Aktivîst Zeynep Duygu: Divê beriya jin werin kuştin şîdeta li ser wan were zanîn

Aktivîsta mafên jinan Zeynep Duygu, got “Beriya jin werin kuştin divê serpêhatiya wan û şîdeta li malan li wan tê kirin bizanibin. Ji bo ve yekê weke rêxistinên jinan divê li derve di nava civakê de bin.”

 ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Mijarên ku hikumeta AKP’ê di salên dawî de xistiye rojeva xwe, dibin sedema bertekên jinan. Hikumeta ku hewl dide jinan tenê di nava sînorê malê de bi sînor dike, bi gelek polîtîkayan li pêşiya azadiya aborî dibe asteng.

Ji aliyê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakê û Xebata Malbatê ve piştî “Komxebata Nefeqe” ya 10’ê Cotmeh 2018’an hat lidarxistin, nîqaşên li ser “bisînorkirina nefeqeyê” didomin.

Di sala meha Çileya 2025’an de Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, bi daxuyaniyek bal kişand ku “rêjeya zayînê kêm bûye” û sala 2025’an bi navê “Sala malbatê” îlan kir.

Demek kêm piştî wê, nîqaşên li ser mafê mîrasê dest pê kirin. Tekildarî tabû û muameleyên mîras, guherînên zagonî ketin meriyetê, bi guherînên nû, her çendî muameleyên tapûyê werin hêsankirin jî di parvekirina mîras de guherînên bingehîn hatin çêkirin. Yek ji wan guherînan, ew bû ku mecbûriyeta parvekirina wekhev a mîras bi dawî bibe. Rêgeza parvekirina mîras bi awayê wekhev ku berê ji aliyê zagonî ve mecbûrî bû êdî dê neyê pêkanîn.

Van guherînan ji aliyekî ve jiyana jinan bi her awayê bi bandor kirin, ji aliyekî ve jî cudakariya zayendî ya civakî kûrtir dikin. Rêxistinên jinan, bi daneyên kuştina jinan balê dikşînin ku van polîtîkayên mafên jinan nas nakin, şîdetê zêde dikin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê; di 5 mehên sala 2025’an de 126 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Parêzvana mafên jinan, femînîsta misilman Zeynep Duygu, di zêdebûna bûyerên kuştina jinan de bal kişand ser rola desthilatdariyê û got ku ji bo pêşîgirtina şîdetê berpirsyariyên girîng dikevin ser rêxistinên jinan.

Zeynep Duygu diyar kir ku şîdeta gelek jin dibînin nayê zanîn û got ku piştî bûyera kuştinê diqewime, şahidî ji serpêhatiyên jinan re tên kirin.

‘Di mergala mêr de hiqûq jî jinan naparêze’

Zeynep Duygu bal kişand ser zagonên ku mafên jinan dihewînin û wiha got: “Dema em li zagonan dinêrin, dibînin ku zagon jinan naparêzin lewre pergala hiqûqê jî zêdetir weke ‘pergala hiqûqa mêr’ tê pênasekirin. Tevî van hemûyan jî ji bo mafên weke; Peymana Stenbolê, Zagona bi Hejmara 6284, mafê nefeqeyê werin bicihanîn em gelek têkoşiyan. Beriya ku peyman were feshkirin jî ji bo baş were bicihanîn em têdikoşiyan. Ev hemû nîşan didin ku di pergala serdest a mêr de hiqûq jî dê nikaribe me biparêze. Ez difikirim ku vê pergala mafên jinan nas nake divê were nîqaşkirin. Divê em bi her awayî vê pergalê bi lêpirsîn nîqaş bikin.”

Zeynep Duygu, diyar kir ku kiryar “bi daxistina cezayê ji ber rewşa baş” tên xelatkirin û got: “Divê aliyên xirab ên vê pergalê zêdetir werin teşhîrkirin.”

