Li Îmraliyê hevdîtina malbatê pêk hat

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlum Dînç û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Navenda Nûçeyan – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya serdana malbatê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê bi wasiyê xwe Mazlum Dînç û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan jî di çarçoveya serdana malbatê de hevdîtin pêk anîn.