Rewşa girtiyên jin yên di girtîgeha Evînê de di xeteriyê de ne

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, diyar ku rewşa girtiyên jin ên siyasî yên ku li girtîgeha Evîn ê tên girtin ji xizmetên jiyanî û tendirustiyê yên sereke bêpar tên hiştin û ew rû bi rûyî xeteriyên mezin in.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin ku li girtîgeha Evîn ê tên girtin agahiyên nû parve kir.

Li gorî daneyên rapora Rexistina Mafên Mirovan, diyar kir ku  girtiyên jin yên siyasî li girtîgeha Evîn ji mafên xwe yên sereke yên jiyan û xizmetguzariyên tendirustiyê bêpar dimînin. Rêxistinê dest nîşan kir ku gelek girtiyên jin rewşa wan ya tendurustî ne başe û wiha got: girtiyên jin yên di girtîgeha Evînê de nexweşiyên wan yên cûda hene û pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî hene.

‘Rewşa girtiyên bi tendurust jî xirab bûye’

Rêxistinê bal kişand ser rewşa girtîgeha wiha domand; Ji ber nebûna xizmetguzariyên tendirustî û xwarina ne paqij, ji bilî girtiyên nexweş, rewşa girtiyên bi tendirust jî xirab bûne û metirsiyek mezin li ser jiyan û tendirustiya girtiyan heye.

‘Barê girtiyan giran kirine’

Di rapora Rêxistina Mafê Mirova dest nîşan kir ku hin beşên girtîgehê cihên razanê nîne, girtî neçar dimînin li ser erdê radizin. Her wiha xerciya xwarin, tendirustî û çavdêriya bijîşkî dixin li ser girtî û ev yek jî barê wan girantir dike.