dê hezkirina min a ji rengê kesk bizanibe? Jinên li Nîkaraguayê gelo wê bizanibin ku ez di dema xwe ya vala de bi saetan li asîman temaşe dikim? Ma zarokên pêlavan boyax dikin gelo wê hezkirina min a ji bo pirtûk û helbestan bizanibin…?" Wê hê di wê temenî de pîvanên jiyana ji rêzê qebûl nekir û îşaret pê kir ku ew ê bibe yek ji navên sembol ên nasnameya jinên azad.

‘Çeka xwe li keviran dide û parçe parçe dike’

Li ser bingeha konsept û plansaziya hevpar a hêzên navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK û YNK'ê, di sala 1992'an de êrîşeke berfireh bir ser herêmên ku hêzên gerîla li Başûrê Kurdistanê lê bûn dan destpêkirin. Di 25 'ê Cotmeha 1992'an de li Xakûrkê bi sedan pêşmergeyan êrîş birin ser girê ku Bêrîtan û komek hevalên wê lê dimînin. Bêrîtan bi tevî hevalên xwe şer dike. Dema tengav dibin Bêrîtan ji bo hevalê xwe xilas bike ji bo parastina wana şaer dike. Pêşmergeyên ku digihîjin ber zinarê ku Bêrîtan lê şer dike, wê derê dorpêç dikin, gava pê dihesin ku jin e, dixwazin wê bi saxî bigrin û banga 'teslîm bibe' li wê dikin. Ji pêşmergeyan re wiha dibêje, "Hûn ji Başûr tên û êrîşî şoreşa me dikin. Ez teslîm nabim divê hûn teslîm bibin." Heta guleyên wê diqedin şer dike. Ji bo çeka wê nekeve destên dijmin û pê kêfxweş nebin, çeka xwe li keviran dide û parçe parçe dike. Paşê Bêrîtan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo!" xwe ji kendalan diavêje. Ew di wê kêliyê de di bilindahiya bedewiyê de ye, di bêdawîtiya azadiyê de ye.”

 Di dawiyê de sînevîzyon li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat nîşandan.