Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Newroza 2026’an bû Newroza ‘Roja Nû’
Rêberê Gelê Kurd, Rêber Abdullah Ocalan ji bo Newroza îsal peyamek şand û tê de tekez kir ku: “Bi ruhê pêvajoya 27’ê Sibatê Entegrasyona Demokratîk misoger dibe.”
Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama Newrozê şand û peyama Newrozê di qada Newroza Amedê de hate xwandin. Peyam ji hêla sedhezaran kesê ve bi awayekê coş hate pêşwazî kirin.
Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: "Newroza 2026’an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekîtiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê. Bi rastî jî Newroza îsal heq dike ku wekî "Roja Nû" were pîrozkirin, her wiha di salên pêş de bibe wesîleya meşa bi heybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim.”
Berfirehiya Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
"Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin. Newrozê ruhê berxwedan û vejînê yê gelên me vejand.
‘Kawayê Hesinkar sembola berxwedanê li dijî zilmê ye’
Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletîn e; marên li ser milên wî ku her roj mejiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asûrî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar sembola berxwedanê li dijî zilmê ye.
Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam dikin, derbeya herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de daye. Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin, bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe. Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wek sedema şer tên dîtin.
Bi awayekî rojane îsrara li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.
‘Em dikarin ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin’
Her çiqas şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropî dewam kirin bi Peymana Westfalya ya sala 1648’an hatibin çareserkirin jî, berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr. Lêbelê, îro derfeta me heye ku hemû çand û bawerî careke din bikaribin bi hev re bijîn. Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin veguherînin bexçeyê azadiyê ji bo hemû gelan. Em dikarin trajediyên ku li ser me tên ferzkirin berevajî bikin û ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin. Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe. Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunnî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe. Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn.
‘Divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn’
Pêvajoya ku me di 27ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekîtiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne. Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hember her cûre şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.
Newroza 2026’an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihîje fersendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn. Wate û hêza Newrozê wekî "niha" derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne. Newroza 2026an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire.
‘Cejna Newrozê, sembola yekbûna demokratik e’
Cejna Newrozê, wekî di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe, bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nuhabûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike. Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihat pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnekê yan jî utopyayekê temsîl dike, ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û pêşketî temsîl dike. Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin.
Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin û em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû ya azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.
‘Werin em bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" jiyaneke azad biafirînin’
Em felsefeya "Jin Jiyan Azadî" di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn an teorî ye, ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîkî. Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û kevneşopiya dostaniyê û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin. Em dikarin bi dawîanîna dabeşbûnên etnîkî û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekîtiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û biratiyê vê yekê pêk bînin. Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî ruhê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.
Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.
‘Ruhê Yekîtiya Siyaseta Demokratîk misogerkirina jiyana azad e’
Mimkun e ku mirov bi ruhê yekîtiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Eger em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekîtî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.
Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê aştî û yekîtiyê geş bike.
Newroza 2026’an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekîtiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî "Roja Nû" were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.’’
Abdullah OCALAN
Girtîgeha Îmraliyê
21.03.2026