Aktîvîsta Kurd li Torontoyê bû namzeta parlamenteriyê
Li eyaleta Ontario ya Kanadayê akademîsyen û aktîvîsta kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NDP) bû namzeta parlamenteriyê.
Navenda Nûçeyan – Akademîsyen û aktîvîsta kurd Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê doktora kiriye û di heman demê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ye; karên xwe yên ji bo hilbijartinê bi berfirehî dimeşîne. Elîf Genç, bû namzeta parlamenteriyê ya hilbijartina 27ê sibatê. Elîf Genç ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û anî ziman ku li herêmê ji 50 heta 60 hezar kurd hene, ew dixwaze bibe dengê kurdan û di heman demê de tevkariyê li têkoşîna demokrasî û kedê ya li Kanadayê bike.
Elîf Genç têkildarî pêvajoya hilbijartinê daxuyanî da, li ser sedema namzetiya xwe ya ji bo parlamenteriyê got: “Ez li vê derê akademîsyenek im û li Navenda Civaka Kurd a Kanadayê bi navê Kurdan têdikoşim. Bi hezaran Kurd li vê herêmê ne û pirsgirêkên xwe yên cidî hene. Ji ber penaberî, bêkarî û krîzên din em di pêvajoyeke zehmet de ne. Dixwazim ji gelê Kurd re bibim alîkar, ji bo bibim dengê wan ez bûm namzet. Dixwazim tevkariyê li têkoşîna çîna karker bikim û mafên gelê xwe biparêzim.”
Elîf Genç diyar kir ku ew bûyerên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm û zextê qebûl nake. Genç ragihand ku divê mafên gelê kurd bêne naskirin û got: “Em dixwazin ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Heta ku mafên me Kurdan bi rastî neyên qebûlkirin, aştî pêk nayê. Eger hikumet daxwaza aştiyê dike divê gavên şênber biavêje.”
Elîf Genç da zanîn ku di hilbijartinê de ew bi îdîa ye û got: “Ez dengê kurdan û gelê herêmê dixwazim. Li benda piştgiriya her kesî me.”
Elîf Genç kî ye?
Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê karên xwe yên doktorayê dewam dike, li ser Tevgera Jinên Kurd û têkoşîna dîasporayê karên akademîk kir. Elîf Genç li Torontoyê ji dayik bû û lê mezin bû. Bavê wê ji Batmanê, dayika wê Kanadayî ye. Di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên komeleyên Kurdan bû û têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Ji 16 salî û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava civaka Kurd bû û kar kir. Li ser nasnameya Kurd a li dîasporayê û tevgera jinê karên akademîk kir.