‘Malbat ji bo jinan tê wateya tiştên veşartî’

Zeynep Duygu bal kişand ku Tayyîp Erdogan sala 2025’an “Sala malbatê” îlan kiriye û wiha domand: “Em di sala malbatê de li ser têgeha ‘raz, tiştên veşartî’ nîqaş dikin. Di cîhana min de dema ku malbat tê gotin, weke jin destpêkê raz tê bîra min. Şîdet çêdibe, tu vedişêrî, dibêjî bila kesên derve nebihîsin. Tu êşê dikşînî, ji ber ku raz e, dibêjin bila ji derve ve xuya neke, tu lêdanê dixwî, raz e divê nebêjî. Em ji civakeke ku me dide şermê, şermên me jî vedişêre tên.”

‘Bûyerên kuştina jinan ên navê xwekuştinê li wan hatiye kirin hene’

Zeynep Duygu bal kişand ser kemasiyên di zagonan de û got ku van kêmasiyan dibin sedema mirina jinan. Zeynep Duygu, axaftina xwe wiha domand: “Bûyerên kuştina jinan ên navê xwekuştinên li wan hatiye kirin hene. Em dizanin pêvajoya ber bi xwekuştinê ve polîtîk e. Em 9-10 car serî li darazê daye gilî kiriye. Ji bo hevberdanê daxwazname dane lê gelek ji wan bêbersiv mane lewre pergaleke wisa heye. Ji ber vê pergalê şîdeta mêran a tê meşrûkirin heye. Li vê derê em dikarin pirsa gelo dê zagon me biparêzin? Bikin. Ji bo parastina zagonî divê dewlet an jî vê pergalê dilxwaz be lê em dibêjin ku li dijî vê qirkirina jinan, ji bo bidawîbûna vê şîdetê em hemû bi hev re bi rêgeza wekheviyê bimeşin. Em dizanin desthilatdariyeke mêr heye. Vê malbata xwedî pergala baviksalar, piştî demek dibe serokê dewletê. Li dijî van hemûyan em jin bûn ên ku vedişêrin, dengê xwe nakin. Beriya ku şîdet bigihîje vê merheleyê divê mudaxele were kirin.”

Zeynep Duygu behsa mirina jinan a bi guman jî kir û diyar kir ku ên ji vê yekê berpirsyar tenê jin nîn in hemû civak ji vê yekê berpirsyar e. Zeynep Duygu got: “Li dijî van hemûyan divê zêdetir xwedî li jinan were derketin, xetên piştgiriyê werin bihêzikirin.”

‘Guherîna zagonan bes nîn e’

Zeynep Duygu bal kişand ku ji bo parastina jinan zagon tenê têr nakin û wiha berdewam kir: “Di rêveberiyên herêmî de malên destekê hene. Em cîhana bê stargeh xeyal dikin. Çima em li stargehan bin? Divê ji bo tiştên dijîn werin dîtin, polîtîkayên rast werin pêşxistin, rêveberiyên herêmî, mekanîzmayên herêmî bi hev re bin. Heta em neguherin, vê pergalê neguherînin, zagon tenê bes nîn e. Tenê ne zagonên nivîskî, zagonên ku bi gotinan jî di meriyetê de ne hene. Di civakên girtî de zagonên bi gotinan zêdetir tên pêkanîn. Divê ji bo kêmkirina bandorên van zagonên nivîskî, em polîtîkayên ji bo çareseriyê biafirînin.”

‘Divê beriya mirinê em bigihîjîn serpêhatiyên şîdetê’

Zeynep Duygu, bal kişand ser peywirên ku dikevin ser rexistinên jinan û wiha got: “Pêdivî bi qadên ku jinan ji tenêtiyê biparêzin, xetên piştgiriyê çêbikin û krîzên wan çareser bikin heye. Li dijî polîtîkaya bêcezatiyê jî divê bi awayê civakî, em xwedî sekn û helwest bin û çalakiyan li dar bixin. Ji bo vê yekê divê rêveberiyên herêmî jî rêxistinên civaka sivîl jî şiyar bin. Mirov nikare bikeve nava gelek malan. Divê beriya ku jin were kuştin mirov serpêhatiya şîdeta di wan malan de bizanibe. Ji bo em bikaribin xwe bigihîjînin wan malan, weke rêxistinên jinan divê em li derve di nava civakê de bin. Dema ku şîdet bi mirinê bi dawî dibe, li gorî min êdî tu nikarî çareseriyê biafirînî.”

‘Bihevrebûn cihên bi ewle ava dike’

Zeynep Duygu diyar kir ku têkoşîna bi hev re a tevger Kurd û tevgera feminist, ji bo jinan “cihên bi ewle” zêdetir kiriye û wiha berdewam kir: “Bihevrebûna jinên Kurd û feminist, têkoşînê xwedî dike lewre li Kurdistanê jinên Kurd ne tenê rastî şîdeta dewletê tên, şîdeta mêr jî li ser wan heye. Di nava van herdu awayên şîdetê de dimînin. Dema em rastî vê şîdetê tên, hewl didin tiştek bibêjin divê ne tenê em bi hezaran jinan re dengê xwe derbixin. Bi wê yekê hem zêdetir bandorê çêdike hem jî hêza gotinê zêde dibe. Ez 20 sal in di nava tevbera jinan a Tirkiyeyê de têdikoşim. Serdemên ku behsa têkiliyên kolektîftir dihat kirin tên bîra min. Me gelek caran hev fam nedikir lê rewşên jinan, ji bo me qadên tifaqa hevpar ava kir. Dûre di mijarên siyasî de hinek tifaq çêbûn. Bihevrebûna me, qadên bi ewle ava dike.”

Zeynep Duygu, li ser têkoşîna jinan a hevpar wiha got: “Li Tirkiyeyê di serdemên ku manewrayên polîtîk, pêvajoya OHAL’ê tedbîrên ‘ewlehiyê’ zêdetir bûn de jî jin bi hev re li kolanan bûn. Qadên ku em li wan tifaqan çêbikin pir diyar in, dibe ku di warê fikrî de di hinek deran de em ji hev cuda bin lê ji di esas de ji ber ku jin bi hevre tevdigerin, tevî ewqas êrîşan jî mafên xwe diparêzin. Ger em tevgereke jinan a qels bûna me yê ne tenê Peyaman Stenbolê gelek tiştên din winda bikira.”

Zeynep Duygu, got ku ew bawer dike dê nîqaşên li ser nefeqe û mafê mîras jî bi têkoşîna jinan bigihîjin encamê.

‘Divê em bi hêz bin’

Zeynep Duygu diyar kir ku beriya jin werin kuştin divê ji bo çareseriya tiştên jiyane, rêxistinên jinan xebatên berfirehtir bikin û çalakiyan li dar bixin û wiha berdewam kir: “Divê jinên ku rêxistinên jinan nas nakin û rastî şîdetê hatine, serpêhatiyên wan werin zanîn lê em piştî ku jin tên kuştin serpêhatiyên wan hîn dibin. Li vê derê gelek faktor hene. Jin nikarin ji nava malbatê derbikevin, di nava malê de tên hepskirin û tenê dimînin. Ji bo ku jin hîs neke bi tenê ye divê rêxistinên mafên jinan bi hêz bin. Divê tedbîrên ji bo pêşîgirtinê werin girtin. Divê em em vê tifaq û qadên rêxistinkirinê, bihevrebûna xwe mezintir û zêdetir bikin.”

Zeynep Duygu axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji dema ku sala malbatê hatiye îlankirin ve heta niha, em rastî gelek propagandayên li ser malbatê tên. Divê em weke jinên ku tenê dijîn, zewacê nafikirin, zarokan nawelidînin xwe teqdîr bikin. Ji ber ku em ê tu carî di vê civakê de neyên teqdîrkirin, pêdiviya me bi vê heye. Ez dixwazin jin dest ji xwebûnê bernedin.”